Roşînê ji ber êrîşên ser Efrînê roniya çavê xwe winda kiriye

Roşîn Mihemed Hesen, wekî gelek kesan di şerê dagirkeriyê de li Efrînê ji ronahiya her du çavên xwe bû, birayê wê her du lingên xwe winda kir û hevjîna birayê wê jî jiyana xwe ji dest da. Roşîn diyar dike ku daxwaza wê ew e bi çavên ronî vegere Efrînê.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk û hevkarên wê bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kirin. Di encamê de ji zarokê 7 salî bigire heta kal û pîrên 70 salî para xwe ji êrîşê girtin. Welatiyên Efrînê li hemberî tang û topên dewleta Tirk û hevkarên wê bi ruhê berxwedana serdemê 58 rojan li ber xwe dan. Di wê berxwedanê de gelek çîrok û bûyerên bi êş hatin jiyîn. Heta niha jî berxwedana welatiyên Efrînê li ser zimanê herkesê ye û rûpelên dîrokê şahidiya wê kiriye. Piştî ku Efrîn bi çekên giran û qedexekirî hat dagirkirin, welatiyên resen ên Efrînê koçberî Şehbayê bûn. Niha li Şehbayê di bin konan de jiyana nû diafirînin û bi dilsoziya vegera Efrînê li ber xwe didin. 
Niha welatiyên Efrînê li Şehbayê dijîn û bi temamî 4 kampên wan ên bi navê; kampa, Efrîn, Veger, Serdem û kampa Nerxwedan hene. Li kampa Berxwedanê 4 hezar kes, li kampa Serdemê 4 hezar kes, li kampa Efrînê 95 malbat  û li kampa Vegerê jî 103'ê malbat dijîn.
Di dema şerê Efrînê de gelek kes ji ber êrîşan birîndar bûn gelek ji wan jî ji lebatên canê xwe bûn. Ruxmî wê jî bi ruhê berxwedanê li ber xwe didin. Ji wan yek jî jina bi navê Roşîn Mihemed Hesen a 36 salî ji gundê Cûqê yê Mabata ya Efrînê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di encama topbarana dewleta Tirk a li ser mala wan de ji her du çavên xwe kor bû, birayê wê her du lingên xwe winda dike û hevjîna birayê wê jî jiyana xwe ji dest dide. Piştî ku çavên Roşînê kor dibin li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi cih dibe. 
Rojîn Mihemed Hesen têkildarî bûyera ku jiyaye ev agahî dide.
Li Efrînê mamoste bû
Roşîn diyar kir ku beriya Efrîn were dagirkirin ew mamoste bûye û wiha domand: "Beriya ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê bikin jiyana me pir xweş bû. Ez û dayika xwe bi hev re dijiyan. Piştî  demekê wê jî jiyana xwe ji dest da û ez bi birayê xwe re dijiyam. Dema ez li Efrînê bûm, mamoste bûm û min zarokan perwerde dikir. Jiyan li Efrînê pir xweş bû hemû kes bi hev re dijiyan û bi ruhê wekheviyê tevdigeriyan. Di heman demê de Efrîn bi dar û berên xwe dihat nasîn, hemû kesê debara jiyana xwe bi cotkariyê dikir." 
Her du çavên wê kor bûn
Roşîn di dewama gotina xwe de behsa bûyera ku jiyaye kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û ez di wê êrîşê de pir tirsiyam ku mirovên li ber dilê min ezîz in winda bikim. Rojên şer pir bi êş bûn mirov nikare pênase bike. Me her roj dibihîst kesên ku em wan nas dikin bi awayekî pir bi êş jiyana xwe ji dest didin. Meha Sibatê bû, di wê rojê de gelek maşok avêtin gundê me û topbaranek pir dijwar hebû. Li derdora mala me bê hejmar maşok ketin û gelek darên me şikestin. Yek ji wan maşokan li ber deriyê male me ket û di encamê de birayê min ji her du lingên xwe bû, hevjîna birayê min jî jiyana xwe ji dest da û ez jî her du çavên xwe kor bûm. Wê demê ronahiya çavên min pir kêm bû, min derdor pir hindik didît lê piştî du rojan ez di tarîtiyê de mam û her du çavên min kor bûn. Ji wê rojê şûnde ez ji balafir û maşûkan tirsiyam, sivîl dihatin qetîlkirin. Di wan deman de ne şeva me şev bû ne roja me roj bû. 
Bira û hevjina wê para xwe ji êrîşan girtin
Roşîn destnîşan kir ku ruxmê çavên wê kor bûne jî bi gelê xwe re 58 rojan li ber xwe daye û wiha pêl da gotina xwe: "Dema dayika min jiyana xwe ji dest da, min digot bira û hevjîna wî hene her bi min re ne. Lê wan jî di şerê Efrînê de êşa herî mezin bi min dan jiyîn. Şerek pir bi êş bû, gel 58 rojan mil bi mil li ber xwe da. Hemû cîhanê hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê dît lê tu kesê dengê xwe nekir, lal û ker man. Ji ber ku em kurd in ewqas êrîş û êşkence li ser me tê meşandin lê bila dijmin jî bizanibe em ê her li ser axa xwe bin û dev ji doza xwe bernadin. Bê sedem em hatin kuştin, qetilkirin û heta roja îro jî tên revandin, îşkencekirin û berhemên me yên dîrokî tên tunekirin. Dema ku mijar dibe kurd hemû dewletên navneteweyî dibin şirîkên hev. Efrîn cihê ewlehî û aramiyê bû lê xwestin ew aramî li me bikin dojeh. Divê tevahî mirovên azadîxwaz ji bo rizgariya Efrînê têkevin tevgerê da ku Efrîn rizgar bibe û gelê resen vegere cih û warên xwe."
Bi ronahiya çavên xwe dixwazim vegerim Efrînê 
Roşîn Mihemed Hesen herî dawî daxwazên xwe parve kir û wiha bi dawî kir: "Derfetên min zêde nîn in, ji bo wê ez daxwaz dikim ku her mirovek xêrxwaz alîkariya min bike da ku çavên min bibînin. Ji bo min pir zehmet e, ji ber piştî temenek mezin çavên min winda bûn. Daxwaza min jî ew e ku careke din ronahî bikeve çavên min û bi çavên dîtî vegerim Efrînê."