Sabreen Hannawî li hemberî şer berpirsiyariya mirovî bi cih tîne
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Nabîh Berrî, hemşîreya ducanî Sabreen Hannawî tevî bombebaran û xeterê erkên xwe didomîne. Ew bi hêza berpirsiyariya xwe û bi bawerî di nava birîndaran de bêwestan dixebite.
Lubnan – Li korîdorên Nexweşxaneya Zanîngeha Nebîh Berrî ya li Nebatiyeyê, hemşîre Sabreen Hennawî bi biryardarî erkên xwe bi cih tîne. Tevî xeterên bombebaran û hedefgirtina dubare ya li dora nexweşxaneyê jî paşve gav neavêtiye; her roj erkên xwe yên mirovî di bin şert û mercên ku jiyanê tehdît dikin de bi cih tîne.
Çîroka Sabreen Hannawî ji her tiştê li dora wê cuda ye. Ew ne tenê wekî hemşîreyek, di heman demê de weke dayikek ku bi bêsebrî li benda pitika xwe ye, bi xeteran re rûbirû ye. Tevî ku ducanî ye jî rojên xwe di nava alavên bijîşkî û xizmetên lezgîn de derbas dike. Carna birînên zarokek tirsonek kontrol dike, carna jî jineke ku zarokên xwe di bombebaranê de winda kiriye teselî dike.
Ji bo pitika xwe jî şer dike
Di her dîmenek dilşikestî de, wêneyê ultrasyonê yê pitika xwe ya ku hê jidayîk nebûye pê re ye; di cîhaneke ku tundî zêde dibe de li ser parastina xwe bi fikar e. Tevî vê yekê jî paşve gav navêje, dest ji karê xwe bernade; çawa ku ji bo nexweşan şer dike, ji bo zaroka xwe jî şer dike.
Sabreen Hannawî serpêhatiya xwe wiha vedibêje: "Ez sê meh in li vê derê dixebitim. Wê demê ez di meha sêyemîn a ducaniyê de bûm û îro ez di meha şeşemîn de me. Tevî hemu zehmetiyan, karê xwe berdewam dikim. Pêvajoya ducanîbûnê di nava nexweşxaneyê de pir dijwar e lê ez karê xwe didomînim. Divê mirov li cihê ku hewcedarî herî zêde ye bimîne, her çendî bedela wê westandin, tirs û fikarên rojane be jî.
Tenê carek ba gel bijîşkê xwe
Der barê rewşa ducanîbûna xwe di bin van şert û mercên dijwar de, dibêje ku ew ji dûr ve bi bijîşkê xwe re têkilî datîne û wiha didomîne: "Ez bi riya WhatsAppê bi bijîşkê xwe re têkilî datînim. Dema ku êşê hîs dikim, tavilê peyamek jê re dişînim ew dibêje ku tiştek tune ye asayî ye. Ez li vir muayeneyên bingehîn dikim lê ji destpêka krîzê ve heta niha tenê carek dikaribûm biçim cem bijîşkê xwe."
‘Ez ji bo xwe û pitika xwe ditirsim’
Sabreen tirsa xwe jî venaşêre dibêje ku ew vê yekê înkar nake û gotinên xwe wiha bedewam dike: “Ez ji bo xwe û pitika xwe ditirsim. Şevek, dema ku bombebarana li dora nexweşxaneyê berdewam kir, ez bi panîk şiyar bûm, min bi zikê xwe girt û pêşî pitikê aram kir, paşê xwe; min ji xwe re got her tişt dê derbas bibe."
‘Hêvîdar im ev şer beriya ku pitika xwe bînim dinyayê biqede’
Sabreen Nahnawî dide zanîn ku bûyerên pir tirsnak jiyaye, li ba wê du zarokên birîndar jiyana xwe ji dest dane, ji bo bûyerên bi vê awayî wiha dibêje: “Di kêliyên wiha de, tirs dikeve dilê min û ez tiştê ku qewimî xeyal dikim mîna ku keça min bi xwe wê yekê dijî. Lê ez di cih de hewl didim wê ramanê ji holê rakim û dixwazim ev şer beriya ku ez zaroka xwe bînim dinyayê biqede, keça min di nava vê wêraniyê de neyê dinyayê.”
Sabreen Hannawî dibêje ku hêza xwe ji baweriya xwe ya bêdawî û piştgiriya domdar a hevjîn û hevkarên xwe digre û wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Îro em xwe feda dikin da ku bikaribin siberojeke çêtir ji bo zarokên xwe ava bikin, wan biparêzin, pêşerojek cuda ji vê rastiya bi êş hebe. Em ê heta dawiyê li vir bimînin, li kêleka her birîndaran û kesên hewcedar, bi hêviya ku ev krîz zû bi dawî bsibe.”