Trajediya jin û zarokên Idlibê didome

Jin û zarokên Idlibê, hewl didin li kampên ku li dijî karesata ji ber şer û erdhejê çêbûye, di nava tirs û bêewlehiyê de jiyana xwe didomînin. Zarokên ku gotin kabûsê dibînin, diyar kirin ku dixwazin di nava şert û mercên germ de bijîn.

HADEEL Al-OMAR

Idlib– Karesata ku piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên navenda wan Mereşê ku li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê pêk hat, didome. Jin û zarokên ku hê jî li kampên bi kon ê Idlibê di nava şert û mercên zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin, tiştên jiyane ji ajansa me re vegotin.

‘Em nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûdê bigrin’

Jinên ku sînordar digihîjin xizmetên tenduristiyê yên parastin û pêşîlêgirtinê, ducaniyên nayên xwestin dijîn an jî nikarin pêvajoya ducanî bi tendurist derbas bikin. Yek ji mexdûrên erdhejê Ruba Al-Sheikho ya 36 salî ku ji bajarê Sarmeda ya bakurê Idlibê ye, piştî hilweşandina mala xwe, li kampên qelebalîx di şert û mercên zehmet de dest bi jiyanê re kir. Ruba Al-Sheikho, destnîşan kir ku li kampan qadek wan a taybet tune ye û da zanîn ku ji ber ji xizmetên tenduristiyê sînordar digihijîn, ji bo rêbazên pêşigirtina ducaniyê piştgiriyê nagirîn.

'Em di nava tirs û bêewlehiyê de dijîn'

Ruba Al-Sheikho, wiha got: “Di erdhejê de mala min hilweşiya û me xwe di jiyana zehmet de dît. Ez bi hevjîn û 5 zarokên xwe re di nava tirs û bêewlehiyê de dijîm. Ji ber şert û mercên zivistanê li kampan jiyan gelek zehmet bû. Hewaya sar a saetên şevê, bandorek neyînî li jiyana me dike. Her wiha kon  dijî barana zêde di bin avê de dimînin.”

‘Di meha 5’an a ducaniyê de zarok ji ber min çû’

Iman A-Hajî ya 28 salî jî da zanîn ku di erdhejê de mala wê hilweşiyaye, diyar kir ku ji erdhejê rizgar bûye lê lingên wê şikestine. Iman A-Hajî, bal kişand ku di mercên bêewle de dijîn û got ku piştî erdhejê gelek caran zarok ji ber çûne. Iman A-Hajî, wiha got: “Ez ducanî bûm û di meha 5’an a ducaniyê de zarok ji ber çû. Salek piştî erdhejê ez disa ducanî mam lê zarokê min dîsa ji ber min çû. Di konan de ji ber tunebûna ewlehî, mehremiyet û kêmbûna lênerîna tenduristiyê, em rastî pirsgirêkên tenduristiyê tên."

'Min zarokatiya xwe winda kir'

Erdhejê li ser zarokan jî bandorên gelek xirab hişt. Hinek zarokên ku malbatên xwe winda kirin li gel xizmên xwe bi cih bûn, hinek ji wan zewicîn û hinek ji wan jî bi jêbûna dest, ling û lebatek xwe ji bin kavilan hatin rizgarkirin. Yek ji van zarokan jî Haneen Al-Annabî ya 15 salî ya hat zewicandin e. Haneen Al-Annabî, diyar kir ku di erdhejê de malbata xwe winda kiriye û wiha got: “Min di erdhejê de ne tenê malbata xwe, zarokatiya xwe û mafê xwe yê perwerdeyê jî winda kir." Haneen Al-Annabî, wiha axivî:

“Min bi xizmên xwe re bi zehmetî konek dît û xwe spartê. Bi hevjînê xwe re di van konan de dijîm, tu çareyek me tune ye. Erdhejê, li ser zarokên ku malbat û hezkiriyên xwe winda kirin, di şevekê de seqet man û hemû jiyana wan serûbin bû, encamek pir xirab hişt.

‘Ez dixwazim li cihekî germ bijîm’

Warda Al-Sabounî ya 10 salî ku piştî bi saetan di bin kavilan de ma û di erdhejê de destê xwe yê çepê winda kir, wiha got: “Ez li Kampa Atmayê dijîm lê dixwazim li hawirdoreke germ ku ji baranê bi bandor nebe bijîm. Li kampan jiyan wiha ne mimkun e. Ez dixwazim perwerdeya xwe xîlas bikim. Ez jiyana asayî, bi aram û ewle xeyal dikim.”

‘Her dem kabûsan dibînim’

Hala Al-Baroudî ya ku hê 6 salî ye, wiha axivî: “Ez ji erdhejê vir ve her dem kabûsan dibînim. Jiyana li kampan zehmet e lê ji ber kabûsa ku me şeva erdhejê jiya, ev kon ji me re weke stargek bi ewle bû. Ez naxwazim di maleke bi beton bijîm, Piranî caran hîs dikim ku erd diheje û ez bi girîn dibezim cem dayika xwe.”