“Vêxistina agir di nav konan de xeteriyeke mezin e”

Jinên Efrînî yên di wargehên Şehbayê de dijîn, behsa ambargoya ji aliyê rejîma Baasê û zehmetiyên rojane di kampên koçberiyê de dikşînin dikin û dibêjin: “Vêxistina agir di nav konan de xeteriyeke mezin e.”

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba - Ev çendek e ku endamên Firqeya 4’an ên girêdayî hikumeta Şamê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiryê yên bajarê Helebê her wiha kantona Şehbayê dorpêç kirine. Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, koçberên Efrînê yên di kampên Şehbayê de bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ne. Ji bilî zor û zehmetiyên jinan di kampan de buhayê her tişt bûye 4 qat û tunebûna pêdiviyên jiyanê weke madeyên sotemeniyê, gaz û amûrên tendirustiyê di heman demê de ambargoya bênavber rewşê girantir dikin. Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî hewl dide bi gelê koçber re bibe alîkar û pêdiviyên wan bi cih bînin. Ev demeke di meha remezanê de koçberên Efrînê li kantona Şehbayê bê gaz in û xwarinê li ser agir, di nav konan de çêdikin. Jinên Efrînî yên ku di wargehên kantona Şehbayê de dijîn nêrînên xwe der barê ambargoya ji hêla rejîma Baasê ve ji ajansa me re parve kirin.

“Çêkirina xwarinê li ser agir xeteriyeke mezin nîşan dide”

Osye Ebdo 68 salî ye ji gundê Zerko yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ye, dayika 8 zarokan e da zanîn ku ji ber siyaseta dewletan ên qirêj di kampan de zor û zehmetiyên dijwar dikşînin û wiha domand: “Ev bû demeke dirêj rejîma Baasê gaz û madeyên sotemeniyê ji ser gelê koçber û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî bajarê Helebê qut kirine. Em niha li ser agir bi kartonan xwarinê çêdikin. Gelê sivîl dibe qurbaniya siyaseta dewletên navneteweyî. Ji bilî zehmetiyên ku rojane di kampên koçberiyê de dikşînin, hikumeta Şamê pêdiviyên gelên koçber bi cih nayne. Çêkirina xwarinê li ser agir xeteriyeke mezin e ji bo gel di nava konan de. Ev çendek e gaz tune ye lewma em xwarinê li ser agir û paporê çêdikin. Siyaseta ku dewlet didin meşandin bi rastî siyasteke qirêj e. Di cejna xêr û bereketê de pêwîstiya gel bi gelek tiştên weke gaz, nan, amûrên tendirustiyê û madeyên sotemeniyê heye lê me ji van hemûyan hemrûm hiştine. Hikumeta Şamê bi navê yekbûnê û îslamê bang dike lê gelek jê dûr e. Zor û zehmetiyên em di demsalan de dikşînin zêde ne. Havînê gelek germ e û zivistanê pir sar e. Zehmetiyên ku em dikşînin dunya tevahî dizane lê çavên xwe ji vê rastiyê re girtine. Em bang hemû dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku êdî ji bêdengiya xwe derbikevin.”

“Rejîma Baasê mafên herî rawa yên koçberan di meha remezanê de ji wan distîne”

Xelîde Reşo 47 salî ye ji gundê Gemrûkê yê girêdayî navçeya Şeraya kantona Efrînê ye, dayika 5 zarokan e diyar kir ku hemû dewlet li ser rastiya zehmetiyên gel di kampên koçberiyê û dagirkirina Efrînê de bêdeng mane û ev tişt anî ziman: “Em li wargeha Berxwedan dijîn. Rejîma Baasê ambargoyek hov li ser gelên koçber ên ku li kantona Şehbayê jiyan ferz kiriye. Ev çar sal in em li wargeha berxwedan dijîn her dem bi awayên cur bi cur ambargo ji aliyê hikumeta Şamê ve tê ferzkirin. Em ji ber kêmbûna pêdiviyan pir zor û zehmetiyan di wargehan de dikşînin. Rejîma Baasê mafên herî rawa yên koçberên Efrînê ji wan distîne. Dûmana agir di nava konan de ji bo tendirustiya zarokan xirab e û tu sûcê zarokan ji ber dorpêça ku hatiye ferzkirin tun e ye. Ruxmî nederbaskirina madeyên sotemeniyê, amûrên tendirustî û gazê jî; heya ku hêz di bedena me de hebe em ê li ber xwe bidin. Di demsala zivistanê de av diherike nava konan em jî weke jin û dayik gelek zor û zehmetiyan dikşînin. Pêwîst e dewlet çavên xwe ji bo mafên koçberan veke û çareseriyek ji dagirkeriya tirk re were dîtin.”

“Em tu carî dest ji doza xwe bernadin”

Fidan Mihemed 37 salî ye ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê, bal kişand ser berxwedana ku di wargehên koçberiyê de didin meşandin û got: “Em di wargeha Serdemê de dijîn lê mixabin em gelek zehmetiyan di bin konên naylon de dikşînin. Rejîma Baasê li ser gelê Efrînê yê ku li kantona Şehbayê dijî ambargo daniye, hewl dide bi vê yekê îradeya me bişkîne lê kes nikare me ji îrade û berxwedeniyê dûr bixe. Bila dewlet qet nehizirin ku bi ambargoyê û tunebûna pêdiviyên jiyanî, wê bandorê li ser gelê Efrînê bikin, em tu carî dest ji doza xwe û berxwedana xwe ya di wargehên koçberiyê de bernadin. Pêwîstiya her welatek bi gaz û nan ji bo debara jiyanê heye. Firqeya 4’an ya girêdayî rejîma Baas pêdiviyên rojan e ya gel derbasî Şehbayê nake. Di nexweşxaneyan de amûrên tendirustiyê nayên dîtin. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk me berê xwe da herêmên bi ewle ku em jiyana bi aram bijîn lê li kantona Şehbayê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê carek din ambargo ferz dikin. Divê ku mafên koçberan tam bêb dayîn. Em bang li dewletan dikin ku xwedî li mafên koçberan derbikevin û çareseriyek ji Firqeya 4’an re bê dîtin, ya ku ji bo me girîng e derbaskirina gazê ye, bi taybetî jî di vê meha remezanê de.”