Tûgaya El-Xensa destê rastê yê DAIŞ'ê li Kampa Holê çi dike?

Rêvebera Kampa Holê ya Kantona Hesekê Hemrîn El-Hesen behsa çalakiyên "Tûgaya El-Xensa" ango (Ketîbet El-Xensa) a DAIŞ'ê ku piraniya wan ji jinên DAIŞ'ê yên biyanî pêk tên dike û dibêje ku çalakiyên ku ev tûgay dike naşibin tu xebatên din.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Rêxistina DAIŞ'ê ya ku ji 60 welatên cîhanê pêk tê, bi karên terorî radibe, di 23'ê Adara 2019'an de li Baxozê ya Dêra Zorê bi hêza şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têk çû. Malbatên DAIŞ'ê yên ku xwe radestî hêzên QSD'ê kirin ew li Kampa Holê ku ji rojhilatê bajarê Hesekê bi 40 km. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûr dikeve bi cih kirin. Ew malbatên ku hişmendiya DAIŞ’ê di mejiyê wan de zindî ye, pê zarokên xwe jî perwerde û mezin dikin, bi vê role jî radibin hevjînên DAIŞ'ê yên ku piraniya wan biyanî ne. Ev jin jî di bin navê "Tûgaya El-Xensa" ango (Ketîbet El-Xensa) bi Erebî, di hundirê Kampa Holê de xwe birêxistin dikin. Li gorî ku hatiye zanîn ev tûgay destê rastê yê DAIŞ'ê ye, DAIŞ xwe bi wê xurt û mezin dike. Ji bo ku em baştir bizanibin ev tûgay di hundirê kampa holê de bi çi karî radibe, Rêvebera Kampa Holê Hemrîn El-Hesen ji me re axivî.

Erka Tûgaya El-Xensa  

Hemrîn El-Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha behsa tiştên ku Tûgaya El-Xensa dike kir: "Erkên Tûgaya El-Xensa pir in hinek jê jî ev in: Kontrolkirina binpêkirinên ku ji aliyê jinan ve tên kirin, danûstendina bi mêran re û hebûna wan bi hev re, heya bapendbûna bi cil û bergên îslamî û qedexekirina nîşandana giştî. Her wiha hinek zagonên ku ji aliyê Rêxistina DAIŞ'ê ve hatiye ferzkirin, malbatên wan jinan jî tên cezakirin. Karê Tûgaya El-Xensa û El-Hisba ya Jinan di nav DAIŞ'ê de naşibin tu karên din. Ev tûgaya ku ji sedan jinên biyanî û Sûriyeyî pêk tên, bi erka şopandina danûstendin, exlaqê keç û jinên ku li herêmê dijîn re têkildar in. Her wiha ev jin ji aliyê vê tûgayê ve tên cezakirin. Ji cezayên wan jî; cezakirina madî, şîdeta derûnî û fizîkî her wiha gihîştiye asteke ku li ber çavên mirovan ew di qefesê de girtî ne û wiha hiştine."

"Dema guman dikin niştecih ji îdeolojiya DAIŞ'ê dûr dikevin, cezayên tund didin wan"

Hemrîn El-Hesen da zanîn ku ya herî metirsîdar ew e ku çalakiyên tûgayê bi cezakirin û mehkûmkirinê re sînordar namînin û wiha domand: "Tiştê metirsîdar ew e ku çalakiyên tûgaya El-Hisbê û Xensa tenê bi cezakirina jin û mehkûmkirina wan re sînordar namîne. Dema ku ev tûgay guman dikin niştecihên din ên kampê ji îdeolojiya DAIŞ'ê dûr ketine yan jî dixwazin ramanên neyînî li ser rêxistinê belav bikin, cezayên tund didin wan. Jê qamçîkirin, îşkence, bêparkirina ji xwarin û vexwarinê, şewitandina kon û kuştin jî nav de hene. Di kampên ku malbatên DAIŞ'ê dihewînin de, hat payîn ku di vê salê de 40 kes hatine kuştin, ji wan 10 kes hatine serjêkirin. Lê ne şert e ku ev sûc hemû girêdayî vê tûgayê bin."

“Zarokên xwe li ser fikrên cîhadê mezin dikin"

Hemrîn El-Hesen da xuyakirin ku jinên di hundirê vê tûgayê de xeterryek mezin li ser ewlehiya kampê çêdikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hin jin ji ber çalakiyên wan ên terorî yên rasterast, an jî ji ber perwerdeyên ku li herêmên di bin destên DAIŞ'ê de bûn û îmkana veguhestina jêhatîbûnên ku bi dest xistine dîtine, vê carê didin kesên din an jî ji zarokên xwe. Ev yek jî metirsiyeke mezin li ser ewlehiyê û ewlehiya kampê çêdike. Her wiha niha, koçberên jin kampanyayên bi vî rengî ku ji bo radîkalîzekirin û leşkerkirina di nava kampê de bi riya hînkirina zarok û ciwanan fikrên cîhadî yên tundrew, pêk tînin."

"Jinên Tûgaya El-Xensa bi rola xwazgîniyê jî radibin"

Hemrîn EL-Hesen bal kişand ser erkên din ên ku tûgaya jinan dike û ev tişt anî ziman: "Erkên jinên tûgayî ne tenê bi çavdêrî û cezakirinê re sînordar in, di heman demê de bi rola xwazgînî jî ji bo çete û serçeteyên DAIŞ’ê radibin û li jinan digerin. Di gelek rewşan de zewaca bi zorê tê kirin an jî zarokên keç di bin gefa kuştinê de didin zewicandin. Ev yek asta şûştina mejiyê wan bi fikrên tendrew tê payîn û asta xapandina wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve û ji rastiya xwe dûrketinê der dibe. Tomarek ji bûyerên xwekuştinê yên keçên ku zext li wan hatiye kirin ku bizewicin û dibe ku jina duyem an sêyem bin, hatine dîtin. Nepejirandina keçê dixe ber kampanyayên îftirayê, ji ber ku berî demekê tûgayê ji keçê xwestibû, ya ku dixwaze bizewice li ser rûyê xwe kefenek spî li binê çarçefa reş bihêle ku ev yek tê wateya daxwaza wê ya ji bo angajmanê heye."

Hemrîn El-Hesen bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "8 jin di van demên dawî de li çar aliyên cîhanê tevli planên terorîstî bûne. Di raporek de hat ragihandin ku ji 41 hezar û 490 welatiyên biyanî yên ku di navbera Nîsana 2013 û Hezîrana 2018'an de li Iraq û Sûriyeyê bi awayekî eşkere girêdayî rêxistina terorê bûne, 4 hezar û 761 (ji sedî 13) jin in. Rêjeyek din ku 4,640 (an ji sedî 12) tê texmînkirin, piçûk in. Ji lewre tê xwestin ku ev jin vegerin welatê xwe û li wir bi hawirdoreke dûrî xwîn û serjêkirinê re bijîn da ku hişmendiya wan were guhertin û bikaribin vegerin jiyana xwe ya normal û bijîn."