Rojnameya Wekhevî bûyer û geşedanan ji pênûsa jinan dide

Rojnameya Wekhevî li Îraqê bûyer û geşedanên jinan ji pênûsa jinan digihîne xwêneran. Rojnamevan Sera Ednan a di rojnameyê de demdirêje kedek mezin dide got: “Bi xebatên rojnameyê re me dît ku jin zêdetir bi baldarî bûyeran dişopînin û ziraviyan dibînin, paşê jî bi tewazûn li hev tîne. Ji ber wê baldariya xabatê rojname di nava demek kin de di nava jinan de gelek belavbû û cihê xwe di malan de girt.”

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Di gihandina bûyeran û guherbarên ku li welatekî diqewime de çapemenî xwedî rolek mezin e. Dibe ku serdestiya bûyerên siyasî perdeya li ser şêweyê têkiliya medyayê ya bi bûyerên jinan û civakê re jinên Bexdayê neçarî vekirina mecrayek mediyayê ya xweser rojnameya Wekheviyê kirin. Wekhevî rojnemeyeke ji aliyê nûçegihanî, edîtorî, mijar û şopandina bûyeran ve bi karê jinan re eleqedar e û bûyerên girêdayî jinan dixe rojeva xwe.
“Rojname ji bûyeran zêdetir jiyana jinan digire nava xwe” 
Sera Ednan a rojnemevan ku di rojnemeyê de dixebite wiha ji ajnasa me re qala xebatên xwe yên di rojnameya Wekhevî de kir: "Wekhevî ne tenê rojnameyek a veguhezîna bûyerane, di heman demê de ji bo hêzdarkirina jin û derbirîna wê rojevan hildibijêre. Dama ku rojneme bi hejmarek kêm ji rojnemevan û nivîskarên jin di sala 2006 an de derket, çîrokê li vir dest pê kir. Armanca derxistina rojnamê ew bû ku bibe dengekî cûda da ku jin karibe bi rehetî hestên xwe vebêjin.” 
Sera Ednan dibîne ku dozên jin ne di kurahiya bûyeran de ne, ji ber vê ew texmîn dike ku saziyên ragihandinê hewl nade ku kesayeta jina bi hêz û serbixwe derxe holê û wiha dom kir: "Mînaka jina Iraqî bi raman û nêrîna xwe ya li jiyanê mînakek e ku di medyayê de tune û heke ew were dîtin, têra wê cîh nagire ku jin pê hebûna xwe îsbat bikin û nêrîna qelsî û lawazûnê biguherînin hêzdariyê.
“Di demek kin de rojname di nava jinan de belav bû”  
Li ser bihêzkirina jinan di xebata rojnamevanî, motîvasyon û avakirina qudrata wan de jî Sera ev nirxandin kir: "Me karî em hejmarek jinan bi hêz bikin û perwerde bikin da ku bibin pênûsa bihêz a rojnemeya Wekheviyê ku pirsgirêkên jinan bi giyanek xurt û ramanek zelal ku rola jinan di avakirina malbat û civakê de dinirxîne, îfade dike. Ji ber ku em di Rêxistina Azadiya Jin de xwe dispêrin têkoşîna jinan a gerdunî. Di demek kurt de me karî xwe bigihînin jinên hewceyî alîkariyê ne û wê şêwaza xwe kêmdîtina wan veguherînin jinên bi hêz û bi bandor. Rêxistina Azadiya Jin a li Îraqê ku di sala 2003 an de hate damezrandin, girêdayî parastina mafê jin û wekheviya zayendiyê ye. Em xebatên van jî didin nasîn û jin bi rêya rojnameya me ji rêxistina jinê hayîdar dibin.”
Di derbarê jimara rojnamevan û nivîskarên jin ên di rojnameyê de dixebitin jî Sera Ednan got ku hejmar sînordar nîne, ji ber ku hejmarek rojnamegerên jin beşdarî weşandina gotaran, mijarên çapemeniyê û nûçeyên ku bûyeran digirin nava xwe dibin û wiha dom kir: “Di derbarê pêşengiya jinan a di saziyên çapemeniyê de, tê dîtin ku jin ji hêla xweza û pêkhateyê ve ji hûrguliyan hez dikin, ji ber vê yekê ew di birêvebirina nûçe, bûyer û şewqa di rêveberina nûçeyê de balkêştir dikin. Ezmûn û domdariya rojnameya Wekheviyê mînakek serfiraziyê ye ji bo me jinên pêre mijul dibin. Bi salan, li ber qada nûçe û kêşeyên jinan li ber xwe daye da ku ji jinan re bibe jimareyek girîng û xwedî naverokek baş. Bi taybetî di derdorên çandî de daxwaz û danûstendinek mezin heye, ji ber ku rojnameya Wekheviyê di rastiyê de çavkaniya bûyerê.”