Vîrûsa korona û şideta li ser jinan

ji bo pêşîgirtin û tedbîrên gelek welatan, tecrîdkirina navxweyî û mayîna li malê bandoreke neyînî li ser komên civakê kiriye. Herî zêde li ser jinê bi zêdeyî şidet jî bi xwe re peyda kiriye.

ji bo pêşîgirtin û tedbîrên gelek welatan, tecrîdkirina navxweyî û mayîna li malê bandoreke neyînî  li ser komên civakê  kiriye. Herî zêde li ser jinê  bi zêdeyî şidet jî bi xwe re peyda kiriye.
Navenda nûçeyan - Tê tekez kirin mayîna li malê û bicihanîna qedexeyên derketinê, bûye sedema mezinbûna tundiya li ser malbatê. li seranserî cîhanê belav bûye. Ev jî civak xistiye pêşiya rastiyek nû şidet û tundiya li ser jinê û zarokan diyar dike . 
Di heman demê de destdirêjiya fîzikî yek ji wan awayên herî gelemperî yên tundiyê ye. her wiha rastî tundiyên devkî, cinsî û zordestiya laş tên, heya gihêştiye asta derketina wê ji malê ji hêla mêr,bav û birayên xwe ve.
Bi vê boneyê Rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî diyar dike ku tundiya li ser jinê di demên kirîzan de dijwartir dibe. Weke karîsetên xwezayî, şer û nexweşiyan de zêde dibe. Ango ji 3 jinan li cîhanê rastî şidet û tundiya fîzikî, cinsî û pîskolojîk tên .
Rêjeyên cur be cur li navan welatan 
Weke tê zanîn destpêka derketina vîrûsa korona, li kantona WAHANA SÎNÊ di dawiya 2019’an  xuya kir. Her wekî em dizanin bi hezaran giyanê da ber mirinê . ji ber ku rê li pêşiya belavbûnê bigirin, û nepeyda kirina dermanê wê . çareya herî baş ew bû, ku rêxistina tenduristiyê ya cîhanî mayîn li malê dan diyar kirin .
Tê tekez kirin di rapora Neteweyên Yekbûyî de ya sala2019’an de, ku ji sê jinên cîhanê di nav tundiya û destdirêjiya laş û cinsî de dimîne . ev yek jî bandoreke neyînî li ser derûniya wê ya pîskolojîk û laş dike.
Bi belavbûna kirîza korone de, rêjeya şideta li ser jinan zêdetir bû . di hefteya yekemîn de li Ewripayê rêjeya tûndiyê gihîşte ji sedî 30 li Arjentînê gihîşt ji dedî 25 li Sengoforiyê ji desî 35 û herî dawî li Almaniyayê gihîşte rêjeya ji desi 10.
Her wiha tê diyar kirin ku li Tûnisê 5 caran zêdetir bû di 2020an de . li cihê ku vîrosa korona hatiye der ango Sînê bi qasî 3 caran zêdetir bû di Şibata 2020’an de . her wiha ev şidet bi xwe re pirsgirêkên civakî mezintir kir . li bajarê Megrîbê rapora mafên mirova da xuya kirin ku di nav bera şideta malbetî û tundiya mêr li ser jinê gihîştiye ji desi 91,7 û ên malbatî ji desi 4,4  digire.
Li Lubnanê jî li ser hijmara ku ji aliyê hêza ewlehî hatiye diyar kirin, ji despêka adarê gihîştiye ji desi 100 ji tundiya li ser jinan .
Her wiha li Turkiyê jî ne kêmî dewletên din bû . li Îstanbolê hijmara kesên ku bi şidet û tundiyê re rû bi bi rû dimînin ji desi 38,2 li gor sala borî bû  2019. Tê tekez kirin ev şidet gihîştiye asta kûştinê . ango di 2019an de 1804 bûyerên şidetê derketiye . herî dawî di adara 2020 rêjeya şidetê gihîştiye 2493  di 2020an de. 
Li ser asta dewleta Îraqê jî rêjeya tûndiyê di nav bera 30-50 %. Li Misirê jî gihîşte ji sedî 85 ango kirîza koroneyê  rê li ber her pirsgirêkekî civakî vekiriye. ên ku zor û zextiyê jî zêde li ser wan tên kirin jî jin û zarokin .
Di Avrîla 2020an de Sekerterê Gîştî Ya Neteweyên Yekbûyî (Antonyono Gowêtîrş) ragihandibû ku bi belavbûna Covid19 herî zêde jin û keçik rastî zext û zordariya malbatî tên . 
Di vê mijarê de jî Neteweyên Yekbûyî têgîneke dabû diyar kirin bi navê " tundiya veşartî"  weke pêngaveke li ser tundiya li ser jinan daye despêkirin . dide nasîn ku tundiya li paş dîwaran ku li ser jinan pêk, û hin serpêkhateyê ku dihêle rapora me kêm bimîne û ne rast be jî, ango me ji rastiya û heqîqetê dûr dixe . 
Li bakûr û rojhilata Sûriyê 
li gorî lêkolînan ku hatiye tekez kirin . li herêma bakûr û rojhilata Sûriyê rêjeya şidetê ji welatên din kêmtire. Ev jî vedigere kêm derketina pirsgirêkên malbetî, û di encamê de civak li ser prensîbên rêzgirtin, wekheviya mafan û pêşxistina zagonan jinê ya ku di2014an de ji aliyê Rêveberiyê Xweser ve hatiiye tekez kirin, û civak li ser hatiye perwerde kirin bandorekî erênî girtiye.
Li gorî rapora Meclîsa Dadmendiyê ya jinan ku di 28 pûşpera2020an rêjeya şidetê aşkere kiriye wiha rêz dikin. 16 xwekûjî, 126 lêdan û destdirêjî ,150 nakokiyên zewacî û 14 kûştinên kirdar. Wekî tê diyar kirin ku li gorî hijmara  welatên cîhanê kêmtir e.
Komeleyên Şopandina şidetê
Di encama zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan . komele û rêxistinên jinan û navdewletî bangawaziya alîkariya jinan kirin û ketin nav tevgerê . bi pêşgiriya elektironîk û medyaya civakî ku gazican bigrin . her wiha Neteweyên Yekbûyî bang li hkumetan kir ku stargehan ji jinê re bidin avakirin û bi baldarî vê mijarê bigirin dest.
Li Feranseyê jî ji bo rewşa ewerte ya jinên ku bi şidetê re dimînin di dawiya 2018an de bi navê "şidetê bisekinînin "  wezarata navxwe(hindurî)Kiristof kastanêr pergala pêşwazî gazican bi dermanfiroşan re da ava kirin . û bi polîsan re li ser hijmra114 têkîldar bin .
Li Istûraliya jî 100 hezar dolara istiralî (61,6 ) melyon dolar ji bo şopandina li dijî şidetê li ser xeta elektironê da despê kirin .
Li Lubnanê jî hêza ewlehiya hundirî xeta têkiliya 1745 da rêxstin kirin . li kêleka wê jî Rêxistina Abad,civata jin a demokrat û Rêxistina kafa ragihand ku alîkaiyê di warê civakî û derûnî de bide çêkirin . her wiha komeleya Abad çalakiyek protesteyî da ragihanin bi navê mayîna li malê ji bo parastinê ye, ne girtîgehe da destpê kirin 
Li Îspanya jî duyemîn dewleta ku rastî kirîza korona hatiye. Tedbîrên ji bo alîkariya malbatan bi riya nameyê îlektironî ku cihê jî diyar dike û giropek alîkariya derûnî daye avakirin.
“Welateke azad jinên azad e”
Tê diyar kirin ku ev kirîza koron a hov gelek welatan dagir kiriye . li ser vê boneyê jî jinên Felastînî jî bê deng neman. Li ser radiyo Fmya felastînî bertek nîşan dan bi navê “welateke azad jinên azad e” her wiha çalakiyeke li dijî bê dengiyê jî dane despê kirin "ji qelabalixê re erê, na ji bêdengiyê re"  li ser malperên civakî derdkevin ser berndeyê xwe û sirûda welateke azad nîne ger jin ne azad bin dane dest pêkirin.
Her wiha di 14’ê Adara 2020’an de rêxistina Mera li Megrîbê, ji bo guhdar kirina jinên mexdûrên şidetê re têkîldar bin da despê kirin . bi navê "vîrûsa korona" agahiyan nîşanî jinan dikin . her wiha banga jinên Megrbî kirin ku li ser hijmara"8350" têkîliyên xwe xort bikin .li aliyê din jî komeleya  pêvçûn û wekheviya welatiyan alîkariyeke derûnî, civakî û carnan aborî jî da xebitandin.
"Ne bi tenê ne "
Li Tinûsê jî komeleya jinan a tûnisî piştî zêdebûna zextên li ser jinan, dest bi kampaniya "ne bi tenê ne " kirin . her wiha wezaretê jî hijmara kesk a 1899 ji demjimêra 24 seatan kir xizmeta civakê , û bi niştecihên avahiyayan re têkîda bûn, ger bûyerekek şidetê derket xeberê bidin . ji bo pêşê li van bûyeran bê girtin . 
Tê hewildan komeke çalakgerên Îrqî û mafên mirovan dest bi kampaniyekê kirine. Li ser malpera civakî "malbateke ewledar" dan dest pê kirin . ji bo kêmkirina zextên li ser jinan , her wiha daxwaza avakirina dadgeheke pispor darbera şideta li ser jinê û avahiyeke ji bo mexdûrên şîdetê re bidin avakirin , herî zêde piştî şewtandina Melek Al-zibêdî ev biryar hate istandin.
Ji sala 1996an de û heya bi rojên îro xizmeta mexdûran bê navber tên kirin . her wiha bê pere wan bi pilanekê kotirol dikin û ji bin zext û tûndiya malbetîn tê revandin , û di stargeheke ewlehî de wan bi cih dikin û bi riya zagon wan re dibin alîkar.
Tundî ,şidet û zextên mêr û malbatê yek ji mezintirîna bin pêkirina mafên mirovan e li çar aliyên cîhanê . bi derketina vîrûsa korone re ev rewş xiraptir bû . di dema niha de bi sedema vê nexweşiyê têkîliya bi mrxdûran re kêmtir bûne.ango jin nikarin xwe bigijin cihê alîkar. Li aliyekî din bijîşkên ku bi vê vîrûsê re mijûl bûne barê wan girantir bûne, nikrin alîkariya derûnî û tendirûstî jî bikin .