Rêxistina Roshnaee Dill jinên xwedî pêwîstiyên taybet fêrî karên destan dike

Jinên xwedî pêwîstiyên taybet di Rêxistina Roshnaee Dill de fêrî hunerên karên destan ên cuda dibin. Mamoste Îlham Nûrî ya ku di rêxistinê de perwerdeyê dide dibêje: “Kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji kesên din jîrtir in.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Kesên xwedî pêwîstiyên taybet di civakê de rastî gelek zehmetiyên weke pêkneanîna pêwîstiyên xwe û nedana mafên wan, nebûna mûçe û tayîn nebûn e. Lê belê hewldana xwe berdewan dikin. Hinek ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet di civakê de cihê wan diyar e û dikarbûne weke kesên asayî kar û çalakiyên rojane bikin.

Rêxistina Roshnaee Dill ji aliyê xêrxwazan ve ji bo alîkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet bike, di sala 2019’an de li bajarê Silêmaniyê hat avakirin. Di rêxistinê de kar û çalakî ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet tên kirin. Jin di rêxsitinê de xwedî rol in, dewreyên perwerdeyê yên fêrbûna dirûtinê, karên destan, karê hunerê û qeydkirina çend fîlmên deng heye. Her dem beşdarî festîvalên hunerî dibin. Çend xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet hene ku dikarin karê dirûtin û nexşandinê bikin, ji bo xwe bikin pîşe û jiyana xwe pê dabîn bikin.

‘Beşek ji xwendekaran karên biçûk ji bo xwe dîtine’

Mamosteya rêxistina Roshnaee Dill, Îlham Nûrî diyar kir ku rêxistina Roshnaee Dill ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet e û derfetên kar ji bo wan kesan kiriye û got: “Di rêxistinê de dewreya perwerdeya destrengîn ji bo jinên xwedî pêwîstiyên taybet tê dayîn. Ev rêxistin ji aliyê xêrxwazan ve serperştiyariya wê tê kirin. Piştî min xwendina xwe temam kir derfetên tayînbûnê û kar tunebûn. Zarokek min hebû, ji ber wê min biryar da xwe fêrî karê nexşandinê bikim. Bi riya fêrbûnê, ez dikaribûm bibim mamosteya dersa nexşandinê. Ev nêzî sal û nîv e ez li malê bi karê nexşandinê re mijûl dibim. Rojekê endameke rêxistinê pêşniyara kar ji bo min kir. Niha weke mamosteyekê ez di rêxistinê de dersa nexşandinê didim jinên xwedî pêwîstiyên taybet. Tevî karkirinê jî hefeteyê carekê ez dersê didim 15 xwendekaran. Beşek ji xwendekarên min ên xwedî pêwîstiyên taybet xwedî cih ên karên biçûk in û malperan vekirine ji bo dabînkirina dahata jiyanê karên destan dikin.”

‘Beşa ku fêr dibin fermanber û xwendekar in’

Îlham Nûrî destnîşan kir ku serokê rêxistinê û xêrxwazan alîkariya rêxistinê dikin û wiha domand: “Ji bo dabînkirina pêwîstiyên nexşandinê xêrxwaz alîkariya me dikin. Niha ji ber kêmbûna dema waneyan, tenê çêkirina çenteyan fêr dikim. Di projeyên xwe de em hewl didin nexşandina ristik, madalya û çend karên din fêr bikin. Her wiha beşek ji xwendekarên me, ev çend sal in karên dirûtin, nexşandin û yên destan çêdikin. Beşek ji endaman xwendekar û fermanber in û hefteyê carekê serdana rêxistinê dikin.”

‘Kesên xwedî pêwîstiyên taybet zêdetir fêr dibin’

Îlham Nûrî amaje bi wê yekê kir ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet hêza wan a fêrbûnê ji ya kesên asayî baştir e û wiha got: “Bi riya festîvalên hunerî em alîkariya kesên xwedî pêwîstiyên taybet dikin. Ew dahata ku bi destên me dikeve em ji bo kirîna pêwîstiyên nexşandinê bi kar tînin. Beşek ji wan piştî fêr dibin em alîkariya wan dikin, ji bo ku karê xwe berdewam bikin. Destpêkê karkirina min weke mamosteyekê di rêxistinê de giran bû, ez dersê didim kesên xwedî pêwîstiyên taybet lê belê mamosteyan ji min re gotin ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji kesên asan jîrtir in, bi rastî jî wisa bû. Gelek kes hatin û ez bi wan re gelek kêfxweş im.”

‘Nebûna xizmetê li cihên giştî ji me re pirsgirêkan çêdike’

Fermanber û endama rêxistina Roshnaee Dill, Kejal Xelîl diyar kir ku armanca rêxistinê derxistina kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji derve ye û alîkarîdayîna wan e û got: “Em dikaribûn hewldanên xwe bidomînin ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet heta asteke baş li ser lingên xwe rawestin. Hikumet alîkariya van kesan nakin. Tenê xêrxwaz alîkariya me dikin û ew jî piraniya pêwîstiyan bi cih naynin. Ji ber kêmaniya darayî em nikarin zêdetir bixebitin lê belê her dem em hewl didin. Em kesên xwedî pêwîstiyên taybet ger kesek me ne li gel me be, nikarin li dam û dezgehan û cihên giştî yên hatin û çûyînê biçin û bên. Rojane pêwîstiya me bi alîkariyê çêdibe. Ji derve ji bo me asankarî nakin û daxwazên me ew in ku hem xelk alîkariya me bike, hem jî di dam û dezgehan de amûr û alavên pêwîst ji bo me dabîn bikin da em bikaribin karê xwe berdewam bikin.”

‘Îsrara ji bo hînbûnê û kêrhatiya wan zêdetir e’

Xwendekara zanîngehê ya beşa zimanê Erebî û endama rêxistina Roshnaee Dill, Rojî Umêd Heme Emîn destnîşan kir ku beşdariya fêrbûna karê nexşandinê dibe alîkar ku di pêşerojê de kesên xwedî pêwîstiyên taybet bikaribin dahatê ji bo xwe dabîn bikin. Divê malbat li hemberî kesên xwedî pêwîstiyên taybet şiyar bin da ku civak bi çavekî kêm li wan nenihêre û got: “Divê malbat bi çavekî asayî li wan binêrin. Hêz û kêrhatiya kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji kesên asan zêdetir e. Peyama min ji bo wan kesan û malbatên wan ewe ku ji malê derbikevin, serdana rêxistinan bikin da ku bikaribin hêz û kêrhatiya heyî veguherînin kar.”