“Tiştên qewimîn wekî duh di bîra min de ne”

Dengê hawara zarokan, şîna jinan ku dighîşt asîman, xaniyên şewitandî-hilweşandî, dûmana ku ji nava xirbeyan bilind dibû… Sohbet Ay a ku bi darê zorê neçar ma gundê xwe yê ku hatibû şewitandin terk bike, dibêje ku ew tenê dikaribû du salan ji gundê xwe dûr bimîne. Sohbeta ku mala xwe jî nû ve ava kiriye û wê rojê qet ji bîr nekiriye dibejê "Careke din tu kes nikare me ji vir derxe."

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Di salên 1990’an de ji ber ferzkirin cerdervanî û gefên dewletê, bi sedan gundên herêmê hatin şewitandin û wêrankirin. Bi vê şewatê re, bi hezaran mirov neçar man koçber bibin û ji gundên xwe yên ku lê ji dayik bûne û mezin bûne sirgûn bûn. Gundê Çirikê yê Pasûra Amedê yek ji wan deran e ku para xwe ji van bûyeran girtiye. Bi sedan kes niha li gundê ku ji hêla leşkeran ve hatibû şewitandin lê di demek kurt de ji nû ve hat avakirin, dijîn.
"Xirbeyên xaniyên xirabûyî şehidên zindî ne" 
Sohbet Ay, yek ji wan jinên ku di bûyera navbera 1997-1998’an de xaniyên wê hat xerakirin e. her kêliya ku wê rojê jiyaye bi bîr tîne. Gava ku Sohbet dibêje ew nikare qîrîna zarokên xwe roja bûyerê û agirê ku bi xaniyên wêranbûyî ketibû ji bîr bike, her ku xirbeyên xaniyên wêranbûyî dibîne zindî dibe. Sohbet şahidiya xwe ya bûyerê bi van gotinan vedibêje: “Ez li vir ji dayik bûm û mezin bûm. Di salên 90’an de, wekî her gundê avêtin ser gundê me jî. Ji mirovan re gotin, an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê ji vir biçin. Xaniyên ku gundiyan ji wan derdixistin dişewitandin. Gava ku ew ketin hundirê malê û xwestin mala me bişewitînin, xesûya min xwe avêt erdê li ber derî û got: "Heta ku hûn min nekujin, hûn nikarîn malê bişewitînin." Xesûya min tevî hemû gef û zextan ji berî derî ranebû.”
"Em piştî du salan vegeriyan gundê xwe" 
Sohbet dibêje ku piştî bûyerê du sal nikaribûne biçin gundê xwe û diyar kir ku di dawiya du salan de piştî ku xaniyê xwe ava kirine digel zarokên xwe vegeriyane gund. Sohbet got: "Piştî xesûya min got heta hûn min nekujin nikarin mala me bişewitînîn', wan mal belav kirin û çûn. Di dema wan bûyeran de, nîvê mala me wêran bû û piraniya xaniyên li gund hatin wêrankirin û şewitandin. Niha jî li gund bermahiyên xaniyên şewitî hene. Her ku ez wan xaniyan dibînim, ew roj tê bîra min. Piştî ku xaniyê me hat şewitandin, em çûn navenda Pasûrê û ji bo xaniyê xwe ji nû ve ava bikin me alîkarî xwest lê kesê alîkariya me nekir. Ji xeynî me piraniya gundiyan çûn Amedê. Lê em du salan li navenda Pasûrê man. Du sal şûnde, em vegeriyan gund û me ji nûve mala xwe ava kir. Dûre min bi zarokên xwe re ji nûve li vir dest bi jiyanê kir.”
"Carek din tu kes nikare me ji vir derxe" 
Sohbet destnîşan kir ku piştî wê rojê, gundî ji ber gefan neçar mane koç bibin û got; "Li gund salek du salan tu kes tunebû. Piştî dem derbas bû mirovan hêdî hêdî dest bi vegera gundên xwe kirin. Niha yên ku xaniyên wan hatibûn şewitandin vegeriyane gund. Wan li şûna xaniyên xwe yên kevn malên xwe ava kirin. Mirovên ku li vir ji dayik bûne û mezin bûne nikarin li navenda bajêr bijîn. Em nikarin hînî bajêr an jî jiyana li bajêr bibin. Tevî her tiştî, em vegeriyan gundê xwe" û destnîşan kir ku ew ê careke din gundê xwe terk nekin.