Rojnamgerên jin zêdetir dikarin bibin dengê êş û azarên gelê xwe

Di qada medyayê de hejmara rojnamgerên jin her roja diçe zêdetir dibe. Rojnamger Nûha EL-Hesen dibêje; “Divê em timî wêneyê jinan ê lawaz nîşan nedin ji ber ku em ê wê demê mafên wan bixwin û binpê bikin. Piştî ku jinan hebûna xwe di têkoşînê û şer de daye îsbatkirin ev ast êdî derbas bûye.”

SUHÊR EL-IDLIBΠ
Idlib - Jina ji Sûriyeyê li Idlibê karibû bi dijwarî û kesayeteke bi cesaret derbasî warê ragihandinê bibe, di şopandina pêşketinên meydanî, jîngerî, mirovî û civakî de serkeftî be, hemû bendên ku jinan ji derveyî kar dibînin bişkîne.
Nûha EL-Hesen a 31 salî, dema ku beriya çar salan dest bi karê xwe yê ragihandinê kir, rastî gelek astengiyan hat ku ev yek ji ber adet û kevneşopiya ku hebûna jinan di karê ragihandinê de red dike ye lê ew têkoşiya û di karê xwe de bi ser ket. Ji ber ku ji rojnamegeriya jinan bawer dike û baş dizane ku dê jin baştir bikaribe karibe dengê belengaz û lawazan ji cîhanê re ragihîne.
Divê em timî aliyê wêneyê jinan ê lawaz nîşan nedin
Nûha EL-Hesen dibêje; “Ez wekî rojnamgereke serbixwe kar dikim, koçberî û zehmetiyên jiyanê li pêş karê min nebûn astengî ji bo ku ez rastiyê û êşa gelê ku rastî komkujî û binpêkirinan pê ragihînim.” Nûhal diyar dike ku helbet dê zehmetiyên vî karî hebin ku ew jî ji ber nêrîna civakê ya neyînî ji karê jinan re ye, civak karê rojnemegeriyê ji jinan re wekî karekî ji derveyî adet û kevneşopiyan dibîne lê jinan ew qalib şikandine û bûne xwedan kesayetek bi hêz di civakê de.
Nûhal El-Hesen dibêje ku ew; mijarên mirovî û dozên ku jin bûne qurbaniyên şer dişopîne û diyar dike ku bi derketina lawaziya jinan û hewcedariya wê ya alîkariyê, li ser rola wê ya civakî sekiniye û hewl dide cewherê wê derxe hole û dibêje; “Divê em timî wêneyê jinan ê lawaz nîşan nedin ji ber ku em ê wê demê mafên wan bixwin û binpê bikin. Piştî ku jinan hebûna xwe di têkoşînê û şer de daye îsbatkirin ev ast derbas bûye.”
Jinên rojnameger zêdetir karibûn bibin dengê civaka xwe
Bi derketina gelek rojnamegerên jin ên serkeftî, li ser ekran û kanalên televîzyonê, jinên rojnameger mora xwe li rojnamegeriyê xistin û êdî bi çavekî biçûk li karê jinan ê rojnemegeriyê nayê mêzekirin, ji ber ku jinên rojnameger karibûn civaka xwe bi pênûs û dengê xwe li ser tevahî ragihandinê xêz bikin û bidin bihîstin, ji radyoyan bigre heta televîzyonan.
Tiştê herî girîng ku wê di karê ragihandinê de taybet û cuda dike ew e ku ew gelekî nêzî pirgirêkên jinên Sûriyeyê ye, ew aliyê mirovî bêtirî yê leşkerî dibîne û li wir dikare hemû êş û azarên jinan vebêje.
Dema ku li dijî neheqiyê bêdeng namînim, girîngiya karê xwe baştir hîs dikim
Rojnemeger û nivîskar Sûha EL-Elî jî xwedî gelek destkeftiyan e, ji nivîsandina raporên ku binpêkirin û neheqî der heqê sivîlan da çêdibe gav paş ve neavêtiye. Sûha El-Welî dibêje; “Ragihandin serweriya rastîn e û ew çav, çavdêriya her bûyerê dikin. Dema ez diaxivim û li ser neheqiyê bêdeng namînim ez girîngiya karê xwe yê rojnemegeriyê hîs dikim. Ez mijarên dozen ku ji her kesê zêdetir zirarê dibînin dişopînim mînak wekî dozên jinên Sûriyeyê, zarok û mirovên xwedan hewcedariyên taybet.
Tevî hemû dijwariyên ku rastî karên jinan ên ragihandinê hatine jî afirandina wê kêm nekirine û ji pêşketina wê re nebûne asteng.
Medya di rojeva raya giştî de amûreke aktîf e
Rojnemeger Hadiya EL-Mensûr gelek perwerdeyên rojnemegeriyê li dar xist da ku jinan di warê ragihandinê de bi hêz bike.
Gelek jinên rojnameger ku karê xwe yê rojnamegeriyê bi awayekî baş dikirin li bakur û rojavayê Sûriyeyê hatin derçûnkirin. Derbasbûna jinan ji pîşeya ragihandinê re di pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe de gelekî girîng e û ji ber ku jinên Sûriyeyê parçeyek ji civakê ne, nabe ku ked û hêza wan were biçûkxistin
Hadiya El-Mensûr di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku medyaya hemdem êdî ne tenê wekî amûreke ku bigihîje rastiyê û gel bi nûçe û bûyeran dewlemend bike, ji vê qonaxê derbas bûye û bûye amûreke aktîf di rojeva raya giştî de. Ji bo vê jî pêwîst e ku jin roj bi roj serkeftina xwe îsbat bike û beşdarî karê ragihandinê bibe.
Tevî astengiyan jî dixwazin bibin dengê gel
Rojnamegerên jin rastî gelek xeter û binpêkirinan tên. Bûyera herî dawî jî li dijî çalakvana rojnemeger Nûr EL-Şilo re çêbû. Ew ji aliyê Tehrîr EL-Şam ve sê mehan dîl hatibû girtin û dawiyê serbest hatibû berdan. Jinên rojnameger berdewamiya xwe ya ji kar re teqez dikin û dê van hemû astengiyan derbas bikin ku dengê gel û êşên wan ragihînin.
Di serjimareke ji navenda çapemeniya azad a Sûriyeyê ya sala 2017’an da hat xuyakirin ku gelek  binpêkirin li ser karmendên ku karê rojnamegeriyê dikin hene, 22 rojnameger rastî bêmafiyê hatine, çar hatine kuştin, 12 hatine revandin û li 6’an jî gef hatiye xwarin.