Rêxistina 21 Newroz a Perwerde û Hînkariyê li Silêmaniyê xebatên xwe didomîne

Li Iraqê hejmarek mezin ji rêxistinên mirovî weke rêxistinên alîkariyê, bijîjkî û rêxistinên parastina mafên jinan ên ku li gel serokwezîrê Iraqê tomarkirî ne hene lê rêxistina 21 Newroz rol û misyoneke cudatir di warê bihêzkirina jinan de dilîze.

XUFRAN El-RADÎ
Bexda- Tevî hejmara mezin ji rêxistinên alîkar, li Iraqê rêxistina 21 Newroz rol û misyonek çalaktir ji bo bihêzkirina jinan dilîze û xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşîne. Ev rêxistina ku girîngî dide mafên jin û zarokan bi xizmetên xwe derfetên jiyanê li pêşiya jinan vedike.  
"Hîskirina êşa derdorê we teşwîq dike ku hûn rastiya êşê biguherînin"
Rêvebera Rêxistina 21 Newroz Ronak El-Caf ji ajansa me re axivî û got ku empatiya bi kesên hewcedar û bi mirovên xizan ên ku di nava şert û mercên dijwar de dijîn têgihîştineke mirovî ya hevbeş e û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi hîskirina êşên kesên derdora xwe û famkirina wan we teşwîq dike ku hûn rastiya êşê biguherînin. Ji ber vê Rêxistina 21 Newroz weke Rêxistineke ku mirovan hêzdar dike, di sala 2016'an de hatiye damezrandin."
Ronak El-Caf destnîşan dike ku dema ku rêxistin damezrandine mebesta bingehîn ew  bû ku piştgirî bidin zarokên sêwî û yên koçber bi taybetî yên jin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di civakê de zarok cewherên bingehîn û girîng in û xeleka herî lawaz in ku ji êşên şeran bi bandor dibin. Ji ber vê yekê zarokên sêwî yek ji beşên herî girîng bûn ku diviyabû em balê bikşînin ser ku di bernameya rêxistinê de cihê xwe bigrin. Her wiha jinên di nava malbatên koçberbûyî de dema ku DAIŞ ket herêmên wan, koçber bûne di nava şert û mercên herî bi êş de dijîn."
Destpêkê alîkarî weke tevgereke mirovî pêk tê ku di nav de xwarin, cil û berg û hin pêdiviyên jiyanî hebûn lê bi demê re hinekî cuda bû ku vê alîkariyê girîngî dida perwerdeya zarokan û hînkirina jinan da ku bi xwe debara mala xwe bikin.
Perwerdekirina zarokan û pêşxistina behremandiya jinan armanca sereke ya rêxistinê ye
Ronak El-Caf  di wê baweriyê de ye ku mirov bi hînbûn û perwerdeyê bihêz dibe û jêhatîbûnan bi dist dixe ku dibe wekî derfeta kar û hilbirînan û wiha got: "Ez hez nakim tenê pêlîstok û diyariyan bidim zarokên sêwî û yên xizan. Ez dixebitim da ku ew ji pêşeroja xwe bawer bin û girîngiya tam bidin xwendin û hînbûnê û di warê perwerdeya zarokan û hînbûna wan de em destek didin wan. Ji ber vê jî me kursa hînkirin û dersdayînê ji bo bihêzkirina van zarokan vekir û ev jî gaveke pir girîng e û di hişê zarokan de girîngiya perwerdeyê çêdike."
Her wiha rêxistinê ji bo zarokên di dibistana seretayî û navîn de zêdetirî 20 kurs ji bo materyalên xwendinê yên cihêreng ji bo zarokan li dar xistin û di demên beriya ezmûnan de di warê dersdayînê de xebateke berfireh dan meşandin û bal kişandin ser piştgirîdayîna derûnî. 
Her wiha Ronak El-Caf der barê vê tecrubeyê de dibêje ku perwerdekirin û bihêzkirina jinan di warê kar û hilberînê de hewceyî hewldanên mezin e ku pêwîstiya wan bi piştgirî û hişmendiya psîkolojîk heye bi taybetî jinên ku rastî rewşên dijwar hatine mîna şîdeta beriya hevberdanê, yan xemgîniya ku ji ber îhtîmala windakirina hevjînên xwe ji terora DAIŞ'ê reviyan. Gelek jin bi heyecanek mezin tevli kargehê bûn û gelek ji wan dudilî tevli bûn lê tevî hemû zehmetiyan em bi serkeftinên gelek jinan di warê ezmûna dirûtin û kuafuriyê de piştî perwerdeyê karibûn bi serbilindî debara xwe bi xwe bikin û malên xwe bi rêve bibin.
Di rêxistinên civaka sivîl de rola jinan girîng e
Ronak Jaff li ser rêveberiya jinan di berhemên civakên sivîl de dibêje:"Jin bingeha xebatên mirovî ne li Iraqê û hebûna wan di vî warî de ji ber êşên jinan tê. Dema ku ew jiyana di navbera terorîzm, malbat, qebîle û qanûna ku gelek bendên wê hene de diguhezin, ji ber vê yekê jin dikarin hest bikin êşên jinan bêtir û hewcedariyên wan fam dikin."
Her wiha Ronak Jaff li ser şêwaza ramana di danûstendina bi pirsgirêkên jinan ên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, piştrast kir ku zilam zîhniyeta mêraniyê dişopînin  tevî ku ew di çarçoveyek mirovahî de dixebitin jî hewl didin jiyana jinan bi awayên ew jê bawer dikin birêve bibin." 
Rêvebera rêxistina 21 Newroz Renak Jaff di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku xizmeta mirovî tişta herî girîng e û got: “Tişta ku hûn dikarin bidin jinên hevberdayî û yên jinebî û zarokên wan ji bilî alîkariya demkî, dibe bingeh ji bo perwerdeya zarokan, bihêzkirina jinan û alîkariya wan."