“Ruxmî topbaran û şerê psîkolojîk em li ber xwe didin”

Hişmiya Mehmûd a ku zêdetirî 45 sal in, li gundê Dirdara dijî û zêdetirî 25 roj in li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide ji ajansa me re da payîn ku îro ew li hember dagirkeriyê bi sekn û berxwedana xwe, şerê hebûna xwe dikin her wiha da zanîn ku şev û roj ji ber topên dagirkeran ranazên lê ew ê heya kêliya dawî li ber xwe bidin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Dewleta tirk a dagirker di heyva Tebaxê de asta êrîşên xwe yên hewayî û topbarana gundan zêde kiriye. Ev êrîş û topbaran bû sedem ku bi dehan jin û zarok jiyana xwe ji dest bidin û bi dehan kes jî birîndar bibin. Her wiha dewleta tirk li Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê jî komkujî pêk anîn. Di heman wextê de jî firîna balafirên keşfê li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiya ye. Gundê Dirdara yê ku dikeve 3 km. bakurî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê, rojane tê topbarankirin û zirar li mal û milkên sivîlan û zeviyên wan çêdibin. Di heman wextê de jî mizgefta gund û Meclisa Qibûr Xeracina jî hatiye topbarankirin û zirarên pir mezin li wan bûye. Têkildarî rewşa gund û sivîlan, îro em dikaribûn xwe bigihîjînin gund û rewşa jinan û sivîlan ji wir ragihînin. Hişmiya Mehmûd dayikeke ku nû ji nava zeviyan tevî zarokên xwe hatibû, em çûn mala wê û nêrînên wê girtin. 
“Kêliya ku dengê topbaranê tê, av di qirika me de disekine”
Hişmiya wiha behsa kêliyên topbaranê dike: "Ev nêzî heyvekê ye, em ji ber topbarana dewleta tirk û çeteyên wê, tevî çêlek û pezên xwe li çolê radizên. Dagirker şev û roj gund topbaran dikin û hemû parçe bi ser me de tên. Ev saet 09:00 e, em nû ji çolê tên, da ku taştê bixwin. Ma kî vê jiyanê qebûl dike, em êdî têr avê venaxwin. Carna, em avê vedixwin û ji nişkêve topbaran çêdibe, ew ava me di qirika me de disekine. Demeke taybet ji bo topbaranê tune ye, carna serê sibê, nîvro, berêvarê, di saetên derengiya şevê de topbaran çêdibe û wiha em jiyana xwe derbas dikin. Gelek caran em bi şevê diçin nav zeviyan, sibê vedigerin gund lê dema ku em vedigerin jî dîsa gund topbaran dikin, dîsa em neçar dimînin ku vegerin nav zeviyan û piştre dema ku disekine, em dîsa vedigerin. Jiyana me wiha bûye."
“Em li çolê, şîva xwe dixwin”
Hişmiya da zanîn ku dema diçin nav zeviyan hinek nan û av bi xwe re dibin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku em ber bi çolê ve dibezin, hinek nan û çay bi xwe re dibin da ku şîva xwe li wir bixwin. Helbet piştî ku tobparan radiweste, em tevî çêlek û pezê xwe dizivirin gund, ji ber ku strageha me ya destpêkê û dawî mala me ye. Şevê din jî mala mele, mizgeft û gelek mal hatin topbarankirin û zirarên pir mezin jî dîtin. Ne tenê ev, dewleta tirk a dagirker sivîlan jî dike hedefa xwe, beriya çend rojan jinek û xortek jî birîndar kirin. Noqteyên leşkerî hene lê bêtir dagirker mal û milkên sivîlan hedef digrin, herî zêde girîngî dane hedefgirtina sivîlan jin û zarokan."
“3 meh in, me kehrebe nedîtiye”
Hişmiya da xuyakirin ku dema vedigere malê dixwaze gelek karan bike lê nabe û wiha pêl da gotina xwe: "Em bi xwe nizanin ku dewleta tirk çi ji me dixwaze, ev der axa me ye, axa dapîr û bapîrên me ye, tiştekî wî li gel me tune ye. Dema ku em dizivirin malê jî em ji derveyî parçeyên top û hawanan li hewşê, tiştekî din nabînin. Ger ku em bixwazin derdora xwe paqij bikin û bişon jî em nikarin ji ber ku dagirkeran xeta kehrebê jî topbaran kiriye û ev sê meh in, me kehrebe nedîtiye. Yên ku jeneratorên wan jî hene, nikarin zêde bi kar bînin."
“Îdiayên dewleta tirk ne rast in, em hê li gund in”
Hişmiya da payin ku ew îdiayên dewleta tirk û çeteyên wê parve dike ne rast in û wiha domand: "Rast e, topbaran bi şev û roj nasekine û bêser û ber tê. Sivîlên li gundan hê li gundan in, dibe ku kêm bibin lê heya dawî jî wê li ber xwe bidin. Ew îdiayên dewleta tirk û çeteyên wê parve dikin û dibêjin gundên di xeta cebhê de vala bûne, ne rast in. Kes dest ji mala xwe, ji strageha xwe bernade, yên ku ji gundê xwe derdikevin jî di dema topbaranê de, serê sibehê vedigerin gund û dest bi jiyana xwe ya normal dikin. Yên ku pezê wan hebin, wan êm dikin her wiha avê didin çêlekên xwe û baxçeyên xwe jî ji ava bîran av didin. Belê topbaran heye, xeterî zêde ye lê nayê wê wateyê ku em dest ji her tiştî berdin û bêhêvî bimînin."
“Em jinên berxwedêr in”
Hişmiya, ev dayika ku zêdetirî sal û nîvek e li hember dagirkeriyê li ber xwe dide vê yekê dibêje û dawî li axaftina xwe anî: "Ger kesek din şûna me da bûya, li hember ewqase top û obîsan wê li ber xwe nedana. Hebûna me bi xwe berxwedanek e li vir. Em bi xwe jinên berxwedêr in. Her kes li min digere û dibêje ji gund derkeve lê ez dernakevim û dest ji keda xwe ya salan bernadim. Ruxmî ewqas topbaran û şerê taybet û psîkolojîk em hîn hene, li ber xwe didin û xwedî moralê pir mezin in."