Rojnamegerên jin behsa êrîşa dawî ya li ser Xezayê kirin

Şîrîn Xelîfa destnîşan dike ku polîtîkaya tirsandina rojnamevanan ku dagirkeriya Israîlê li ser wan dimeşîne feyde nake ji ber ku ew erkên xwe yên niştimanî pêk tînin û dibêje: “Hêvî dikim ku tevahî hevalên min sax û selamet bin.”

Xeza- Ji destpêka şerê li ser Xezayê ve saziyên ragihandinê hewl dan ku bûyerên diqewimin bi awayekî tam ragihînin lê ev keda rojnamevanan bû cihê acizbûnê li gel balafirên dagirkeriya Israîlê ku 28 saziyên çapemeniyê di navbera 10 rojan de kirin hedef.
Dagirkeriya Israîlê ne tenê rojnamevan kirin hedef û bi dehan birîndar kir, jê bêtir mal û milkên welatiyan jî bombebaran kir. Wan şeş mal ku tê de rojnamevan niştecih dibin kir hedef.
Ji bo dîtina rapora ku binpêkirinên hêzên Israîlê yên der heqê azadiya medyayê de belge dike, pê li linkê bike
https://jinhaagency.com/news-1/content/view/9742?page=2
Gelek sazî ji aliyê rejîmê ve hatin bombebarankirin
Rojnamevan Şêrîn Xelîfa ku wek edîtor di tora Newa de kar dike, wiha dibêje; “Li Xezayê gelek sazî hatin bombebarankirin. Hedefgirtina saziyê ji aliyê dagirkeriyê ve cihê xemgîniyê bû lewre gelek bîranîn di nav de hebûn.
Şîrîn Xelîfa dest nîşan dike ku polîtîkaya tirsandina rojnamevanan ku dagirkeriya Israîlê li ser wan dimeşîne feyde nake ji ber ku ew erkên xwe yên niştimanî pêk tînin û dibêje: “Hêvî dikim ku tevahî hevalên min sax û selamet bin.”
Li aliyê din rojnamevan Aya Şahîn ku di radyoya "Dengê EL-Esra" de edîtor e got ku dema hêzên Israîlê Burc EL-Cewhere bombebaran kir, hîna taşteya wan li ser maseyê bû, wê nikaribû tiştên xwe bi xwe re bibirana. Ew lebtob, gul û hin pênûsên ku li ser maseya xwe danî bû tîne bîra xwe. Mixabin ku ev her tişt di encama balafirên Israîlî de çûne.
“Radyo mala me bû, kadroyên wê wekî malbatek bûn”
Aya Şahîn diyar dike ku radyo wek mala wê ye, di destpêka ku hîn radyo di malek biçûk de bû wê dest bi kar kiriye li pêş çavên wê hêdî hêdî mezin û berfireh bûye û got: "Destekdayîna kadroyên kar ku hemû wekî malbetekê bi hev re dijjyan, bû alîkar ku rewşa zehmet a ku sazî tê re derbas bû, derbas bikin.” 
Aya Şahîn niha karê xwe wek edîtor li malê berdewam dike lê radyo di kampekê de li nêzî nexweşxaneya Şîfa kar dike, ji ber ku ew der çavkaniya bûyeran e.
“Bi xirabûna avahiyê re bîranînên me jî çûn”
Nûçeya hilweşîna Burc EL-Şirûq li ser pêşkêşvan Nîmet EL-Misrî ku wekî pêşkêşvana bernameyan di kenala EL-Qodis de kar dike ne hêsan bû, ji ber ku girêdana wê bi wî burcî re gelek mezin bû, wê 5 salan di hundirê sazî û korîdorên burcê de derbas kir. Ew heta niha jî bawer nake ku ew burc wêran bûye.
Nîmet EL-Misrî dibêje; “Heriya burcê kolan bi tevahî girt, bi wê yekê re jî bîranînên min û rojên herî xweş ên ku min li wir bi hevalên xwe yên çapemeniyê re derbas kiriye hilweşiyan. Dema ku min nûçeya birca di dema êrîşkariyê de hat hedefgirtin bihîst, rasterast çûm pey nûçeyan da ku navê yek ji hevalên xwe di navnîşana qurbanan de nebînim û piştî ku ez dilniya bûm ez fikirîm ka dê çi bikim piştî ku navenda min hilweşiya.”
Du car in êşa koçberiyê dijî 
Dagirekriya Israîlê ne tenê rojnamevan dikirin hedef lê belê malên sivîlan jî bombebaran dikir rojnamevan Alaa Şemalî li ser hesabê xwe yê Facebook wiha nivîsî: "Di dema destdirêjiya 2014’an de, cara pêşîn bû ku mala min dihat hedefgirtin, wê demê ez û malbata xwe koçber bûn heya ku em li Xezayê bi cih bûn. Piştî wê, min hewl da malekê heya 8 salan peyda bikim da ku tê de bijîm.”
Di êrîşa îsal de Alaa Şemalî ji bombebarankirina wê malê ecêbmayî ma, wî careke din êşa koçberkirinê jiya
Hêjayî gotinê ye ku hêzên Israîlê sê rojnamevan hedef girtin di dema destdirêjiya li ser Xezayê de ku ew jî rojnamevan Mihemed Şahîn ji kampa Nisêrat e di 12’ê Gulanê de, rojnamevan Abid El-Hemîd El-Kulek di 16’ê Gulanê de û di dawiyê de rojnamevan Yûsif Ebû Hisên di 19’ê Gulanê de.