“Sedema sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinê siyaseta Başurê Kurdistanê ye”

Xwendevana Beşa Felsefê ya Zanîngeha Silêmaniyê Şadî Adil da zanîn ku sedemek sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinan siyaseta li Başurê Kurdistanê tê meşandine.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî – Li her devera cîhanê her roja diçe tundutîjiya ser jinan ku heta gelek caran bi kuştinên jinan bi dawî dibe zêde dibe. Di vê raporta xwe de me hewil da ku li deverên derdora Silêmaniyê xwe bigihînin jinên li ser vê mijarê lêhurbûn dikin. Yek ji wan jî xwendekara Beşa Felsefê ya Zanîngeha Silêmaniyê Şadî Adile. Şadî Adil behsa cudahiya tundîtujiya li bajarok û bajaran kir û sedemê zêdebûna tuditujiya li beramberî jinê siyaseta Başûrê Kurdistanê da diyarkirin û çareseriya wê jî bi destxistina aboriya serbixwe û perwerdeya bi tendirust ya jinê dikare pêşî li tundiyê bigre girt dest.
Şadî Adil di derbarê pirojeyên rêxistinên jinan ji bo agahdarkirina jinan de wiha got: “Ew qasî ku min lêkolîn kirî, rêxistinên maf û dengê jinê tenê navê wan heye. Lê belê heta niha qet çalakiyek û şiyariyek ji bo jinan nehatine li darxistin, yan ji karek ku piştgiriya jinan bikin nehatiye meşandin. Mixabin rêxistin hene ji bo pirs û mafê jina qet deng dernexistine û xebatek nedane meşandin ku bizanin ka erkê wan çiye. Di nava civakê de cûdahî di navbera tundîtujiyên li beramberî jinê de heye, li Kurdistanê rêjeya tundiyê li bajarokan ji ya bajaran zêdetire, ji ber agahdarnekirina civakê li deverên biçûk dibe sedem ku rêjeye tundyê zêdetir bibe. Ji ber kevneşopî bandor li ser civakê kiriye, kevneşopî gelek caran biryar li ser rewşa jinê daye. Her wiha sedemek din ya zêdebûna tundiya li beramberî jinê sîstema siyaseta Başûrê Kurdistanê ye ku ji ber ji bo jinê derfetê karkirinê kêm kirine. Ji ber dema jin kar bikin û aboriya xwe bi xwe bi dest bixin wê tundîtujiya li beramberî jinê kêm bibe. Divê jin hîn zêdetir bi agahdar bin û giringî bidin xwendinê û di nava malê de zarokan jî perwerde bikin û wan fêrî rêzê bikin ji ber zarok di temenê zaroktî de fêrî rêzê li jinê bigrin dibin û bêrêzî û tunditujiyê li beramberî jinê û jingehê nakin.”