Tûxlayên ku ji xirbeyên Xezayê hatine çêkirin xelat girtin
Di nava xirbeyên li Zîvala Xezayê de du xwişkên bi navê Tala û Farah Mûsa, ji xirbeyan berhemdariyê afirandin. Projeya wan bû hêvî û nîşan dide ku tevî mercên şer jinên li Xezayê bûne sembola afrîneriyê û xelata navneteweyî girtin.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Xwişkên Filistînî Tala û Farah Mûsa ku yek ji wan 13 yek jî 19 salî ye; ciwanan teşwîq dikin ku di jiyanê de li çareseriyan bigerin. Herdu xwişkan Xelata Rojhilata Navîn û Cîhanê ya ku ji aliyê Weqfa Cîhanê ya yek ji pêşbirkên herî mezin a hawirdorê ya ciwanan e ve tê dayîn girtin.
Fikra projeye piştî ku Zîvala Xezayê hat bombebaran kir derket. Piştî ku kolan, tax û avahiyên ku sembol in hatin tunekirin, vê pirsê hat hiştê Tala Mûsa: Gelo di nava hiweşînê de, mirov çawa dikare bi derfetên di destên xwe de bi awayê ku zirarê nede hawirdorê ji nû ve ava bike?
Ji hilweşînê ber bi avakirina tûxlayan ve
Tala Mûsa, dibêje ku alternatîfa herî guncaw çêkirina tûxla ye û dide zanîn ku tûxla ji kevirên malên bombekirî, kîla ji erdên çandiniyê hatiye derxistin, camê şikestî, ka û xweliya ku ji ber agir maye tê çêkirin. Van malzemeyan hemû bi baldarî tên hûrkirin, dibin weke arvan, dûre avê li wan dikin û dikin nava qalib datînin ber tavê ji bo zuha bibe.

Tala Mûsa diyar kir ku wa der barê saxlemiya tuxla ya li hemberî avê û giraniyê de hinek testan kirine û encam baş bûye û da zanîn ku tûxla qewî ye, li ber avê dide û bi taybetî di mercên demsalan de li ber xwe dide û got: “Tûxla di tamîrkirina malan, beşên hundir û zivistanê di çêkirina konan de dikare were bikaranîn.”
Tala Mûsa diyar dike ku ew xwişka xwe dem ali ser modele xebitîne, rastî tu pirsgirêkê nehatine lê di mercên birçîbûnê û şer de ceribandina xebateke wiha pir zor bûye û got: “Projeya me tu zirarê nade derdorê. Beton û kirêc tê de tune ye. Di heman deme de ji bo xirbeyên kombûyî ku pirsgirêkek mezin a hawirdorê ye jî bûye çareserî. Ev çareseriyeke demkî be jî ji bo bajarê ku rastî felaketê hat dê bibe alîkar. Gava ku em dûre bavêjin ew e ku em li tevahiya Xezayê atolyeyan li dar bixin û ciwanan fêrî çêkirina tûxlayan bikin. Her wiha em ê bixwazin ku her beşdar soz bide tiştên fêr bibe li ber kesên din jî fêr bike. Armanca me ne avakirina fabrîkayên tûxlayan e, jin û ciwan jî di nav de em dixwazin ji kesên ku malên wan hatine hilweşandin re bibin alîkar ku malên xwe ji nû ve ava bikin û mercên jiyana wan a ku ji ber şer xirab bûne di konan de dijîn baştir bikin.”
Tala Mûsa diyar kir ku jinên li Xezayê ji dema destpêka şer ve zoriyan dikşînin û di plana paş de mane wiha got: “Ev xelat îlham û hêza guherînê ya jinan û keçên ciwan nîşan dide. Min ji malbata xwe, hevalên xwe û medyayê desteka manewî girt. Dê ji nû ve avakirina bajar bi destên jin û ciwanan be.”
Afrînerî û hêviya ku ji sînorên bêwariyê derbas dibe

Farah Mûsa jî got ku pêvajoya xebatê û hevkariya bi xwişka wê re pir bi coş û kelecan e, da zanîn ku peywira wê berhevkirina kevin û cam e her wiha cerebeyên zanistî ye û wiha got: “Em bi komîteya pêşbaziyê re têkiliyê datînin. Derketina ji warê xwe û dubare barkirin, li pêşiya karê me dibe asteng. Em nizanin em ê li ku derê bimînin. Ez her dem xeyal dikim ku ez ê bi ser bikevim. Tişta ku herî zêde ji ber vê serkeftinê min bextewar kir, bilindbûna navê Xezayê ye. Bi vê yekê binavkirina Xezayê bi şer, xizanî û hilweşînê re şikest û Xeza bi navekî din hat bibîranîn. Çêkirina tûxla ne tenê ji bo Xezayê, ji bo hemû bajarên ku ji ber şer û pevçûnan hilweşiyane dê bi sûd be. Ji ber vê yekê me xwest navê “Belt Hop” li projeyê bikin, bibe sembola avabûna hêviyê. Beşdariya pêşbaziyê kêrhatiyên min zêde kir û bû sedem ku ez ji bo bajar li ser projeyên nû bifikirim.”

Juriya pêşbaziyê da xuyakirin ku ji dema ku xelat tê dayîn ve heta niha ji Filistînê cara yekem du xwişkan xelat girtine. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo tîmên ku bi ser ketine projeyên xwe bi pêş bixin dê 29’ê Gulanê dengdana gel çêbibe.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Xezayê nêzî 1,9 milyon kes (nêzî ji sedî 90’ê nifûsê) ji dema şerê k udi sala 2023’yan de dest pê kiriye ve heta serê sala 2025’an ji cih û warê xwe hatin derxistin. Li herêmê nêzî 70 milyar dolar zirar çêbû û li kolanan bi milyonan ton xirbe hene.