Rêwîtiya dirêj Selma El-Acla ya Xezayî
Çîroka Selma Al-Acla ya Xezayî wek qîrîneke mirovî derdikeve pêş ku êşa şer, tehliya windakirinê û dijwarîyên jiyanê vedihewîne. Birîndariya wê ne tenê birîneke fîzîkî bû; ew destpêka rêwîtiyek dirêj a êşê bû.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Piştî ku tîmên bijîşkî hemû hewldanên xwe ji bo rizgarkirina lingê wê qedandin, Selma El-Acla bi zorê ji Şerîda Xezayê hate derxistin. Bi fermî jê re hate gotin ku divê ew di rojên pêş de xwe ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve ji bo qutkirina lingê xwe amade bike. Lê çarenûsê biryar da ku ew karibe sevkeke bijîşkî ji bo Misrê werbigire, li wir hêviya wê ya ku careke din li ser lingên xwe bimeşe dîsa peyda bû.
Dibe ku Selma El-Acla karibûya careke din xwe bigihîne cihê xwe û bimeşe, heta bireve jî. Lê qedexeyên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine danîn û ragihandina wan a fermî ya niyeta wan a pêkanîna planeke ji bo koçberkirina bi zorê ya Filistîniyan, hêviya wê ya vegera bo mala xwe qut kiriye.
Tarîtiya dîmenên wê kêliyê ji bîr nake
Selma El-Acla di Mijdara 2023'an de di şerê qirkirinê yê li ser Şerîda Xezayê de birîndar bû. Selma dibêje: "Dema ku min birînên xwe piştî êrîşa Îsraîlê dît, min fêm kir ku rêwîtiya dermankirinê qet ne hêsan be. Gava ku gihîştim Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê û bi saetan li erdê xwîn jê lingê min dihat, tarîtiya dîmenê û tiştên ku di saetên pêş de li benda min in fêm kir. Ez ne ji bo prosedureke bijîşkî, lê ji bo emeliyatê çûm odeya emeliyatê da ku şikestinên lingê xwe yê çepê piştî şikestineke di hestiyên ling de û windabûna hin goşt û tevnan, aram bikim. Piştre, bêyî ti dermanek êşkêşanê min du emeliyat derbas kir da ku qutkirina lingê dereng bixim. Bi mehan bê xew mam û piştî du mehan destpêka kangrenê bi min re çêbû."
'Min dilê xwe li Xezayê hişt'
Selma El-Acla wiha di nava gotinên xwe de behsa terkandina xwe ji Xezayê re dike: "Di heman rojê de, sewqiyata bijîşkî hat dayîn û ez ber bi deriyê sînor ve çûm. Dema ku ez gihîştim nexweşxaneya Misrê, li wir alavên guncav hebûn ku hiştin tendrustiya min baş bibe û rêwîtiya xwe ya dermankirinê û lênêrîna bijîşkî ya gunca dest pê kir. Min dilê xwe li Xezayê hişt dema ku neçar bûm jê derkevim û berê xwe bidim Misrê ji bo tedawiyê. Ev ne cara yekem e ku terka Xezayê dikim, lê her car ji bo gerê derdiektim û vedigeriyam mala xwe. Xwezî ji welatê xwe dernekitibûma û hezkirî û mirovên xwe li wir nehiştibûna. Em bîra rojên berê şer û pevçûnan dikin, dema ku em rihet û bê xem bûn."
Ne tenê terka Xezayê ew terka bîranînên xwe jî kiriye
Selma El-Acla da zanîn ku dîmenên wêran û talankirina axa wê tu car jî bîrê naçe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Mal, milk û welatê me hate wêrankirin. Mala me ji ber êrîşan hate hilweşandin û hemû bîranînên min pê re hatin hilweşandin û talankirin. Tevî ku dengê topan nayê min û di aramiyê de niha dijîm, lê dîsa xwe aram nabînim ji ber ku welatê min wêran dibe hezkiriyên me rûbirû bi qetilkirinê re dimînin. Xeyalên me jî bi şer re winda bûn û di nîvî de man."
Berî şerê li ser Xezayê, Selma El-Acla jiyaneke rengîn derbas kir ku di wê demê de ew karîbû li ser merdîwanên xeyalên xwe hilkişe. Ew ji bo konferansên zanistî û siyasî yên herî girîng ên li Şerîda Xezayê moderator bû û bi gelek kesayetiyên navdar re hevdîtin kir. Selma her hîs dikir ku mîkrofon û kamera beşek ji wê ne û ew nikare ji wan veqete. Her wiha bernameyeke wê ya diyalogê hebû ku kişandina wê temam nekir.