Serayên germ, rêyên xeternak: Keda jinan li Tûnisê tê binpêkirin

Li Tûnisê, şert û mercên kar ên kujer, veguhestina ne ewle û mûçeyên kêm ên karkerên çandiniyê yên jin her sal dibin trajediyên dubare, di heman demê de çalakvan û karker balê dikişînin ser paşguhkirina sîstematîk û nebicîhanîna rêziknameyên qanûnî.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Di bin tava germ û di serayên ku germahiya wan ji 40 pileyî derbas dibe de, yek ji trajediyên mirovî yên giran ên Tûnisa nûjen her roj ji nû ve tên jiyîn. Ev jin ne tenê hejmarên asan ên ku di îstatîstîkên qezayên trafîkê de cih digrin e, karkerên ku ‘stûna’ ewlehiya xwarinê ya welat pêk tînin in. Bi salan, bi destên xwe yên tazî tiştên kîmyewî yên tirsnak tevlîhev kirin, li pişta xwe torbeyên gubreyan hilgirtin. Lê belê ev hemû fedekarî têr nekirin ku ji wan re sertîfîkayek tenduristiyê an ewlehiya civakî peyda bike.

Ji sedî 60’ê qezayan piştî derxistina zagona hejmar 51 çêbûne

Nakokiya mezin a nasnameya karkerên jin ên Tûnisê ku di navbera mûçeyên kêm ên rojane kêmî 6 dolaran û ‘kamyonên mirinê’ de asê mane, nîşan dide. Di belgeyên fermî yên nasnameyê de li cihê pîşeyê ‘tune ye’ tê nivîsandin, di rastiyê de ji bo Tûnisê tê wateya ‘her tişt heye’. Îro pirsgirêka ku karkerên jin ên çandiniyê dijîn, êdî ne tenê têkoşîna mafan a hatî taloqkirin e. Çîroka windahiyek bi xwîn a di rêyan de û zagonên ku li benda pêkanînê ne ye. Biryarnameya hejmar 4  û zagona 51’an a dîroka 2019’an ku neketiye meryetê, pêşengiya vana dikin. Hêvî, girêdayî sererastkirinek e.
Li gorî daneyên sivîl, di navbera salên 2015-2016’an de derbarê ‘kamyonên mirinê de’ 89 qeza çêbûne. Di van qezayan de 69 karkerên jin ên çandiniyê mirine, 990 jin jî birandar bûne. Ya belkêş jî ji sedî 60’ê qezayan piştî derxistina zagona hejmar 51 a di 2019’an de hatî derxistin, çêbûne.

Têkoşîna nan a tevlî xwînê bûye

Aktivîsta mafên jinan Halîme El-Hemmamî hêrsa xwe ya li hember tiştên qewimîne, bi van gotinan anî ziman: “Em qêriyan, me nerazîbûn nîşan da, me lêpirsîn amade kir û piştgirî da daxwazên wan, lê kesî dengê me nebihîst. Dilê meriv baristan nade ku xwîna karkerên jin birjê. Lê dîsa jî, rayedar wê wek qezayek asayî dibînin.”

Li gorî Halîme El-Hemmamî, tiştên ku diqewime êdî ne mîna tesaduf, mîna beşek ji ‘komployek sîstematîk a ku gelê welat hedef digre’ nirxand û wiha got: “Ev rewş ji têkoşîna xwînrijandî ya ji bo nan a ku ji aliyê jinên karker ve tê meşandin bigre, heta dûrxistina beşên rewşenbîr û çandî yên civakê dirêj dibe. Di serê her werza çandiniyê de heman qeza dubare dibin, wesayîtên ne ewle ku mirovan hildigrin wek ‘qesabxaneyên mirovan’lê hatine û ev sûcek eşkere li dijî jinên ku neçar in di navbera birçîbûn û mirinê de hilbijartinê bikin.”

‘Medya cih nade mirinên jinan’

Halîme El-Hemmamî her wiha xemsariya medyayê jî rexne kir û got: “Dema mijar dibe lîstikvanek berê yê futbolê yan jî bûyerek werzişî, medya bi saetan weşanê dike. Lê nûçeya mirina 3 jinên kedkar di çend saniyeyan de di televîzyona dewletê de dihêlin û diçe. Medyaya dijîtal bê rehm bûye û facebook dem bi dem dibe platformek ku henekên xwe bi mexdûran dike.”
Halîme El-Hemmamî  diyar kir ku karkerên jin ên çandiniyê yên Tûnisê stûna bingehîn a ewlehiya xwarinê ne û bi bîrxist ku di şertên ku mêr qebûl nakin de dixebitin. Ev gotina karkerek jin, kurtasiya bêçaretiya ku dijî ye: “Ger îro ez nexebitim, ezê tiştek nebînim ku ji zarokên xwe re bikim şîv.”

Lêkolîn û daxwazên ku pûç dibin

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Rica ed-Dehmanî, ragihand ku karkerên çandiniyê yên jin her roj di şert û mercên ku jiyana wan dike metirsiyê de dixebitin û ev jin ne tenê îstatîstîk in. Rica ed-Dehmanî bi bîr xist ku bi salan e daxwaza gihîştina bi ewle dikin û wiha pê de çû: “Derbarê şertên xebata jinan de lêkolînên berfireh ên qadê hatine kirin û pêşniyarên şênber hatine pêşkêşkirin. Lê belê ev hemû hewldan bê encam mane.”

Rica ed-Dehmani sedemên bingehîn wiha rêz kir: Kêmaniya îradeya siyasî: Gavên bi biryar ên ku jinan biparêzin nayên avêtin.
Burokrasî û zagonên kêm: Sazûmaniyên heyî, giran tên bikaranîn û nayên pêkanîn.
Têkiliyên malbatî û berpirsyariya ajokaran: Gelek deman ji ber ajokar mirovên wan in, jin gilî nakin.
Kontrola kêm: Ajokar ji bo ji xalên kontrolê birevin rêyên bê ewle hildibjêrin.

Qanûnên nayên bicihkirin û bêewlehiya civakî

Biryarnameya hejmar 4 ku armanc dike karkerên jin di ewlehiya civakî û sîgorteyê de cih bigirin, ji ber sazûmaniyên pêwîst ji bo bicîhanîna wê nehatine derxistin tenê li ser kaxezê maye. Herî dawî, qezaya li herêma Mazuzah a parêzgeha Sidi Bouzid qewimî li vê tabloya reş hate zêdekirin. Du jinên ku beriya roj derkeve çûn ser kar, can dan û zarokên wan sêwî man. Ev rewş nîşan dide ku jinên karkerên çandiniyê hîn jî her roj di metirsiya mirinê de dijîn.

Beramberî keda 30 salan: Tu tiştek

Karkera çandiniyê yê 60 salî Rabah, bi zehmetiyên ku dijî, mînaka zindî ya vê rastiyê ye. Tevî 30 salan di zeviyan de xebitiye, ne xwedî ewlehiya civakî ye, ne jî belgeyek fermî ku keda wê îsbat bike heye. Rabah, tiştên ku jiyaye, wiha anî ziman: “30 salan min torbeyê gubreyê li ser pişta xwe hildigirt. Min bi destên xwe yên tazî tiştên kîmyewî yên xeter tevlihev dikir. Lê qet alavên parastinê nedan min.”
Rabah şertên xwe yên xebatê jî bi van gotinan anî ziman: “Em di serayên ku germahiya wan ji 40 pileyan zêdetir de firingî û îsotan berhev dikin, em xwarina gelê Tûnisê peyda dikin. Dema her kes li malên xwe di karantînayê de bû jî, me karê xwe didomand. Ji bo mirov birçî nemînin û xwarinên teze bighîjin sifreyên wan, em li zeviyan bûn.”

‘Erd û zevî şahidiya keda me dikin’

Rabah behsa nakokiyên ku dijîn jî kir. Rabah wiha got: “Di nasnameyên me de li kêleka pîşeyê me ‘tu tiştek’ tê nivîsandin. Lê ji bo Tûnisê, em her tişt in. Jinên cotkar pişta aboriya welat û ewlehiya xwarinê ne. Erd û zevî şahidiya keda me dikin. Îro, dema em li dest û rûyên xwe dinhêrin, em nîşanên nexweşî û westandinê dibînin. Hin ji me bi nexweşiyên kronîk re têdikoşin, hin ji wan ji ber tiştên kîmyewî ji çavên xwe zirar dîtine. Tevî vê yekê, em nikarin mesrefên tedawiyê bidin.”

Rabah û jinên din ên karker bang li rayedaran dikin ku biryarnameya hejmar 4 tavilê bicîh bînin û mafên wan ên herî bingehîn ên mirovî û pîşeyî peyda bikin. Ev mafên sereke jî, şert û mercên xebatê yên ewle, ewlehiya civakî û jiyanek li gorî rûmeta mirovan tin.