Serêkaniyê ji bo jinan veguheriye dojehê!

Jina bi nave M.C. diyar kir ku piştî 9’ê Cotmeha 2019’an jiyan li wan bûye xewnereşk û dibêje: “Ez êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Çete li ber çavên min diziya mala min û cîranên min dikin. Vîna jinan binpê dikin, jin êdî nikarin ji bo pêdiviyên xwe bi rehetî derkevin derve.

  
Serêkaniyê- Ji ber bêdengiya navneteweyî û dorpêçek xeniqîn a dagirkeriya tirk li ser bajarê Serêkaniyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rewşa mirovî li bajêr heta tu bibêjî xirab bûye û bi taybetî ji bo jinan jiyan veguheriye dojehê. Ev bajarê xwedî civakên cihêreng niha di bin dagirkeriya çeteyên hov de ye û yên lê dijîn nikarin bi rehetî serê xwe ji deriyên mala xwe derxin bi taybetî jin, bi dagirkirina Serêkaniyê re her diçe ji hemû mafên xwe bêpar dimînin û nikarin bi rehetî derkevin kolanên bajarê xwe.
“Li ber çavên me diziyê dikin”
Jina bi navê M.C. a 55 salî ji ajansa me re wiha dibêje: "Jinên Serêkaniyê di şert û mercên pir xirab de dijîn û bi êş û janên nedîtî re rû bi rû ne. Ji aliyekî ve bajar di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye û ji aliyê din ve jî ji ber buhabûna xurek û kelûpelan zirarê dibîne." Di gel wê ew ji ber tirsa ku di nav wan de belav bûye, ji mafên xebatê hatine dûrxistin. Ew li bajarekî ku çete li kolanên wê digerin, mirovan dikujin û diziyê dikin dijîn.
M.C anî wiha domand: "Jiyana me piştî 9’ê Cotmeha 2019’an pir guherî, ez êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Çete li ber çavên min diziya mala min û cîranên min dikin. Çeteyên dagirker vîna jinan binpê kirine. Jin nema dikarin pêdiviyên malbatê yên xwarin, cil, an heta derman jî peyda bikin. Êdî cesareta jinan nemaye ku derkevin derve û li qadê bixebitin, nemaze ger ew xwedan dahatûyek kêm bin, heta ji malên xwe nikarin derkevin û serdanên xwe yên asayî ya xizm an cîranên xwe bikin.”
“Jin ji hemû mafên xwe bêpar mane”
Li ser rewşa herêmê ji dema dagirkirina wê û vir ve jî got; "Jin êdî xwediyên tu maf û azadiyê nîn in, nikarin bi rola xwe rabin, pêdiviyên xwe bi cih bînin. Di kar de êdî mêr pêşeng in, cih ji jinan re nehiştine. Jin li mala xwe dijîn mîna ku girtî ne. Derketina wan a derve dibe sedema xeterên mezin. Ew hewl didin mafên jinan ji wan bigrin û wan ji bo qanûnên ku amade dikin re amade bikin. Ew tenê hebûnek bê vîn û rol ji jinan re dixwazin.” 
Der barê rewşa jiyanî ya ku jinên Serêkaniyê dijîn de M.C ev destnîşan kir; "Tirkiye hewl dide kiryarên çeteyên xwe bi alîkariyek biçûk veşêre. Em ne bi hewceyî alîkariya wê ne. Zeviyên ku ji aliyê çeteyên wan ve hatine desteserkirin, ji bo kar û xwarina hemû malbatan riya debarê bûn.” 
“Ji bo avê dema ku derdikevim kolanan rastî tacîzê têm”
Jina bi navê S.E a 45 salî ji binpêkirinên dagirkeriyê û çeteyên wî xilas nebû, ew jî der barê ava ku dagirkeran ji ser erdên wan qut kirine de wiha dibêje: "Ger ez avê li mala xizmekî peyda bikim, ez neçar dibim ku avê di çar kolanan re derbas bikim lê ger avê peyda nekim, ez mecbûr dimînim ku bi zarokên xwe re biçim kaniyên avê yên li derveyî bajêr. Pir caran dema ku ez diçim kaniya avê, rastî tacîza devkî û carnan jî fizîkî têm. Ez ditirsim keçên xwe bişînim derve ji bo pêdiviyên malê bînin. Rewşa vî bajarî ji bo jinan bûye kabûs. Nêzî salek berê, gef li min xwarin gotin ku dê keça min bi darê zorê bibin û bi darê zorê bi wê re bizewici. Temenê wê hê 16 sal derbas nekiriye. Ji wê rojê ve, min gelek caran hewl da ku wê ji çavên wan dûr bixim, lewma min ew xist hundirê odeyek biçûk a hundurê malê heya ku ew biçin.”
Der barê rewşa perwerdeyê de, S.E. dibêje: "Zarokên min di şert û mercên wiha de dibistan ji bîr kirin lê ez carna hewl didim hin tiştên ku ez di dibistanê de fêr bûm fêrî wan bikim. Mîna dayikên din, ez hêvî dikim ku zarokên min ji xwendinê dûr nekevin.”
Hem ji ber nexweşiyê hem ji ber rêwîtiya ji bo dermankirinê êşê dikşîne
Rewş li gel jina bi nave N.H. a 26 salî, cuda ye. Ew ji nexweşiya gurçikan êşê dikşîne dibêje: "Her cara ku ez tedawî dibim, du caran ji êşa nexweşiyê dikişînim, yekem dema ku min dixin diyalîzê gurcikê, duyemîn jî dema ku ez di rê de diçim nexweşxaneyan. Min nizanibû ku ez ji ber nebûna bijîjkan li bajêr, êş ji nexweşiya gurçikan dikşînim. Xizmetên bijîşkî hindik in, heke mirov ji nîşanên her nexweşiyê êşê dikşînin, dikare tenê biçe dermanfiroş ku ew dikare hin dermanan ji bo wî binivîse.”
N.H axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez xwe dispêrim dermanên ku ji hêla dermanfiroşan ve hatine destnîşankirin lê min tu pêşketin hîs nekir û piştî çend hewldanan, wan destûr da min ku ez bigihîjim yek ji bijîjkên bajêr. Ên ku ji min re gotin ez ji nexweşiya gurçikê êşê dikşînim û divê bikevim diyalîzê, nema dikarin bi erka xwe rabin.”