Rêvebera parastina mala parastinê Asmaa El-Berkî: Niştecih di rewşek aram de dijîn

Der barê xizmetên malê de diyar kir ku mal tevahî xizmetên civakî, derûnî û tenduristî pêşkêş dike û got: “Bi qasî ku em dikarin em hewl didin van xizmetan bi awayekî malbatî pêşkêş bikin da ku keçik bi civakê re yek bin. Di nava kesên girtî de, karmend hene, ev yek jî dikeve nav bernameya tevlibûna civakî.”

IPTÎSAM EXFÎR
Bîngazî- Di weşaneke zindî de yek ji keçên lênihêrîna civakî li Bîngazî derket,bi girî detayên çîroka ku demek dirêj veşartî maye vegot. Ew dayik û bavê xwe nas nake û bi malbateke din re dijî. Ev yek jî bersivek bû ji rêvebera mala lênihêrîna civakî re di wê demê de ku dosyaya wê li ser malperên tora civakî belev kirin û gef xwarin ku wê bi zorê vegerînin malê piştî ku berpirsên wê di dema ku ew hîna zarok bû wefat kirin 
Ji heşt mehan bêtir e rewş li malê sakîn bû, heya ku komek çekdar hat û daxwaza valakirina malê bi buhaneya ku xwediyê avahiyê mafê xwe yê milkiyetê dixwaze, der barê van aloziyan de ku mala lênihêrîna civakî di salên dawî de rastî ajansa me bi rêvebera mala lênihêrîna civakî Asmaa El-Berkî re ku nû ji malê re hatiye erkdarkirin civiya. 
Em ji bo serkeftina bernameya tevlibûna civakî hewl didin
Asmaa El-Berkî got ku mal keçên ku temenê wan 12 sal heya zewacê digire nav xwe koma niha hazir 30 kes e ji wan şeş kes li gel hin malbatan di mêvanxaneyê de ne, ev mêvanxane vekiriye, ew li wir hatine bicihkirin.
Der barê xizmetên malê de wê diyar kir ku mal tevahî xizmetên civakî, derûnî û tenduristî pêşkêş dike û got: “Bi qasî ku em dikarin em hewl didin van xizmetan bi awayekî malbatî pêşkêş bikin da ku keçik bi civakê re yek bin. Di nava kesên girtî de, karmend hene, ev yek jî dikeve nav bernameya tevlibûna civakî her wiha hin xwendekar hene ku di hemû pêvajoyên xwendinê de ne. Wekî navîn, amadehî û zanîngeh bêguman kesên ku ji zanîngehê hatine derçûn jî hene ku ew di cihên hukumî de li benda kar in.”
Der barê mijara tevlibûna civakî de jî got ku zêdebarî karê di hukumetê de, ew hewl didin ku zewac jî bibe giringtirîn bendên bernameya tevlibûna civakî. Dema ku girtî digihîje temenê zewacê, ew ji bo sazkirina malbatek nû tê amadekirin, em jî wek pisporên civakî nêrînek me ya taybet hebû, me dît baştir e ku girtiyên li vir ji hev nexwazin, berovajî wê zewaca ji malbata normal baştir e, ji ber kategoriya heyî dayik û bavên wan ne diyar in û wiha domand: “Ger ku keçik ji malbatek derve were zewicandin dê zarokên wê xwedî malbatek diyar bin û ger xort bi keçek derve re bizewice dê zarokên wî wek hemû zarokan bibin xwedî xal û malbat. Bi riya vê tevlibûnê em ê karibin bigihîjin encamên baş.”
Nêrîna hestiyarî ji ber astengiyên xebata civakî ye
Der barê zehmetiya pejirandina bernameya tevlibûna civakî heta niha jî wê destnîşan kir ku keç û xortên di mala lênihêrîna civakî de di civakê de nayên qebûlkirin û got: “Em dibînin ku ev nêrîn yek ji astnegiyên karê civakî ye, civak bi wan re hestyar in lê dema ku tevlibûna zewacê çêdibe her kes ji wan direve. Em  her xwe dispêrin çîrokên serkeftinê çi di zewacê de be, çi jî di kefaletê de be. Ev çîrok dide îsbatkirin ku ev kategorî bi hewceyî derfetên kar in da ku serkeftina xwe îsbat bikin. 
Mala lênihêrînê ji bo jiyanê jîngeheke normal e
Asmaa El-Berkî teqez kir ku mala lênihêrînê her çiqasî derfetên baş lê hatibin peydakirin jî ji bo jiyanê re ne jîngeheke baş e, tenê wek cihekî hewandinê ye ku bi riya wê re hewl didin etmosfereke malbatî ava bikin lê nagihîjin malbateke herî guncew û got: “Lê dîsa em hêvî dikin ku keç hemû pirsgirêkên ku dijîn, di nav malbatê de bijîn. Hesta bi germahiya malbatê li gel wan pir girîng e 
Erkdarkirina kesên ne pispor ji karê civakî re
Der barê sedemên ku mal ji hêla lêpirsîna tawanbar ve rastî êrîşan hat û pelên girtiyan li ser malperên tora civakî hatin belavkirin, wê got, Yek ji girîngtirîn prensîbên karûbarê civakî prensîba nepeniyê ye. Dema ku pisporê civakî bi vê prensîbê û prensîbên din ên di vî warî de dixebite divê ew wan li ser karkerên li malê ferz bike. Gelo ev karker dergevan e an jî çi dibe, divê ku zanibin her yek ji girtiyan taybetmendiyek xwe heye her wiha divê ku pirsgirêkên malê û agahiyên hesas ên girêdayî jiyana mirov neyên derxistin. Dema ku hin kes ji derve tê ew rastî pirsgirêkên keçikan ku dibe biçûk be tê lê ew li gel xwe wan belav dike. Hin pirsgirêk hene ku gihîştine dadgehê, bi vî rengî jî digihîje ragihandinê. Belvakirina agahiyên bi vî rengî li ser malperên tora civakî zilm e û şaşiyek mezin e, hinek ji girtiyên malê endezyar in, bijîşk in û xwendeakrên zanîngehê ne.
Parastina girîngiya cih
Asmaa El-Berkî got ku pêdivî bi parastina girîngiya vî cihî û nepenîtiya wî heye, ew wek malên din ên Lîbyayê ye, gelek çîrok û pirsgirêkên xwe hene û got: "Bi qasî ku em dikarin, em hewl didin hevsengiyeke di navbera wan û civakê de çêbikin lê dema ku pirsgirêkên bi vî rengî rû didin û bi awayekî mezin li ser ragihandinê tê belavkirin. Em hewl didin wan di riya bernameyên xwe û kesên pispor re bigihîjînin aramiyê.” 
Ew rewş ne mirovî ne
Asmaa El-Berkî da zanîn ku ev girtî rewşa wan rewşeke mirovî ye, ew wek keçikên ku di nav malbatên normal de ne, ji ber vê divê ku li vir pêwendî di navbera danûstandina pîşeyî û mirovî de be, ji ber ku karê mirovî pir girîng e. Her wiha divê ku rewşa her yekê ji wan di ber çavan re derbas bikin tevî ku ew di vê jîngehê de dijîn lê her yek ji wan jiyana xwe ya taybet heye. 
Keçikên malê xwedan exlaqê baş in û parastina xwe dikin
Asmaa El-Berkî ew axaftinên ku dibêje ev keç ne baş in vala derdixe û wiha dibêje; "Keçên malê xwedan exlaq in û di malê de destdirêjî li wan nehatiye kirin, tenê bûyerek karmendên lêpirsîna tawanbar heye û ew pirsgirêkek piçûk bû ku di her malbatê de çêdibe lê neheqiya rêveberiya malê digel wê demê bû sedem ku ew lêkolîn bike. Ez 25 sal in di karê civakî de çalak im. Tu kes an karmend nehatiye û keçikek ji malê derxistiye. Ew hemî gotegotên ku vê dawiyê derketine û em nizanin armanca wan çi ye.”
Bi xwe bi wan re mijûl dibin
Derbarê çawaniya danûstendina wan bi her aliyek ku bê destûrek kar a fermî ji wan re tê, wê got; "Em bi wan re bi fermî mijûl dibin. Di heyama borî de, otomobîlek dezgehek ewlehiyê  hat gel me, ji me xwest ku em cih vala bikin lê gava me bi wê partiyê re têkilî danî, derket ku wan ew neşandiye û piştre ew careke din nehatine cem me.
Der barê astengî û zehmetiyên ku mal pê re rû bi rû dimîne, wê got; "Erê, astengî û dijwarî hene, ji ber ku em partiyek bi dewletê ve girêdayî ne û dewlet bi siyasetê ve girêdayî ye û siyasetê dizanin ku çawa komek ji xizmetan dereng dixe. Pirsgirêka din ev e ku sazgeh li berava Bîngaziyê ye, ji ber vê yekê em bi hewceyî kamerayên çavdêriyê û xurtkirina hebûna ewlehiyê li dora malê ne. Jixwe ev kom her kes nikare tê de bixebite. Divê kesên ku tê de kar dikin pispor bin û tecrubeya wan hebe.”
Pirsgirêkên me yên qanûnî û cezayî tune ye
Rêvebera mala lênihêrîna civakî Asmaa El-Berkî di dawiya axaftina xwe de got: “Kar dimeşe û tu pirsgirêkên me yên qanûnî û cezayî nîn in, girtî di rewşek aram de dijîn, em ê di demên pêş de derkevin li herêmên rojava û rojhilat bigerin, ji mafê girtiyan e ku bijîn û ji xwe re hevalan peyda bikin. Gelek çîrokên wan ên serkeftî hene.”