Têkoşîna li hemberî dorpêça li ser penaberên Mexmûrê
Endama Peywendiyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan di derbarê hewildanên wan ên rakirina ambargoya ev salek nîve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê tê meşandin de got: “Li hemberî nêzîkatiya PDK’ê ya bi birçîbûnê vîna me teslîmgirtinê hîn zêdetir hêrsa me ya berxwedanê mezin bûye.”
HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Ev salek û nive hikumeta herêma Kurdistanê (PDK) amborgo daniye li ser Wargeha Penaberan a Mexmurê. Ji roja ku ambargo hatiye danin heta niha 2500 kes bê kar man her wiha rê nayê dayin nexweş, esnaf û xwendekar bikevîn bajarê Hewlêr de. Gelek caran karker û xwendekarên zaningehê ku xwestine bi rêyên qaçax herin kar û dibistanên xwe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin û heta niha jî aqubeta hinek ji wan ne diyare. 4 dayikên ducanî ji ber hêzên PDK’ê rênedina bigihînin nexweşxanê pitikên xwe winda kirine. Du zarokên 5, 6 mehî ji ber nekarin di demek zude bigihinin bizijkên pispor jiyana xwe ji dest dan. Du welatiyên qeyîrana dil derbaz kirin ji ber li cihê qontolê yên ser bi PDK’ê ve hatin sekinandin heta gihandin nexweşxanê êdî bijîşkan nekarin mudehele bikin û jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê
Di bin dorpêç û embargoyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî ser wargehê didome. Di pêvajoya embargoyê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî şîvanên wargehê kirin di nava hêzên parastina Mexmurê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer derket. Di encamê de sê şivan birindar bûn û dû çete hatin kuştin.
Sê caran bi firokeyan hat bombakirin
Ev jî nebesbû di heman pêvajoya embargoyê de wargeh sê caran buye hedefa firokeyên dewleta tirk ên cengê û her carê welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Cara yekem di şeva 19’ timehê 2019’an de êriş pêkhat û di encam de dû hemwelatî birindar bûn. Cara dûem di roja 14’ê Nisana 2020’an de ev wargeh cardin hat bombabarkirin di encam de sê jinên ku ji bêriyê dihatin bûn hedefa êrîşan û hatin qetil kirin. Cara sêyem jî di dîroka şeva 14’ê hezirana 2020’an de nêzî saetekê bê navber wargeh hat bombabarkirin, di ecam de ziyanên canî çênebû lê belê zarerek mezin giha baxçe û lawirên welatiyan.
Ji bo ambargo rabe gelek caran hewil hat dayîn ku bi saziyên peywendidar re hevditin were çêkirin, lê belê bê encam man. Dayikên wargehê ji bo ambargo rabe çalakiya runiştinê li darxistin lê belê ji aliyê hêzên PDK’ê ve rastî heqaret û şidetê hatin. Ji ber heqareta hêzên PDK’ê çalakî bê encam bi dawî bû.
Di derbarê sal û nivê ambargoyê de endama Peywendiyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê ya ser bi bajarê Musil ê Îraqê Leyla Arzu Îlhan ji ajansa me NUJINHA re nirxandin kir.
‘ji bo rakirina ambargoyê helwesta gel jî gelek xurt bû’
Leyla Arzu Îlhan diyar kirk u dema ev ambargo ji aliyê PDK’ê ve pêkhatî bi awayek demkî bû û ev salek û nîve gelê wargeha hina jî di bin ambargoyê de jiyan dike û wiha domand: “Destpêkê ev ambargoya ku ev salek û niv zêdetire berdewam dike, ji aliyê hukumeta herêmê ve bi awayek demkî bû. Lê belê ev bû salek û niv zêdetire ev ambargo li ser Wargeha Mexmurê berdewam dike. Di nava vê sal û nîvê de gelê wargehê zerer û bedelên gelek giran dan. Di heman demê de ji bo rakirina vê ambargoyê helwesta gel jî gelek xurt bû. Ji bo ku ev ambargo ya li ser civakê tê meşandin em rakin me gelek hewildan kirin. Ev rêgiriya ku ji aliyê hikumeta Hewlêrê ve tê pêkanin bi zextên dewleta tirk li ser gelê me tê meşandin. Em hemû di zanin ev bê mafiye di çarçoveya tu qanunan de nîne û nayê pejirandin jî. Di hevditinên ku me bi hikumeta Iraq û Netewên Yekbûyî re kirin jî kesek ji wan aligirê vê zext û dorpêçê nebûn. Ev yek derket holê ku ev rêgirî tenê ji aliyê dewleta tirk ve bi destê PDK tê kirin.”
‘Jinên wargehê ji serokomarê Iraqê Berhem Salih re nameyek nivisand’
Leylayê da zanîn ku dayikên aştiyê yên Mexmurê ji bo dorpêç rabe nêzî 28 rojan li bazgeha seytera PDK’ê çalakiya roniştinê pêk anîn di wê çalakiyê de bi êrîş û heqareta hêzên PDK’ê re ru bi ru man û wiha berdewam kir: “Ji bo sedemê vê dorpêçê were zanîn û were rakirin me gelek hevditin bi hikumeta herêmê, hêzên Iraqê û Netewên Yekbûyî re kirin. Di çarçoveya encam negirtina hevditinên ku hatine kirin de dayikên aştiyê yên Mexmurê nêzî 28 rojan li bazgeha seytera PDK’ê çalakiya roniştinê pêk anîn di wê çalakiyê de bi êriş û heqareta hêzên PDK’ê re ru bi ru man. Daxuyanî ji bo raya giştî, hikumeta Iraqê, Netewên Yekbûyî û ji bo raya Kurd hatin nivîsandin. Me weke jinên wargehê ji serokomarê Iraqê birêz Berhem Salih re nameyek nivisand dan. Di nameyê de me diyar kir ku ev dorpêç a li ser Mexmurê tê meşand ne di sînorê tû qanunan deye. Di nava wargehê de çalakiyên cur be cur hatin meşandin, bi Netewên Yekbûyi re dehan car rewş hat goftogokirin. Ji bo bal were kişana li ser vê dorpêçê dostên kurdan ên li Avrupa kampanya piştgiriyê dan destpêkirin û li ser navê me bi Netewên Yekbûyi re hevditin hatin çêkirin.”
Leylayê destnîşan kir ku di encama hevditinên wan de ne rewabûna vê dorpêçê derket holê û wiha pêde çu: “Di heman demê de li herêma Kurdistanê bi hêzên siyasi û pişkên hikumeta herêma Kurdistanê, saziyên sivil ên herêma Kurdistanê û yên Iraqê re hevditinên me çêbûn. Bi awayek eşkere di encama van hevditinan de nerewabûna dorpêça PDK’ê ya li ser wargeha Mexmurê derket holê.”
‘Dewleta Tirk ji ambargoyê cesaret kir ku were wargeha me bombabaran bike’
Leyla di derbarê zerarên ku di nava salek û nivê ambargoyê de gihaye gelê Mexmurê jî ev nirxandin kir: “Bê guman ji vê ambargoyê me gelek bedelên giran dan. Neçuyina gelê me ya herêma Kurdistanê û navenda herî nêzî wargeha me bajarê Hewlêrêye ku em nikarin pêwistiyên xwe yên rojane, aborî, tendirustî û perwerdê pêkbînin. Ji ber ev pêwistiyên me hemû bi ser Hewlêrê re dihat pêkanîn. Li gorî vê pêwistiyên me, dayikên me yên du canî ji ber nekarîn xwe bigihînin nexweşxanê zarokên xwe winda kirin. Bi vî awayî 4 jinan zarokên xwe ji destdan. Dû zarokên ku hin 5,6 mehî bûn ji ber nekarîn xwe di demek zude bigihinin bijîşkên pispor jiyana xwe ji dest dan. Dû welatiyên qeyîrana dil derbaz kirin ji ber li cihê qontolê yên ser bi PDK’ê ve hatin sekinandin heta gihandin nexweşxanê êdî bijîşkan nekarin mudehele bikin û jiyana xwe ji dest dan. Qasî 2500 welatiyên me yên ku rojane ji bo debara jiyana xwe li Hewlêrê kar dikirin, êdî nikarin bixebitin. Jivana qasî 730 jin ji kar hatin derxistin û rewşa aboriya wargehê gelek nebaş bûye. Li gorî lêkolinên komîta tendirustiyê ya wargehê 1200 nexweşên wargehê yên kironik hene ku pêwiste mehê carekê di bin kontrola bijîşkan re derbas bibin. Lê belê ev qasî sal û nivê zêdetire van kesan nekarine kontrolên xwe yên bijişk pêk binin û nexweşyên wana gihane asta herî dijwar. Eve hemû bandoriyên nerênî yên amborgoyêne li ser me hatin meşandin.
Di aliyê din de jî ambargoya ku li ser navê hikumeta herêma PDK’ê li ser wargehê didomîne, dewleta Tirk cesaret kir ku were wargeha me bombabaran bike. Ji pêvajoya ambargoyê heta niha sê caran û bi giştî çar caran wargeha me hatiye bombaran kirin û me bedelên gelek giran dane. Bê guman ev hemû metirsiye ji bo jiyana civaka vê derê. Herêma ku em lê dijîn di bin metirsiya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de ye heta çend caran çeteyên DAÎŞ’ê hewil dan ku êrîşî wargeha me bikin. Evane hemû ji hev ne qutin bi hev ve girêdayine. Ger PDK ambargo ne danya ser civaka wargehê wê dewleta tirk ew qas bi hêsanî ne kariya Mexmurê bombabaran bike, wê çeteyên DAÎŞ’ê nekariya di her hewildanê de bihata êrîşî ser wargehê bikira.”
‘Di bin embargoyê de nexweşiya coronayê’
Leyla Arzu bal dikêşe li ser bandoriyên nexweşiya Korana ya li ser wargeha Mexmurê û wiha pêde diçe: “Li ser vê yekê ji sala 2020’an de mirov hemû bi nexweşiya corona ya ku buyî bela serê hemû cîhanê, li Mexmûrê jî me bandoriyên giran jê dîtin. Ji ber di nava ambargoyê de ne rewşek baş ya aboriyê ku mirov bikare pêwistiyên xwe bi cih bine, ne tendirustiyeke ke mirov ji civakê re bibe bersîv hebû.”
‘Ji niha û pêde jî ew helwesta pêwîst wê hin mezintir bibe’
Leyla da diyarkirin ku gelê wargehê wê li dijî van leyistokên li ser wargeha tê meşandin hertim berxwedana xwe bilid bikin û wiha dom kir: “Ev rêgiriya PDK’ê ya li ser Mexmurê bû xeteriyek li ser civakê. Li ruxmê van hemû hewildanên teslîmgirtina civaka Mexmurê, disa gel di asta herî jor de li himber van leyistokên li ser wergehê tê kirin bertekên xwe dan nişandan. Li gor rewşa ku mirov di şopine ji niha û pêde jî dê ew helwesta pêwîst hin mezintir bibe û heta mirov dikare dawî li vê siyaseta qirêj ya dagirkeran li ser Kurdistanê bîne wê bi têkoşîn û berxwedana civakê û dawî li van hêzan were. Ji ber ev sal û nive armanca ambargoyê ewbû ku me bi birçîbunê terbiye bikin û bi karin vîna me teslîm bigrin bû. Dema em sal û nivê ambargoyê di nirxînin li cihê ku îradeya me were şikandin û em teslim bibin beravajî vêna helwesta me ya li beramberî dagirkeriyê hin dijwartir û hîn bilintir bûye. “
‘Bê guman dê têkoşina me ye li himberî dorpêçê berdewam bike’
Endama Peywendiya Karê Derve ya Wargeha Mexmurê Leyla Arzu Ilhan di dawiya axaftina xwe de balê dikişîne li ser hewildanên wan ên rakirina ambargoyê û wiha dibêje: “Bê guman têkoşina me ye li himberî vê dorpêçê wê berdewam bike. Weke çawa ji destpêka ambargoyê heta niha tekoşîna me çawa ne sekinî berdewame, wê ji niha û pêde jî berdewam bike. Li ser vê yekê em bi karibin Netewên Yekbûyi, Hêzên Iraqê û saziyên civaka sivil yên ku li herêma Iraq û Kurdistanê heyî, li beramberî bê mafiya ku li ser wargehê tê meşandin bi kevin tevgerê. Erkên ku dikevin ser milê wana ew jî pêkbînin û em bi karin rojeva di nav gelê Kurd de avakirina Yekitiyek Netewî û parastina destkeftiyên kurdan bikare me hemuyan bi serkeftinê re tacîdar bike wê di rojeva me debe. Ji ber em vêna baş dizanin leyistoka ku niha li ser wargehê tê meşandin, ji politakêyên giştî li ser Kurdistanê tê meşandin ne qutin.”
Leyla Arzu Ilhan kiye?
Leyla Arzu Ilhan ji Zaningeha Sellahedin ya bajarê Hewlêrê beşê Şiwênewar mevzun bûye. Di navbera salên 2011-2015’an de di akademiya Arkolojî de bi rêxistina navdewleti ya parastina berhemên dirokî WMF de xebat daye meşandin. Di navbera salên 2015-2017’an de bû hevseroka Meclisa Gel a Demokratik a Mexmûrê û di heman demê de li Akademiya Ş. Ferhat Kurtay mamostaya dersa dîrok bû. Di sala 2018-1019’an de bû Hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê. Di sala 2020’an de bûye endama Têkiliyên Karên Derve ya Meclisa Îştar a Mexmûrê û di heman dimê de li dibistanê mamaostaya dersa dîrokê ye.