Rizgarkirina Minbicê şoreşeke ku civakê guhart û rastiya jinê pêşxist

Di navbera kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina bajêr de, jinên bajarê Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya şoreşa civakî kirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Yên ku herî zêde rastî binpêkirin û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hatin jin bûn. Projeya Netewa Demokratîk jinan ji koletiya DAIŞ'ê rizgar kir. Di demekê de ku DAIŞ’ê li meydanên bajêr jin qetil dikirin, şervanên Yekîneyên Parastina Jin li şûna perdeya reş ji bo jinan bûn taca azadiyê.

Bajarê Minbicê ku weke bajarê xwedawenda bereket û parêzvanê Firatê tê naskirin û dîroka wê bi "Atargatis" an jî "Atarata" ku yek ji xwedawendên herî navdar ê Sûriyê ye ve girêdayî ye. Gelek çavkanî diyar dikin ku bajarê Minbicê ji aliyê bawermendên Atargatis ve di sedsala 12'an a beriya zayînê de hatiye avakirin, dema ku baweriya serdema neolîtîk hîna serdest bû. Di heyama 5000 salî de ji aliyê Rûm, Sasanî, Memlûk, Makedonî, Ebbasî, Fatimî, Eyûbî, Mongol, Osmanî û Fransiyan ve hatiye kontrolkirin.

Bajarê Minbicê ku 25 km li rojavayê çemê Firatê ye, para xwe ji aloziya Sûriyê girt. Ji aliyê gelek komên terorîst ên weke Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê ve hate kontrolkirin, heta ku ji van komên çete ku herî dawî DAIŞ bû di 15`ê Tebaxa 2016`an de, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

"DAIŞ bi van rêbazan xwest ku bi kontrolkirina jinan civakê bixe bin kontrola xwe"

Berdevka Buroya Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê Nisrîn El-Elî diyar kir ku ajandayên derve yek ji sedemên sereke ne ku temenê krîza Sûriyê dirêj dike û wiha pê de çû: " Dagirkeriya tirk piştgiriya DAIŞ û artêşa niştimanî ya ku îro Serê Kaniyê û Girê Spî kontrol dike û çeteyên ku Efrînê kontrol dikin dike. Çeteyên DAIŞ’ê bi vê fînansmanê karîn gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê dagir bikin. Jin rastî qetilkirin, tecawizkirin, revand û tacizkirinê dihatin. Jin ji aliyê çeteyekî ve ji bo çeteyekî din dihat firotin. Ji ber vê yekê gelek jinan dawî li jiyana xwe anîn da ku ji vê hovetiyê xelas bibin. DAIŞ bi van rêbazan xwest ku bi kontrolkirina jinan civakê bixe bin kontrola xwe, ji ber ku dizane jin hêza herî xurt a civakê ye û ger jin lawaz bibe wê ew ê bikaribin hêsantir bikevin nava civakê û wê kontrol bikin. Tevî vê yekê jî gelek jin li hemberî vê hovetiyê bêdeng neman û hin ji wan hatin qetilkirin û girtin."

"Îradeya ku di salên rizgarkirinê de derketiye holê bersiva têgînên paşverû bû"

Nisrîn El-Elî eşkere kir ku dîroka rizgarkirina Minbicê di mejiyê hemû jinan de hatiye çandin û qet ji bîr nakin ji ber ku ev roj roja ku jin ji neheqiyê rizgar bûne û ji bo jinan bûye weke zayineke nû û wiha axivî: "Şoreşa Rojava û rizgarkirina Minbicê weke derfeta zêrîn a ku jinan ji bo îsbatkirina xwe jê sûd werdigirtin bû. Rizgarkirina bajarê Minbicê rê li ber jinan vekir ku di hemû qadên jiyanê û xebatê de bibin xwedî erk û bigihêjin cihên biryardanê. Her wiha nêrîna civakê ya li ser jinê hate rastkirin. Îradeya ku di salên rizgarkirinê de derketiye holê bersiva têgînên paşverû bû."

"Jinên ku li dijî terorîzma herî xeternak şer kirin dikarin li dijî ramana paşverû jî şer bikin"

Nisrîn El-Elî da zanîn ku di têkoşîna 6 salan de wan karîbû xwe bighînin ji sedî 40 ji jinan û wiha got: "Jinan ji bo ku rastiya xwe pêş bixin û bi hev re civakek hişmend, siyasî û exlaqî ava bikin bi me re bûn alîkar. Me negîhan hemû jinan, lê em di rê de ne ku em xwe bigihînin hemû jinan. Em di cihên biryardayînê de ne, lê em înkar nakin ku em jî ji hêla adet û kevneşopiyên ku rê li ber pêşketina me digirin ve hatine asteng kirin. Em ê hemû jin bi hev re bigihêjin armancên xwe. Jinên ku li dijî terorîzma herî xeternak a cîhanê şer kirin, dikarin li dijî ramana paşverû ya ku azadiya wan sînordar dike ji bo avakirina civakek exlaqî ya azad a bi pêşengiya jinê têbikoşin."

"Projeya Neteweya Demokratîk gelek têgehan guhart"

Cîgira Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarê wê Hîba Dada anî ziman ku piştî rizgarkirina bajarê Minbicê wan şahidiya guhertineke mezin kir, guhertineke ku bajêr di dîroka xwe de nedîtibû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her jinekê xwe nas kir, ez jî yek ji wan im. Projeya Neteweya Demokratîk karibû gelek têgehên ku civakê di mejiyê me de bi cih kiribûn biguherîne û çavên me li aliyên din ên ku em jê nezanibûn vekir."

Hejmara jinên di rêveberiya sivîl a demokratîk de dixebitin 3 hezar û 392 ye. Di qada perwerdehiyê de hejmara rêveberên jin 29 e. Li Minbic û gundewarê wê hejmara mamosteyên jin 2487 e. Di rêxistinên civaka sivîl jî hejmara jinan gihaşt 3 hezar û 200. Di nava partiyên siyasî de 28 jin hene. Hejmara jinan di saziyên ku bi karê jinan ve mijûl dibin de gihişt.

Piştî rizgarkirinê bajar ji aliyê Meclisa Sivîl a ku bi destpêkirina hemleya rizgarkirina navçeya Serîn a li başûrê kantona Kobanê hatiye avakirin, hate birêvebirin. Di 12’ê Adara 2017’an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarê wê hat avakirin û ji 13 komîteyên ku di nav wan de Komîteya Jinan jî heye, hatin avakirin.

"Komîteya Jin bingeha birêxistinkirina jinan di rêveberiya sivîl a demokratîk de ye"

Hîba Dada bi lev kir ku Komîteya Jin bingeha birêxistinkirina jinan di rêveberiya sivîl a demokratîk de ye û wiha got: "Dabînkirina derfetên kar yek ji erkên Komîteya Jin e. Gelek projeyên me hene ku ji aliyê Komîteya Jinan, Weqfa Jina Azad û Aboriya Jinê ve hatine vekirin. Ev hemû proje ji aliyê jinan ve tên meşandin û gelek derfetên kar ji jinan re peyda dikin. Her wiha em alîkariya jinên ku dixwazin bixebitin lê rastî nerazîbûnên malbatên xwe tên, lewma em hewl didin wan malbatan razî bikin. Guhertinên mezin di kesayeta min de çêbûn. Heta ku ez tevlî xebatên saziyan nebim min mafên xwe yên weke jin nizanîbû. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê rasterast tevlî qada xebatê bûm û derbasî qadên ragihandin, çand û hunerê bûm û niha jî di nava Komîteya Jinan de kar dikim."