Tama ‘danûk’ bi kenê zarokan û bendewariya wan xweş dibe
Tevî pêşketina makîne, alav û teknolojiyê jî jinên li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kevneşopiyên herî kevin ên ji nifşan digihîjin nifşên din didomînin. Çêkirina danûk ku mîraseke gelêrî ye, heta îro jî li gundan tê çêkirin.

RONÎDA HACÎ
Til Temir – Di dawiya demsala çinînê û destpêka meha Îlonê ya her salê de, gelek dayik danûk çêdikin. Kelandina danûk di nava niştecihên gundan de bi nav û deng e. Ji ber pêşketina şaristanî û pîşesaziyê ku cîhan pê re rû bi rû ye, hinek kevneşopî winda nemane lê hê jî dayikên ku li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, rêbazên kevin ên çêkirina berhemên xwarinê yên wekî ‘danûk’ diparêzin.
Dayika bi nave Hemama Dahir a 59 salî ji gundê Til Necma yê girêdayî navçeya Til Temirê dijî. Hemama dayika 4 keç û lawekî ye û dapîra 8 zarokan e. Ew çanda kelandina danûkan diparêze û her sal di heyva Îlonê de çêdike û bang li zarokên keç û lawên xwe dike ku pê şa bibin û para xwe jê bigrin.
‘Em her sal bêsebir li benda vê rojê ne’
Hemama Dahir, behsa rêûresmên amadekirina 'danûk' a li malê kir û got: "Danûk mîrateyek kevnar e ku ji dê û dapîrên me maye. Çêkirina danûkan karekî pir westiyayî ye lê dîsa jî em her sal çêdikin. Em her sal bi bêsebriyeke mezin li benda vê rojê ne, ji ber ku ew bextewarî û şahiyê bi xwe re tîne. Dema ku em li dendikên genim ên zêrîn di sîtilan de dikelin dinêrin kêfxweş dibin."
Hemama wiha behsa çêkirina kelandina danûkan kir: "Piştî ku çinîna genim bi dawî dibe û genim tê çinandin, malbat hinek xwe ji bo kelandinê vediqetînin.Ji saetên serê sibeyê ve, amadekariyên kelandinê dest pê dikin. Genim ji kevirên piçûk û axê tê paqijkirin û dûre çend caran bi avê tê şûştin heta ku baş paqij dibe. Piştre genim tê kelandin. Piştî ku pêvajoya kelandinê temam dibe, danûk li ser banên xaniyan li cihekî paqij tê raxistin da ku tav û hewa lê de û bi tevahî zuwa bibe. Ji danûkan savar û dan tê çêkirin.”
‘Zarok jî para xwe ji kêfxweşî û bextewariyê digrin’
Li gorî Hemama, rêûresma çêkirina danûk bêyî kenê zarokan temam nabe, yên ku bi tebeqeyên piçûk li dora sîtilan dicivin û li benda xwarina para xwe ne zarok in û wiha didomîne: "Danûk kêfxweşiyê dide zarokan. Ên ku ji kêliyên pêşîn ên çêkirina wê ve dicivin û bi bêsebrî li benda para xwe ne zarok in. Her sal dema ez çêdikim bang li zarok û neviyên xwe dikim da ku kêfxweş bibin û para xwe jê bigrin. Xweşbûna çêkirina danûkan bi kombûna zarokan û bendewariya wan a ji bo girtina para xwe ye. Ev dîmekekî pir xweş e."
‘Jin çandan diparêzin û reveberiya karûbaran dikin’
Hemama bal kişand li ser rola jinan di rêvebirina karûbaran de û got: “Jin her dem, bi keda xwe mîrate û çandan diparêzin. Ên ku ji bo demsalan dabînkirina pêdiviyên malê, bi taybetî di zivistanê, amadekariyê dikin jin in. Ji ber vê yekê, jin di rêvebirina karûbaran de roleke sereke dilîzin. Min û cîrana xwe me danûk çêkir û em ê bi hev re bibin aşê ji bo bibe savar û dan.”
Hemama wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku 'danûk' tê çêkirin û zuhakirin, di aşê de tê hêrandin û dibe savar û dan.”