Talîbanê jinên Efgan ji karmendiyê daxist asta parsektiyê
Li Efganistanê ji ber zextên Talîbanê û xizaniyê, bi hezaran jinên ku berê xwedî kar bûn, niha ji bo debara xwe mecbûr dimînin ku li kolanan parsekiyê bikin û rastî binpêkirinên giran tên.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Li Efganistanê dîroka diyardeya parsektiyê ne pir dirêj e. Lê ji ber dehsalên şer, xizanî û hilweşîna aborî, ji bo gelek kesan bûye wek beşek ji jiyanê. Ji bo hindek kesan, pîşeyek û ji bo gelekan, çareya dawîn e. Piştî ku Talîban di sala 2021’an de vegeriya ser desthilatê, tewar jinên ku berê di ofîsên hikûmetê an sektora taybet de dixebitîn jî, niha li kêleka rêyên bajarên mezin ji bo debara xwe dikin.
Zextên Talîbanê û raporên xizaniyê
Di vê navberê de, Talîban li gelek bajaran kesên ku parsektiyê dikin digirin da ku asta xizaniya li welat veşêrin. Hindek girtiyan ragihandin ku di girtîgehan de rastî lêdan, heqaret û şermê tên. Li gorî raporek 2025’an, li Efganistanê 37 hezar û 946 kesên ku parsektî dikirin hebûn. Talîbanê 37 hezar û 212 ji wan, wek “parsekên profesyonel” binav kir. Di heman demê de, raporên Neteweyên Yekbûyî bêewlehiya xwarinê ya berfireh û bêparbûna ji pêdiviyên bingehîn nîşan didin. Lê belê, berdevkê Talîbanê zêdebûna xizaniyê înkar kir û îdia kir ku di kolanên Efganistanê de kesên ku parsektiyê dikin tune ne. Lê çîrokên jinên ku li kolanên bajarên cûda radiwestin da ku debara xwe bikin, wêneyek pir cûda nîşan didin.
Şahgul: Ji Pirtûkxaneyê heta girtîgehê
Şahgul Wehîd berî ku Talîban desthilatdariyê bigre destê xwe, li kolanekê li Kabîlê xwedî pirtûkxaneyek bû. Piştî ku Talîban hat ser desthilatê, demekê hewl da ku xebata xwe bidomîne, lê rewş baş nebû. Sê zarokên wê hene ku divê xwedî bike û heta niha sê caran hatiye girtin.
Cara dawî, Talîbanê ew neçar kir ku soz bide ku careke din li kolanan nexebite û hişyarî da wê ku ger ew vegere, ew ê ji ber çarenûsa zarokên xwe berpirsyar be. Şahgul wiha got: “Ez ne parsek bûm, lê her cara ku ez dihatim girtin, wan li min dixistin, heqaret li min dikirin û min dibirin zindanê. Min gelek keç û kurên ciwan ku ji ber parsekiyên hatine girtin dîtin. Lê nizanim çi bi serê wan hat.”
Fewziya Xudadad û çîroka wê ya travmatîk
Li Mazarê, em rastî Fewziya Xudadad a dayîka 4 zarokan e, hatin û ji me re axivî. Di destê wê yên ku dilerizîn de çend pênûs hebûn. Berî ku Talîban vegere ser desthilatdariyê, li ofîseke hikûmetê dixebitî. Hevjînê wê leşkerekî Artêşa Neteweyî ya Efganistanê bûye, salek berî vegera wan li Xostê di şerekî li dijî Talîbanê de hatiye kuştin. Fewziya wiha behsa çîroka jiyana xwe kir: “Hevjînê min derketibû ku nan bîne, lê Talîbanê hevjînê min kuşt. Îro, min karê xwe winda kir, niha li kêleka rê me û parsekiyê dikim. Lê belê ji bo ku ji aliyê Talîbanê ve neyêm girtin, xwe wekî ku pênûsan difroşim nîşan didim.”
Guhertina Bamiyanê û rewşa Gulsum Elî
Li Bamiyanê, xizaniyê bajar jî guhertiye. Beriya vegera Talîbanê ya li ser desthilatê, li parêzgehê parsektî wek diyarde kêm bû. Eger malbatek bi xizaniyê an bêkariyê re rûbirû bima, gelek kes pereyên xwe kom dikirin ji bo ku pê re alîkar bin an amûrên din bikirin ji bo ku debara xwe bikin. Lê îro, feqîrî ewqas belav bûye ku gelek kes êdî nikarin alîkariya hev jî bikin.
Li ser yek ji rêyên Bamiyanê, em rastî Gulsum Elî hatin. Ew, jineke navsere ye û di meş û nefesgirtinê de zehmetî dikşîne. Wê em birin mala xwe ya sade, li wir em rastî bûka wê ya biçûk û sê zarokên wê yên biçûk hatin. Li quncikekî odeyê, kurê Gulsum Cewad Elî yê nexweş, di tariyê de bêhna xwe distend.
Gulsum ji me re wiha behsa çîroka xwe kir: “Berî ku kurê min felc bibe, jiyana me çêtir bû. Ew di înşatê de dixebitî. Rojekê, ew ji avahiyek bilind ket xwarê û êdî nikare bimeşe. Niha divê ez vî karî bikim. Bê guman, rewşa min hîn jî ji gelek kesên ku parsek ên din çêtir e, ji ber ku ez hîn nehatime girtin.”
Destdirêjî û metirsiyên kolanan ji bo jinan
Lê ji bo jinan, parsektîkirin ne tenê li kêleka rê rawestîn û xwestina alîkariyê ye. Jinek ji Kabîlê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji me re behsa destdirêjiya rojane ya ku li kolanan pê re rûbirû dimîne vegot. Wê ragihand ku rastî awirên bi meraq, heqaret û pêşniyarên fuhûşê hatiye û wiha got:“Pirsgirêka me ne tenê windakirina karên me û destwerdana ji bo parsektiyê ye. Jinên li kolanên Kabîlê rojane rastî tacîz û muameleya nemirovane tên jî hene. Ji bo debara xwe bikin, em neçar in ku bi fuhuşê re mijûl bibin. Keçên ciwan jî li kolanan xwe ewle hîs nakin. Ew ji êrîşên çeteyên sûcdar û bazirganên narkotîkê bê parastin in.”
Ew bawer dike ku Talîban ji vê rewşê haydar e lê ji bo têkoşîna li dijî wê ti tedbîran nagre.
Nêrîna çalakvana mafên mirovan Nada Zarîf
Ji bo bidawîkirina van vegotinan, em ji bo ku rewşa jinan û bandorên xizaniyê lêkolîn bikin, bi çalakvana mafên mirovan û jinan a li Heratê Nada Zarîf re axivîn. Nada rewşa jian û tengasiyên ku di jiyanê de dikşînin wiha anî ziman: “Bi sînordarkirina hebûna jinan a di civakê de û bêparkirina ji kar û perwerdehiyê, Talîbanê ew bi xizanî û zirareke hîn mezintir re rûbirû hiştine. Xebata li ofîsên hikûmetê û ne-hikûmî, ji bo jinan qedexe ye. Lê jinên ku ji bêhêvîtiyê an jî ji her rêyekê ji bo xwedîderketina li malbatên xwe serî li parsekiyê didin, bê parastin û ewlehî dimînin.”
Encam
Çîrokên Şahgul, Fewziya, Gulsum û gelek jinên din ên ku em navên wan nizanin, ne tenê çîrokên çend kesan in. Li pişt her destê ku ji bo alîkariyê li kêleka rê hatiye vekirin, dibe ku jinek hebe ku carekê xebitiye, malbatek xwedî kiriye û jiyanek cûda jiyaye. Îro, xizanî, bêkarî û qedexeyên berfireh ew ber bi kolanan ve ajotine hene. Li Efganistanê îro, ev diyarde ne tenê nîşana xizaniyê ye. Ew çîroka jinên ku derfeta kar û serxwebûna aborî winda kirine û her roj ji bo jiyankirinê derdikevin kolanan, di nav tirsa girtinê û hewcedariya bêhêvî ya nan de jî tên hiştin.