Temenê mezin li pêşiya hînbûn û hînkirinê nebû asteng

Di çil saliya xwe de hînî zimanê Kurdî bû û di paymengeh û zanîngeha Kurdî re derbas bû. Fîdan mihemed niha pêncî salî ye lê hê jî karê mamostetiyê ji şagirt û xwendekaran re dike.

HESNA MIHEMED
Şehba- Di civakan de perwerde gelekî girîng e ji ber ku rola wê di civakê de bandorê li ser gelan dike. Dewleta tirk a dagirker her hewl dide êrîşê civakên xwedî perwerde û zana bike. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ava bû gelek derfetên xwendina bi zimanê dayikê li pêşiya gel vebûn. Li ser asta Rojavayê Kurdistanê yekem dibistana ku bi zimanê Kurdî bê xwendin li kantona Efrînê bû. Efrîniyan bi vekirina derfeta xwendina zimanê zikmakî ji xwe re pêşketinek ava kirin û di asta xwendin û nivîsandina bi Kurdî xwe bi pêş xistin. Ji bo ku fêrî zimanê dayikê bibin temenê wan nebû asteng li pêşiya wan ji zarokan heya kesên bi temen mezin xwestin fêrî zimanê xwe bibin. Ziman hebûna civakê ye, Kurdan bi taybetî Efrînî hebûna xwe ji qirkirin û tunekirinê diparêzin û zimanê Kurdî her fêrî nifşên pêşerojê dikin.
Fîdan Mihemed Memo 50 salî ye û ji gundê Şorba yê girêdayî navçeya Mabetaya Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Fîdan di temenê xwe çil saliyê de fêrî zimanê Kurdî bû û niha jî mamosteya zimanê Kurdî ye û nifşên pêşerojê bi zimanê dayikê perwerde dike. Temenê Fîdan ê mezin nebû asteng li pêşiya fêrbûna wê ya ziman. Fîdan niha li wargeha koçberiyê ya Berxwedan karê mamostetiyê dike. Der barê çîroka fêrbûna Fîdan de wê nêrîna xwe bi me re parve kir.    
"Dema berê me bi dizî dixwend"
Di malbeta wê de qedexe bû ku ji bilî zimanê dayikê biaxivin loma xwesteka wê ji fêrbûnê re gelek bû lê derfet di demên rejîma Baasê de tunebû. Fîdan wiha behsa jiyana xwe kir: "Di malbata min de qedexe bû ku em ji bilî zimanê zikmakî biaxivin loma me di nav malbatê de ji qirkirinê ew diparast lê ji ber tirsa rejîmê me bi dizî diaxivîn û dixwend. Wê demê dayik û bavê min li gel nivîskar û mamoste Osman Sabrî fêrî Kurdî dibûn û em jî bi xwe re fêr dikirin. Em wek malbat bi çand, ziman û dîroka xwe ve girêdayî bûn. Di temenê 14 salî de ez fêrî zimanê Kurdî dibûm. Di refa 11’an de ez zewicîm lê zewac nebû astengî li pêşiya xwendina min piştî wê dîsa min xwendina xwe berdewam kir û di zanîngehan re derbas bûm ji ber wê di milê zanînê de ez dewlemend im."
"Ruxmî mezinbûna temenê xwe zanîngeh xwend"
Piştî ku ew ji bajarê Şamê derketin û vegeriyan welatê xwe Efrînê derfeta xwendina bi zimanê Kurdî berfirehtir bû Fîdan wiha berdewamî da gotinên xwe: "Piştî şoreş ava bû em vegeriyan Efrînê, wê demê jî derfetên xwendina bi Kurdî gelek hebûn. Min xwest di warê zimanê Kurdî de xwe bi pêş bixim. Ez derbasî Saziya Zimanê Kurdî bûm û di wir min sê astên Kurdî derbas kirin û wek endama SZK'ê cihê xwe girt. Min destpêkê wekî mamosteya refa yekemîn kar dikir wê demê temenê min 40 salî bû. Di heman demê de ez rêvebera akademiya mamosteyan jî bûm, piştre fêrî biranşa Kurdî jî bûm û di Kurdî de min xwe zêdetir xurt kir. Meraqa xwendin û fêrkirinê bi min re hebû. Ez di asta mal û bermaliyê de nemam."
"Piştî koçberbûnê jî dev ji kar berneda"
Fîdan diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, ew roj ji wan re bûye rojek reş û wiha got: "58 rojan me li hember dewleta tirk û çeteyên wê berxwedanî kir. Em wek mamoste her kêlî di nav berxwedan û tekoşînê de bûn. Me alîkarî dida kesên ku ji malên xwe derketine û hatine navenda Efrînê û ew bi cih dikirin. Roja derketina me ji Efrînê gelek bi êş û azar bû, bi taybetî li ser dayikên ku zarokên wan di nav şer de mabûn zehmet bû. Piştî em gihîştin kantona Şehbayê me wek mamoste karê xwe berneda û ji bo bi cihkirina gel û dîtina mal ji wan re em xebitîn. Dema ku wargeh ava bûn me dîsa karê xwe berdewam kir. Me ji konan dibistan ava kirin û nehişt zarokên me ji xwendin û dibistanê qut bibin, bi derfetên heyî re me ew perwerde dikirin. Me nexwest di kaçberbûna xwe de em ji xwendinê dûr bikevin. Armanca me ji vê yeke ew bû ku şagirtên me ji dibistanê qut nebin, ji ber ku civakeke bê perwerde û zanist be bingeha wê hildiweşe."
"Li ser şopa pakrewanên xwe dimeşim"
Tevî ku temenê wê mezin û mamoste ye jî dayika pakrewanekî ye. Fîdan di Berxwedana Serdemê de kurê xwe yê bi navê Şêrwan Koro fedayî axa Efrînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de kurê min li eniya şer bû û li dijî dagirkeran şer dikir da ku axa xwe ji dagirkeriyê biparêze. Piştî em ji Efrînê derketin agahiya me ji wî qut bû.
Wî di berxwedana navçeya Cindirêsê de li ber xwe dida. Dema ku agahiya şehadeta wî ji min re hat ez gelek xemgînî bûm lê li aliyekî serî min pê bilind bû. Min tu carî şehadeta kurê xwe nekir asteng li pêşiya karê xwe, hewldanên min xurtir bûn ji bo ku ez li ser şopa kurê xwe bimeşim û berxwedana wî temam bikim. Ez ê heya dawiya jiyana xwe karê mamostetiyê bikim."