“Têkoşîna me ji bo azadiya jinên li Efrînê tên revandine”

Endama koordinisyona Kongra Star a herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed diyarkir ku revandin û îşkencekirina jinên Efrînê ji bo wan sedema sereke ya bilindkirina têkoşînê ye.

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî ku Efrîn hate dagirkirin û ket bin kantroam dewleta tirk û çeteyên wê tu aramî û ewlehî li wir nehat dîtin. Ên herî zêde li Efrînê bi kiryaran re rû bi rû dimînin jin e, ji ber ew kok û bingeha civakê ye dixwazin bi hedefgirtina jinê îradeya civakê biçewsînin. Jin ji aliyê komên çeteyan ve tên revandin û di zîndanan de îşkence li wan tê kirin. Heta niha çarenûsa gelek ji wan jî nediyare. Di demên dawî de bi navê “ewlehiya siyasî” hamleyek nû ya girtin û windakirina sivîlan dane despêkirin. 
Dayika du zarokan hê windaye
Li gor çavkaniyên herêmî di dîroka 13'ê Îlonê de jina bi navê Ferîda Mustafa 28 salî ya dayika du zarokaye ji aliyê komek çeteyan girêdayî dewleta tirk a dagirker ve hate revandin. Ev jin ji niştecihên gundê Kûrka ya girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Farîda dema ku serdana hevjînê xwe Muhemed Ebd El Qadêr Sîdo li zîndanên çeteyên dewleta tirk ên li navenda kantona Efrînê, dikir hate revandin.
Arîn a 300 rojan di zindanê de mayî cardin hat girtin
Di dîroka 15’ê Îlonê de jî çeteyên bi navê "El Hemzet" ên girêdayî dewleta tirk a dagirker in keçkek ciwan a bi navê Arîn Dilê Hesen a 23 salî ya ji gundê Kîmarê ya navçeya Şêrewa Efrînê  revandin. Çarenûsa Arîn heya vê kêliyê ne diyare û komên çete xwe gihandine malbata Arînê û doza peran kirin, ji malbeta Arîn bi qîmeta hezar dolar dixwazin heya ku Arîn serbes berdin. Arîn ev bû cara duyem ji aliyê çeteyan ve tê revandin, cara yekemîn jî di 27'ê Subata 2020'an de hate revandin wê demê nêzî 300 rojan di zîndanên çetan ên weke Ezaz, Bab û zîndana Maratê ya navenda Efrîna dagirkirî ku bi dehan jinên ciwan dîlgirtî û di wan zindanan de dimînin de mabû. 
Têkildarî revandian jinan li Efrînê û kiryarên li ser wan tên kirin, endama koordinisyona Kongreya Star a herêma Efrîn Elîf Şêx Mihemed nirxandinên giring kir.
“Bi revandina jinan dixwazin civakê teslîm bigirin”
Elîf Şêx Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser revandina jinan û got: "Li Efrîna dagirkirî gelek kiryarên dij mirovî li ser welatiyan û bi tayebt jî ser jinan tê meşandin. Bi revandin, qetilkirin û tecewîzkirina jinan dixwazin îradeya civakê bidin şikandin. Daxwaza dewleta tirk a dagirker ew e ku fikirê Osmanî li herêmê belav bike ku taybet fikirê tunekirina jinane. Di van demên dawî de gelek jin hatin revandin, yek jê jina bi navê Farîda Mustafa ku dixwast serdana hevjînê xwe yê li zîndana dewleta tirk bike, ji aliyê çeteyan ve hate revandin. Jina ku dixwaze serî li hember dagirkeriyê hilde di kiryaran re derbas dibe. Çeteyên Erdogan her tim jinê di nav civakê de biçûk dihêle. Li Efrînê çarenûsa jinan ne diyare û di bin îşkencê de dijîn. Xwesteka dewleta tirk a sereke ew e jin dev ji şoreşê berde û ji hebûna xwe bêzar bibe.”
Elîf Şêx Mihemed destnîşan kir ku wê êrîşên li herêmên dagirkirî ser jinan tên meşandin ticarî cavên wan netirsîne û nebe sedema paşdexistina wan û wiha domand: “Em jinên Efrînê li Şehabyê bersiva dagirkeriyê didin. Dê tu carî girtin û revandina jinan xeta berxwedana me lawaz nake û em zêdetir ji bo azadiya jinan dixebitin."