Sineta jinan hîn jî karesata tê jiyîn e ku li ser jinan tê ferzkirin

Yek ji wan qeyranên ku kedkarên di warê mafên jinan de tengav dike, sinetkirina jinan e. Ji ber ku ev tawana herî hovane ye ku bê rawestan tê kirin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Ajansa me gera xwe li parêzgeha Qena pêk anî, di vê gera xwe de me hewl da ku der barê gelek mijaran de zêdetir der barê êş û azarên jinan ên li wir de ku di serî de diyardeya sinetkirina jinan û encamên wê yê derûnî û laşî, hîn bibin. Tevî ku gelek jinan şerim dikirin ku li ser vê sûcê biaxivin, lê hejmareke ne hindik ji jinan li ser vê sûcê axivîn.

"Sinetkirin bi dawî nebûye, hîn jî heye”

Yek ji jinên ku li parêzgeha Qena bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e Emel Bedewî Seyid diyar kir ku xebata wê li ser mijara sinetkirina jinan û hewldana têkoşîna li dijî wê li Misrê jorîn çend sal berê bi piştgiriya civaka sivîl bi belavkirina hişyariyê dest pê kir û wiha got: "Yek ji sedemên herî girîng ên kêmbûna rêjeya sinetkirina jinan, zêdebûna hişyarî û perwerdekirina ciwanan li zanîngehan e, he wiha bidestxistina çandeke cuda ji adetên herêmî. Hîn jî sinetkirina jinan bidawî nebû ye lê pir kêm bûye û bi dizî tê kirin.”

“Derbarê mijarê de pêdivî bi kampanyayên hişyarkirinê heye”

Emel Bedewî Seyid destnîşan kir ku der barê mijarê de pêdivî bi kampanyayên hişyarkirinê heye û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez dayika sê keçan im û sinetkirinê bi tevahî red dikim û min nehişt ku ev tawan di nav malbata min de çêbibe û niha di nav malbat min de keçek ku hatibe sinetkirin tune ye. Sinetkirin ji aliyê Şerîetê ve heram e û derûniya keçan di temenê biçûk de xera dike û encamên wê heya ku mezin dibin jî bi wan re didome. Sinetkirina jinan dişibe hilbijartina kulîlkekê ku çarenûsa wê kulîlkê zuwabûn û mirin e. Ji ber ku xelk ji ceza ditirsin nema keçan sinet dikin. Pêdiviya navendên parêzgeha Qena bi kampanyayên hişyariyê bi taybetî ji bo dayikan heye."

"Min hewl da ku keça min neyê sinetkirin lê min nekarî"

Menal Elî ku nexwest ku navê wê yê rast were eşkere kirin anî ziman ku ew qet ji bîr nake dema ku jinek ku cilê reş li xwe kiribû û sê keçên ku ji eyna taxa wê bûn bi xwe re anîbûn û hat mala wê û ew û her sê keç sinetkirin û wiha axivî: "Adet bû ku zarokên heman kolanê ger temenê wan nêzî hev ba hemû bi hev re dihatin sinetkirin. Min hewl da ku keça min neyê sinetkirin, lê min nekarî, xesûya min a ku xwedî hêz û desthilatdar bû, biryar da ku keça min sinet bikin, min mal terikand da ku ez zextê li hevjînê xwe bikim ku vî sûcî li dijî keça min nekin, lê keça min sinetkirin. Em li vir di destê mêr de ne û her tişt li gorî daxwaza wî ye."