Talîbanê deriyê dawî yê hêviyê li kêmendamên keç girt

Bi fermana nû ya Talîbanê ku çûyîna keçên ji 12 salî mezintir a navendên taybet qedexe dike, deriyê dawî yê hêviya perwerde û hêzdarkirinê li zarokên kêmendam ên kor û kerr li Kabîlê hat girtin.

 BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Dema ku mirov di jiyana xwe de xwedî astengiyek fîzîkî be, ev yek tê wê wateyê ku rêyek nû û cuda ji bo mirovan dest pê dike. Li Efganistanê seqetiyek bedenî an mirovek kêmendam be mîna ku kor an jî kerr û lal be, tê wateya rêyek tijî astengiyan ku ji zarokatiyê ve dest pê kiriye. Ev rê ji bo keçan pir dijwartir e. Ev zarok pir caran ji mafê xwe yê bingehîn ê perwerdehiyê bêpar dimînin û di navbera helwestên du alî yên civakê de, ji nefretkirinê bigre heya dilovaniyê, mezin dibin. Ev dema tevgerê ne tenê di civakê de wan ji derfetên wekhev bêpar dike, di heman demê de baweriya ‘bêhêz’ û hewcedariya dilovaniyê di hişê wan de hêdî hêdî xurt dike.

Gavên biçûk ên ber bi hêzdarkirinê û dagirtina valahiyan ve

Lê belê, piştî salan ji hewldan û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl, sazî û çalakvanên mafên kêmendaman, gav hatine avêtin da ku ji bo kesên kêmendam hawîrdorek perwerdehiyê peyda bikin. Bi rêya avakirina dibistanên bi taybetî ji bo kerr û koran hatine vekirin, hejmarek ji mezûnên van navendan piştî qedandina xwendina xwe bi xwe, bûne mamoste. Ev gaveke girîng ê ber bi hêzdarkirina kesên kêmendam ve ye.

Lê belê, li Efganistanê ji ber ku sînorkirinên berfireh ên li ser perwerdehiya jin û keçan berdewam dikin, keçên kêmendam jî bi pêlek nû ya bêpariyê re rûbirû man. Di 13’ê Îlonê de, Talîbanê fermanek derxist ku tê de digot ku keçên ji 12 salî mezintir dê destûr neyê dayîn ku perwerdehiya xwe li van dibistanên taybet bidomînin.

 Hêzên çekdar dikevin dibistana Kabîlê ya ji bo koran

 Ji bo lêkolîna berfirehiya vê biryarê, em çûn yek ji dibistanên taybet ji bo kor û kerran li Kabîlê hatiye avakirin. Deriyê dibistanê girtî bû û tenê piştî pêvajoyek dirêj a şopandinê, ketina kompleksê gengaz bû.

Dema ku em ketin dibistanê, li ser rûyê karmend û xwendekaran îfadeyek eşkere ya fikaran hebû. Yek ji mamosteyên navendê ku ji bo parastina ewlehiya xwe navê Nergîz Roya bikar tîne, li ser bûyerên dawî wiha got: “Dema ku komek ji çekdarên Talîbanê ketin dibistanê, me ders didan. Hebûna wan û diyardeya leşkerî di nav xwendekar û mamosteyan de tirs û panîk çêkir. Piştre, digel gefan wan ji me pirs kirin û li ser cilên me şîrove kirin; ev bi saetan dewam kir.”

 Gefa girtinê

Mamoste Nergîz Roya ragihand ku di dawiyê de, leşkeran nameyek nîşanî wan dane ku tê de gotiye mafê keçên ji 12 salî mezintir tune ku perwerdehiya xwe bidomînin. Mamoste Nergîz wiha domand: “Her çend me rave kir ku di çarçoveya heyî de, perwerde heta pola şeşemîn berdewam dike jî, wan em paşguh kirin. Hişyariya ‘ger hûn perwerdehiya keçên ji 12 salî mezintir bidomînin, em ê we bikin girtîgehê’ li me xwarin.”

 Dawiya hêviyên perwerda di bin siya zordariyê de

Piştî vê bûyerê, rayedarên dibistanê neçar man ku derî bigirin û keçên ji 12 salî mezintir ji navendê derxin. Niha, her gava ku zengila derî lê dide, pêlek fikaran li dibistanê belav dibe.

Mamoste Nergîz ku ji dayîkbûnê ve kor bû, bi hewildanek mezin karî ji beşa wêjeyê ya zanîngehek li Kabîlê mezûn bibe û piştî salan ji  têkoşînê, dest bi mamostetiya zarokên kêmendam kir. Niha, bi sepandina rêbernameyên nû, hêviyên wê û xwendekarên wê careke din bi astengiyeke cidî re rûbirû ne. Astengiyeke ku ne ji rewşa wan a tenduristî, ji sînorkirinên li ser jiyana wan tê.