Samar Sahyoun: Divê em ji mirovên neyînî yên li derdora xwe dûr bisekinin

Jinên Lubnanî bi qeyranên ku li pey hev tên re di hemû waran de pirsgirêk û zehmetiyan dijîn. Derûnînas Samar Sahuoun dibêje ku her çendî hinek caran tiştek erênî tune be jî divê mirov hewl bide erênî bifikire û ji mirovên neyînî dûr bisekine lewre erênîbûn nayê wateya înkarkirina rastiyê, tê wateya ku mirov li nîvê dagirtî yê qedehê binêre.

CAROLÎN BAZZÎ
Beyrûd- Jinên Lubnanê jî wekî yên li gelek welatên Rojhilata Navîn, ji qeyranên ku çêdibin bandoreke neyînî digrin. Ji ber pirsgirêkên di vê serdemê de çêbûne, zehmetiyên mezin dikşînin. Qeyran bi giştî bandorê li ser tenduristiya mirovan û bi taybetî tenduristiya derûnî dike. Şert û mercên jiyanê bandorek wisa neyînî li jinan kirine ku di gelek waran de berpirsyariyên giran digrin. Perwerdekara malbatê, lêkolînera perwerdehî û mirovan Samar Sahyoun, ji ajansa me re axivî û behsa rewşa heyî ya tê jiyîn, bandora ku li jinan dike û rêbazên xweparastina jinan a ji vê yekê kir. 
“Herî zêde jin ji qeyranan bi bandor dibin"
Samar Sahyoun bi van gotinan dest bi axaftina we kir: “Rastiya li Lubnanê tevlihev e ji ber ku em wekî jin çi di asta aborî, civakî û tenduristî de be bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jin di civaka Lubnanê de wekî hêmanek bi bandor û girîng tên hesibandin. Di dema pandemiya koronayê de, wan dikaribûn ji yekê zêdetir rola xwe bilîzin. Mînak, jinên mamoste ku li mala xwe dijîn û ji heman cihê ders didin, çend rolên wan hene û ev jî dijwariyek mezin tê hesibandin. Ji ber ku ew hemî rolên xwe ji heman cihê pêk tînin. Ev cih jî mal e ku gelek mirovên din pê re dijîn, ev jî bandorê li organîzekirina mal, kar û hwd. dike. Her wiha pirsgirêk ne tenê bi wê ve girêdayî ye, her endamek malbatê rolek xwe heye ku bilîze lê ji ber ku girtina berpirsyarî û bandora vê rastiyê, bi taybetî di warê rêxistinî de jî jin digre, barê wan girantir dibe. Ji ber ku ew hewl didin ku di navbera hemû van berpirsyariyan de rêxistinbûnek ava bikin ."
Samar Sahuoun axaftina xwe wiha didomîne: "Ji bo jineke zewicandî de, bêguman berpirsyarî girantir e. Ji ber ku ji bilî hînkirinê zarok, mal, û peywirên wê ku divê ew bi cih bîne hene. Jina nezewicî ya ku debara malbata xwe dike jî bi rastî pir zehmetiyan dikşîne. Ji ber ku ger dayik û bav pîr bin û bi taybetî ew keç an jî jin di warê peywirên civakî de û şopandina tedbîrên fermî yên dê û bav de berpirsyar dibin".
“Qeyran li gorî derdor û hawirdorê, bandor li jinan dike"
Samar Sahyoun dibêje: "Ji bilî berpirsyariya wê ya li hemberî xwe, hemî berpirsyarî dikevin ser milên jinan. Mînak, di van demên dawî de, zehmetiya herî mezin bûye qeyrana benzînê û demjimêran li benda benzînê dimînin ku wesayîd tijî bibin. Jixwe dem ji bo jinan teng bûye û vê yekê jî bandorê li kariyer û xebata her kesê kir û asta zehmetiyan di birêxistinkirina jiyana jinan de di her astê de zêdetir kir". 
Samar Sahyoun diyar dike ku vê rastiyê bi taybetî li ser jinan, di hemû waran de bandorê li ser hemû beşên civakê dike û tenduristiya derûnî ya jinan xerab dike.
“Tenduristiya psîkolojîk neynika hemû warên tenduristiyê ye”
Samar Sahyoun cureyên tenduristiyê derdixe pêş û dibêje; "Tenduristiya bedenî, tenduristiya ramyarî, tenduristiya giyanî, tenduristiya civakî û psîkolojîk. Tenduristiya psîkolojîk neynika hemû cureyên ku min behs kiriye ye, ji ber ku ew nermbûna mirov dikare bi hemî cureyên din re danûstandinê bike diyar dike. Ger tenduristiya bedenî ji nexweşiyan êş dikşîne dê tenduristiya psîkolojîk jî bi bandor bibe û heman tişt der barê xirabûna tenduristiya hemû awayên din de jî heye ku ev jî dê bandorê li tenduristiya psîkolojîk bike". 
Samar Sahyoun înkar nake ku bandorên li ser tenduristiya psîkolojîk li gorî derdor û civaka ku jin lê dijîn cuda dibe. Mînak ger civak bi wê re hevkariyê bike yan jî rol di navbera wê û hevkaran de werin dabeşkirin, ev ê bandorek cuda li ser rastiya jinan bike ku di kar û mala xwe de hemû barên li ser milên bêyî alîkarî yan jî dabeşkirina rolan pêk bînin.
“Xewa rast bedena me têr dike û hêzê dide me"
Samar Sahyoun awayên ku jin dikarin xwe di bin şert û mercên zehmet ên aborî û jiyanê de biparêzin wiha vedibêje; "Xewa rast bi demjimêran têr dike, ji ber ku xew bedena me têr dike û çalakî û hêzê dide me. Pêwîst e em erkên xwe her roj bi rojane diyar bikin, di vê demê de em neçar in ku rewşê wekî heyî qebûl bikin û her roj bi berpirsyariyên re xwe bijîn. Gava ku em biryar didin ka pêşîniya îro çi ye, em dizanin ku em ê enerjiya xwe li ku derê bi kar bînin, ji ber vê yekê bi taybetî di vê qonaxê de em dikarin vegerin paş û bêtir enerjiya xwe biparezin û tenê tiştên bingehîn bikin".
Samar Sahyoun axaftina xwe wiha berdewam dike; "Rastiya aborî û madî pir bandorê li ser tenduristiya derûnî dike. Mînak dema ku jinek hîs dike hêza wê ya aborî tune ye, ev bandor li wê dike lê divê ew kes bi aqil be û li ser bingehên rast xerc bike û di şert û mercên zehmet de dev ji tiştên ne girîng berde".
“Derûniya bi tendurist di bedena bi tendurist de dimîne”
Samar Sahyoun dibejê ku werzîş û çalakiya bedenî ji bo jiyana bi tendurist pêwîst in xaftina xwe wiha didomîne: “Em hişmendiya kevnare ya ku dibêje ‘derûniya bi tendurist di bedenek bi tendurist de dimîne’ bi bîr tînin. Ji ber ku divê em bala xwe bidin kalîteya xwarina ku em dixwin divê em ji rûn û xwarinên dijwar dûr bikevin. Pêwîst e em di asta bedenî de sivik bin û kîloyên xwe biparêzin. Divê em werzîşê bikin, ji ber ku ew ê li ser raman û giyana me xwe nîşan bide".
"Divê jin di qeyranan de di nava berxwedanê de bin"
Samar Sahyoun ev xal destnîşan dike: "Divê em ji mirovên neyênî yên ku li dora me ne û em nikarin wan hilbijêrin dûr bisekinin. Her çendî hinek caran em tiştek erênî nebînin jî em hewl bidin civakek xwedî nêrîna erênî hilbijêrin û ji neyîniyê dûr bisekinin. Erênîbûn nayê wateya înkarkirina rastiyê, tê wê wateyê ku mirov li nîvê dagirtî yê qedehê binihêre. Pêwîst e em ji temaşekirina nûçeyên neyînî dûr bikevin".
Jin bi hişmendî û ragirtina zehmetiyan tê naskirin
Samar Sahyoun axaftina xwe wiha didomîne; "Jin bi hişmendî û ragirtina zehmetiyan tê naskirin. Jin xwedî wê hêzê ne ku ji hêla fizîkî, psîkolojîk û exlaqî ve dikarin bi hêz bisekinin. Ez bang li jinên me dikim ku bêhnfirehiya xwe bi bîr bînin û di ronahiya krîzan de tiştên ji destên wan tê bikin. Em her gav bi hewceyî îlhamê ne, ji ber vê yekê ez xwendina biyografiyên kesayetiyên ku di gelek tengasiyan re derbas bûne û karibûne bi ser bikevin pêşniyar dikim. Werin em tenduristiya xwe, bi taybetî tenduristiya derûnî biparêzin. Ji ber ku ew dihêle em her roj fêrî tiştek nû bibin ku ev yek ezmûna me ya di jiyanê de zêde dike".
Kesên xwedî derûniya baş dikarin civaka xwe biguherînin
Samar Sahyoun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kesên xwedî derûniya baş dikarin di civaka xwe de guhertinê çêbikin. Wexta ku fersend çêdibe, ew dibin yek ji wan kesên ku di rêwîtiya neteweyek û civakek de û bê guman di rêwîtiya malbatek de pêşengiyê bikin".