‘Tevî koçberiyê jî jin êşan vediguherînin xebatên alîkariyê’

Li navendên koçberiyê yên li bajarê Seyda, jin ne tenê koçber in, di heman demê de pêşengên afirînerên bersiva mirovî ne, di navbera êş û xebatê de du qat baran dikşînin.

FADIYA CUMA

Lubnan – Di navbera konên ku ji aliyê koçberan ve hatine danîn û dibistanên li Seydayê bi koçberan dagirtî, çîrokên koçberiyê bi însiyatîfên jinan ên ku pêşengiya xebatên alîkariyê dikin re têkilî hev dibin ku jin ji wergirên alîkariyê vediguherînin aktorên sereke, çalakvanên ku bi rastiyek mirovî ya dijwar re rû bi rû dimînin û di heman demê de lawaziya rewşa jinên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne eşkere dikin.

‘Li gorî derfetan pêwistiyan amade dikin’

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya URDA’yê Cîhan Qeysî der barê kar û xebatên komeleyê de got: "Em li gorî şiyanên xwe beşek ji pêdiviyan peyda dikin. Em li herêmên cuda yên Lubnanê dixebitin û niha li Seydayê ne, di hundirê dibistana fermî ya Lubnan-Kuweytî de ne ku wê dibistanê deriyên xwe wekî stargehek ji bo mirovên bêwar ên ji başûr tên vekiriye."

 


Cîhan Qeysî, destnîşan kir ku ew her dem ji bo alîkariyê kar û xebatên xwe dikin û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Em bi tîmeke xwebexş re bi qasî 1100 kesan li vê navendê bi şev û roj dixebitin. Em kar û xebatên xwe bi armancên mirovî dikin her wiha em kesên koçber wekî malbatên xwe dibînin. Tevî êşa me, em hewl didin êş û azarên wan bi hevkariya şaredariya Seyda û tensîqa bi Wezareta Karûbarên Civakî û saziyên çalak re sivik bikin. Em hewl didin beşek mezin ji pêdiviyan peyda bikin lê ew ji çavkaniyên heyî û şiyanên me zêdetir in û em têr nakin."

Cîhan Qeysî, bal kişand ser pirsgirêkên herî berbiçav ên ku ew pê re rû bi rû dimînin, da zanîn ku yek ji wan jî çêkirina xaniyan û dabînkirina cihên guncaw ji bo kesên nû hatine dibistanê û got: "Em neçar man konan amade bikin, em dixwazin cihên guncavtir ji bo van kesan peyda bikin, nexasim jin, kal û pîr û kesên xwedî pêdiviyên taybet li vir hene. Ev rewş me pir xemgîn dike, nemaze dema ku em dibînin malbat neçar in di wesayîdan de yan li kolanan razên."

‘Em hewl didin rûmeta jinan biparêzin’

Cîhan Qeysî, banga vekirina hejmarek zêdetir stargehên li herêmên cuda yên Lubnanê kir diyar kir ku her malbatek li wê derê çîrokeke wê ya bi êş heye. Her wiha bi lêv kir ku çawa ew rû birûyî çîrokên van malbatan hatine û wiha anî ziman: "Me şahidiya rewşên hilweşîn û tirsê kiriye, bi taybetî jî di nav jinên ku ji bo xwe û zarokên xwe jî pêwistiya lênêrîn û piştgiriya derûnî dibînin. Em li ser bingeha başkirina şert û mercên jin, kal û pîr, zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet birêxistin bikin, dixebitin. Ji ber tunebûna nepenîtiyê di nav navendên qelebalix û cihên kêm ên berdest de rewş dijwartir dibe. Her wiha tesîsên tendurustiyê jî têrê nakin û bi qasî ku pêkan e, em hewl didin rûmeta jinan di van şert û mercên dijwar de biparêzin."

‘Rewşên mirovî yên pir dijwar hene’

Endama Komîteya Tendurustiyê ya Şaredariya Seydayê û çalakvan sivîl, Lîna El-Elam got: "Di şerê berê ku li Lubnanê çêbû de, ez berpirsê yek ji stargehan bûm lê belê min îro tercîh kir ku di nava însiyatîfeke takekesî ya taybet de bixebitim da ku bikaribim rasterast hewcedariya mirovan çareser bikin min dest bi kar kir û tensîq bi şaredariyan, navend û komeleyan re kir. "

Lîna El-Elam, destnîşan kir ku 24 stargehên ku pê re mijûl dibin hene û nêzî 12,000 kesên bê cih û bêwar lê dimînin, ji derveyî ku zêdetirî 40,000 kesên din ku di hundurê malên bajar de dijîn.

Der barê bersiv û alîkariyên fermî de, Lîna El-Elam diyar kir ku pir kêm in û wiha got: "Ew kêm alîkar dibin û barê herî giran dikeve ser însiyatîfên takekesî û rêxistinên civaka sivîl. Piraniya van însiyatîfan jî xwe dispêrin jinan, ji ber ku ew bi xwezayî berpirsyar in û hestiyartir in. Ew hewl didin di çarçoveya şiyanên xwe de alîkariyê bikin, her çendî bi însiyatîfên biçûk ve sînordar bin jî."

 


‘Hejmara jinên bê cih û war ji ya mêran zêdetir e’

Lîna El-Elam, da zanîn ku piraniya serokên stargehan mêr in, ji bo wê jî carnaa ev yek dibe sedema paşguhkirina pêdiviyên taybetî ên jinan ku nayên hesibandin an jî jin nikarin bi hêsanî îfade bikin, hebûna jinan di cihê biryardayînê de girîng e.

Lîna El-Elam li gotinên xwe zêde kir û wiha domand: "Min dît ku hejmara jinên bê cih û war ji hejmara mêran zêdetir e. Ev jin hewceyê lênêrîneke taybet in ku bi alîkariya bingehîn a weke xwarin û stargehê ve sînordar nîn e lê belê, piştgiriya derûnî û civakî jî pêwist e. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku di van şert û mercan de hişyariyeke baş ji bo jinan çêbibe.”

‘Jin stûnên bingehîn in’

Lîna El-Elam di dawiyê de bal kişand ser misyona jinan di nav van kampên koçberiyê de û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tevî dijwariyên mezin ên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin, ew stûna bingehîn in û di warê mirovî de dibin bersiv. Lê belê dadperweriya wan bi naskirina pêdiviyên wan ên taybet, misogerkirina di asta herî kêm a rûmetê di stargehan de her wiha yekser bersiva dabînkirina pêdiviyên wan dest pê dike.”