Tevî derfetên kêm xizmetê ji bo jinan dikin

Yekitiya Jinên Yemenê Şaxa Parêzgeha Ebîn bi derfetên kêm û vîna xwe ya zêde raje û alîkarî didin hemû jinên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Tevî ku parêzgera wan xwedî kevneşopiyên girtî û asê ye jî ew xebat û piştgiriya xwe didomînin.

NÛR SERÎB
Yemen - Yekitiya Jinên Yemenê ya Parêzgeha Ebîn şaxek ji yekitiya jinên Yemenê ye. Ew rêxistineke xweser e di sala 1990’an de, bi armanca mafdayîn, xurtkirin û destdana jinan hatiye damezirandin.
Rajeyên cur be cur digihînin jinan di aliyên aborî, çandî, civakî û siyasî de ji aliyê aborî ve şansa perwerdeyê didin ji bo jin karibin projeyan çêkin û ji xwe re cihên kar ên biçûk vekin û debara jiyana xwe pê bikin. Ji bo jin karibin rola xwe di nava civakê de bilîzin û bi roleke çalak rabin û bigihîjin xweseriya xwe, yekitiya perwerdeyên derûnî, tendirustî û zagonî li bajar û navçeyan semînerên hişiyariyê didin wan.
Yekitî di her warî de dibe alîkar 
Rêveberiya Giştî Ya Yekitiya Jinên Yemenê Şaxa Ebîn Edîla El-xedir ji ajansa me re axivî û got: “Yekitiyê gelek alîkarî ji jinan re kir û hin ji van alîkariyên tendirustiyê ne. Dermankirina bê dirav ji aliyê bedenî û derûnî ve dikin. Ji aliyê zagonî ve jî li dadgehan alîkar in heya bigihîjin mafên xwe yên rewa. Her wiha hevkariya me bi îskava yekitiya neteweyî û bi rêxistina UNICEF’ê re heye ji bo ku bo zarokan parastina rewayî bidin avakirin. Tevî zehmetiyan jî me alîkariya 1514 jinên ji Ebînê kir.
Li gorî rapora salane ya 2020’an a ku ajansa me rûnivîsek jê girt, Yekitiya Jinên Yemenî Şaxa Ebîn, alîkarî daye 1514 jinan û hin ji van jinan ên pêdiviya wan zêdetir bû zêdetir alîkarî girtin. 827 jinan perwerdeya derûnî girtine, 151 jin xizmeta şêwirmendiya derunî girtin, 427 jinan alîkariya tendirustî girtine, 355 jinan alîkariya drav stendine, 42 jinan jî alîkariya diravî ya lezgîn girtine. 99 jinan piştgirya qanûnî li dadgehên Ebîn stendine, Kert ji bo 63 jinan hatin derxistin. 10 jinan ji Ebîn piştgirî ji bernameya bihêzkirina aborî setndine û 2 jin ji bo xwedîkirinê girtin li gel xwe.
Divê ku stargeh ji bo jinan werin çêkirin
Li ser têkiliya wan a bi serweriya xwecihî re Edîla Elxedir da xuyakirin ku têkiliya wan baş e, ew alîkar in ji bo piştgiriya jinan, asayîş jî dema ku di binçavkirin û girtinê de tundî li ser jinan çêdibe, der heqê gunehkaran de çi pêwîst be dike û biryarên guncav distîne.
Parêzgeha Ebîn û Şaxa Yekîtiya Jinên Yemenî ji ber ku li Ebînê malên xwedîkirina destebarê ji bo jinên şîdetê dibînin tune ne, neçar dimînin ku di rewşên wisa de jinan bişînin paytextê. Edîla Elxedir diyar kir ku malên xwedîkirina jinên sîtemxwar û yên şîdetî dîtine li parêzgeha Ebînê tune ne, ev yek jî dihêle di ewşên wisa de em wan bişînin paytexta Yemenê Edenê. Ji bo vê yekê jî dem, ked, û mesrefa zêde tê xwestin. Ji ber wê me pişniyar kir destgehek cîbicîkirinê hebe lê vê daxwaza me red kirin.
Daxwaza me ew e ku malek ji bo xwedîkirina jinan li vir çêbibe yan jî avahiya me tamîr bikin ji bo bibe mala xwedîkirinê, ji ber ku bûyerên heyî yên li welat çêdibin, herî zêde jin ji wan zirarê dibînin. Ev jî dihêle ku gelek jin berê xwe didin me.
Ji bo astengiyên ku li pêşiya karên yekitiya jinan derdikevin Edîla Elxedir ev xal destnîşan kir; "Astengiyên ku derdikevin beramberî karê me ew in diravnameya me ya salane tune ye, avahiya me ya ku di encama şer de xerab bûye nayê tamîrkirin û tunebûna madî lê ruxmî van astengiyan jî karê me berdewam dike.