Tundîkirina jin ji zihniyeta baviksalarî tê

Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîda Îbo sedemên ku jin bi rundiyê re rû bi rû dimînin anî ziman.

HESNA MIHEMED
Şehba- "Jin nîvê civakê ye" ev gotinek gelek di nav civakan de belav e û her kes ji xwe re tenê wek dirûşm dema bi mafên jinan bang dikin, tîne ziman. Di civaka me de tundî li dijî wê nîvê civakê tê bikaranîn. Dema em behsa tundiyê bikin tenê lêdan tê bîra me lê di rastiyê de gotinên nebaş, tecawiz, îşkencekirin û biçûkxistina jinan bi xwe tundî ye. Gelek jin ji aliyê mêrên desthilatdar ve bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Di bin navê namûsa me binpê kir ew jin qetilkirin para wê ye. Di şoreşa Rojava de hedefgirtina jinan û binpêkirina mafên wan jî yek ji cureyên tundiyê ye. Ev tundî piranî bi destên dewleta tirk a dagirker tê kirin. Dixwazin bi rêya hedefgirtina jinan îrade û hebûna civakê tune bikin. Gelek rêxistin û saziyên navneteweyî yên ku ji bo mafên jinan têdikoşin bang dikin. Ruxmî van saziyan jî dîsa jin ji mafên xwe bêpar mane û rojane ji aliyê civakê û adetên wê ve rastî tundiyê tên. Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîda Îbo ji me re nirxandin kir. 
"Rû bi rû jin bi tundiyê re dimînin"
Kongreya Star ji bo zanekirin û perwerdekirina jinan di nav liv û tevgerê de ye. Ferîda wiha behsa armanca Kongreya Star kir û got: "Em wek Kongreya Star li ser esasê zanekirin û perwerdekirina jinan dixebitin. Di van demên dawî de jin rojane bi tundiyê re dijîn, li tevahî cîhanê ev rewş rû dide. Tundiya ku jin her rastî wê tê ji desthiladariya mêr diherike. Yê ku dixwaze hêz û îradeya jinê têk bibe û tunekirina wê pêk bîne. Zîhniyeta ku êrîşî jinan bi rêya îşkencekirin, lêdan û tecewizê tên kirin ji zîhniyeta baviksalarî ku bi hezaran salan li ser jinan tê meşandin e. Li hember tundiya ku tê kirin her hewldanên me hene ku em xwe bigihîjînin tevahî jinên cîhanê da ku wan bi rêxistin û zane bikin. Divê em wek kongreya Star bêhtir xebatên xwe berfirehtir bikin ji bo em li pêşiya tundiyê bibin bend. Dewleta tirk bi rêya êrîşên xwe jî dîsa dihêle jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin. Bi hedefgirtina siyasetmedar Hevrîn Xelef û pêkanîna komkujiya Helincê carek din xwestin îradeya jinan bişkînin û di tundiyê re derbas bikin."
"Di bin navê namûsê de tên qetilkirin"
Cureyên tundiyê ku li ser jinan tê meşandin di bin navê namûs û şerefê tê kirin, ev jî yek ji zîhniyetên paşverû ye. Ferîda diyar kir ku di bin navê namûsê de jin rastî qetilkirinê tên û got: "Bi îdiyaên namûsê jin rû bi rû bi tundî û qetilkirinê re dimînin. Di van demên dawî de hin bûyerên qetilkirina jinan li Şehbayê jî rû dan lê me hewl da em li pêşiya wan bisekinin û nehêlin jinên dîtir jî bibin qurbaniya van bûyeran. Tundî û bûyerên ku tên jiyîn ji zîhniyeta civakê ya paşverû ku bi hezaran salan di mêjiyê wan de ji hêla hêzên desthiladar ve hatiye çandin, tê. Bi taybetî dewletên ku azadî û şoreşa jinan di nav xwe de qebûl nakin êrîşî îradeya wan dikin. Biryara dewleta tirk a dagirker a vekişandina wî ji hevpeymana Stanbolê hişt êrîşa li ser jinan bêhtir bibe. Li deverên dagirkirî yên di bin siya dewleta tirk a dagirker de jin rojane rastî qetilkirin, revandin û tecewizê tên."
"Li hemberî êrîşan xurtkirina rêxistin û têkoşînê"
Di dawiyê de Ferîda teqez kir ku wê xwe bigihînin tevahî jinan da wan bi rêxistin bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em dengê xwe û tevahî jinên bindest bilind dikin da ku li êşa me bê guhdarkirin. Armanca me ya sereke ew e ku em xwe bighînin tevahî jinên cîhanê yên ku rastî qetilkirin û tundiyê tên. Heta em wan bi rêxistin, perwerde û zane bikin ji bo ku li pêşiya tundiyê bisekinin. Divê nêrîna jinan di nav civakê de li kêleka mêr bê guhdarkirin û di warê siyasî, civakî û jiyanî de hebûna wê bê îsbatkirin. Têkçûyîna DAIŞ'ê li Dêra Zorê bi destên jinên leheng bû di heman demê de tola jinên Şengalê bi destên jinên Kurd ji DAIŞ’ê hat hildan, ev destkeftiyên ku jinan bi dest xistine ne li gorî dewleta tirk û çeteyên wê bû loma her jinan dikin armancên xwe. Ev êrîş tu carî bîr û baweriya me nade şikandin li hemberî wê em rêxistin û tekoşîna xwe xurtir dikin."