Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka avê dixebite

Endezyar Zakira Welo teqez kir ku armanc bi projeya derxistina avê ji Senceqa Saadûn, xelasiya zêdetirî milyonek û 500 hezar kesan ji krîza avê ye got: “Ji bo çareseriya krîza avê em di nava hewldanê de ne.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Ji Cotmeha 2019’an ango piştî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî heta niha dewleta Tirk ava stasyona Elok ji ser Hesekê û gundewarên wê biriye. Ev yek jî ziyaneke mezin digihîjîne zêdetirî milyonek û 500 hezar kes ji xelkên Hesekê û gundên derdorê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê û Dezgeha Rêveberiya kantona Cizîrê di 3’ê Tebaxa 2023’an de dest bi pêkanîna projeya derxistina ava vexwarinê ji Sancak Saadûn û gundê Kandor li başûrê Amûdê ji bo gihandina avê ji bajarê Hesekê kirin.

Proje dê li ser 4 qonaxan be. Ev qonax jî bi vê rengê ne kolandina 20 bîrên ku kûrahiya wan 500 metre ye, projeya avakirina stasyona derxistina avê ye ku ji 6 hilmijan û hewzeke 5 hezar metrekub pêk tê, nîna elektrîkê ji Amûdê bi riya torekê, kişandina avê bi dirêjahiya 62 kîlometreyan.

‘Êrîşên dewleta Tirk dibin sedema derengxistina projeyê’

Endezyar Zakira Welo da zanîn ku ji bo serkeftina projeya Senceqa Saadûn kar û xebat tên meşandin û wiha axaftina xwe berdewam dike: “Ez di beşa  komkirina avê ya vê projeyê de cih digrim. Ev proje bi razîbûna xelkên Amûdê û gundewarên wê pêk hat. Armanca me ku em xelkên Hesekê û gundewarên wê ji krîza avê xelas bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev proje bi dawî bibe wê çareserî ji krîza avê were dîtin lê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmê ranewestîne, binsaziya herêmê dike hedef. Ev yek bandorê li xebatên vê projeyê dike. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber van êrîşan bigrin da ku em bikaribin rê li ber krîzan bigrin.”

‘Krîza avê gelek krîzan bi xwe re tîne’

Şikriya Hisên a ji şêniyên taxa Til hecer a bajarê Hesekê ye da zanîn ku krîza avê bandorek mezin li ser xelkên Hesekê kiriye û wiha got: “Di vê germahiyê de em bê av dimînin. Me û cîranê xwe bi hev re bîrek kola lê ew bîr av tê de miçiqî û em ê niha bîra xwe kûrtir bikin lê ava bîrê tenê ji bo şûştinê û mukeyfê tê bikaranîn. Ava vexwarinê em ji sarincan dikirin. Em 5 bermîl bi 35 hezarî dadigrin. Ew av jî bi rastî ne paqij e, rengê wê zer e û zarokên me pê nexweş ketine. Em dixwazin krîza avê were çareserkirin. Ji ber ku vê krîzê gelek krîzên din bi xwe re aniye weke krîza tenduristî û ekolojiyê ye. Ev krîz jî sûcê dewleta Tirk a dagirker e.”