Roksan Mihemed: Qutkirina avê karesetek jiyanî û tenduristî bi xwe re tîne

Endama Navenda Tenduristî ya Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Roksan Mihemed da zanîn ku qutkirina ava Elok tenduristiya milyon û nîvek dixe xeterê û banga çareseriyek lezgîn ji bo rewşa avê kir.

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Stasyona ava Elok bi 5 kîlometreyan li Rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagikirî – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Ji bo zêdetirî milyon û nîvek mirovên li Hesekê, Til Temir, Erîşa, Şedadê, kampa Hol, Kampa Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê çavkaniya sereke ya avê ye û tê de 50 bîrên avê hene. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, şerê qutkirina jiyanê li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hat meşandin. Ji dema stasyona Elok hatiye dagirkerin ve 19 car in ava stasyonê tê qutkirin. Qutkirina ava stasyonê dibe sedema derketina gelek nexweşiyan li Hesekê.
“Pêwîst e ava Elok ji rewşên siyasî û leşkerî were veqetandin”
Endama Navenda Tenduristiyê ya taxa Til Hecer Roksan Mihemed banga veqetandina stasyona Elok ji rewşên siyasî û leşkerî kir û wiha pêl da gotina xwe: “Navend û nexweşxaneyên bajarê Hesekê li gorî derfetên xwe nexweşan pêşwazî dikin. Rewşa stasyona Elok nabe ku demdirêj berdewam bike. Îro bi siyaseta avê, tenduristiya milyon û nîvek mirov di xeteriyek mezin de ye. Ji dema qutkirina Stasyona Elok hemû nexweşxane û navendên tenduristî vala nebûne û rojane nexweşiyên îshal û medê zêde dibin. Şêniyên Hesekê jî ji mecbûrî ava stêran dikirin lê ew jî cîdara wê nayê nasîn lewma nexweşî zêde bûye. Qeyrana avê bi xwe re kareseteke mezin tîne.”
“Tenduristiya mirovan di xeterê de ye”
Roksan diyar kir ku di rojê de ji ber sedema qutkirina ava Elok nêzî 25 kes jê zarok û jin berê xwe didin navenda Tenduristiyê ya taxa Til Hecer û wiha domand: “Her kes dizane ku di demsala havînê de pêwîstiya mirovan herî zêde bi avê heye, ne tenê mirov xweza û lawir jî. Qutkirina ava Elok tê wateya qutkirina jiyanê. Di navenda me ya tenduristiyê de ji bo ku mirovan biparêzin, beşên taybet ên hundirîn, zarok, jin, Isaf hene. Ji dema ava stasyona Elok hat qutkirin ve, hejmara nexweşên bi Ishal, gurçik û medê zêdetir bûye. Em wekî navenda tenduristî deriyê me ji her mirovê ku nexweş dikeve re vekirî ye lê ev têrê nakê pêwîst e mijara avê bi cidî were destgirtin. Îro jiyana bi milyonan di xeterê de ye. Şerê ku dewleta tirk bi riya avê li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin li dijî exlaq û pîvanên mirovan e.”
“Divê rê li ber qirkirina mirovahiyê bê girtin”
Roksan bêdengiya rêxistinên mirovî bi bîr xist û destnîşan kir ku pêwîst e ji sînorên daxuyaniyan derkevin û mijara qutkirina avê bi cidî bigrin û wiha pê de çû: “Hêzên koalîsyonê bi erkên xwe ranabin û li gorî hevpeymana 2019‘an a agirbestê tev nagerin. Gelo ev tê çi wateyê? Îro gel ji tîna fetisiye û ew jî temaşe dikin. Pêwîst e bi rengekî lezgîn mudaxele bikin û di sînorê daxuyaniya de nemînin. Ji ber ku bêdengiya wan hevkariya wan bi komploya li dijî qirkirina gelan nîşan dide. Divê Rêxistinên Mafê Mirovan li jiyana mirovan xwedî derkevin û li hember kiryarên qirkirina gelan helwestên xwe nîşan bidin û rê li ber qirkirina mirovahiyê bigrin.”