Rena û Rîm El-Emîn: Hunera destan li başûrê Lubnanê wek amûra berxwedanê ye

Li Şeqra, Rena El-Emîn û keça wê Rîm bi dirûtin û nîgarê berxwedana jinên başûrê Lubnanê nîşan didin. Ji bo wan hunerên destan ne tenê projeyên jîngehî û hunerî ne, her wiha amûrên berxwedan, jiyan û derbasbûna êşên êrîş û wêrankariyê ne jî.

RANA CONÎ

Lubnan – Gundê Şeqra yê başûrê Lubnanê bi rewşeke nû ya sînorî re rûbirû ye û bûye qada rasterast a krîzên mirovî û aborî yên ku her ku diçe zêde dibin. Di nav vê rewşê de, Rena El-Emîn û keça wê Rîm çîroka berxwedana jinên başûrê Lubnanê li hember şer û zehmetiyên jiyanê vedibêjin. Ew bi hunerên destan ên xwe ve girêdayî mane, hunerên ku ji projeyên jîngehî û hunerî veguherîne amûrên berxwedan û domandina jiyanê.

Ji krîza çopê heta hunera berxwedanê

Çend sal berê, Rena El-Emîn çareseriyeke jîngehî û çavkaniyeke dahatê ji bo malbata xwe afirand. Rena dest bi komkirina kîsên naylon kir, kîsên ku ji bo hilweşîna wan gelek sal derbas dibin. Paşê wan dibirî û bi qengilê didirûn da ku wan bike xalîçe û tiştên malê. Ev proje, ku ji bo çareserkirina krîza çopê ya kronîk li Lubnanê dest pê kiribû, îro di demên aşitî û êrîşan de bûye hevalê Rena yê rê. Tevî ku balefirên şer êrîş dikin û li nêzî gundê wê bombebaran heye, qengil ji destê wê dernakeve. Rena ev hunera xwe wekî 'ronahiyek di nav dengên şer de' diparêze.

Çîroka Rena El-Emîn di demekê de tê ku zirarên aborî yên ji ber êrîşên dawî li başûrê Lubnanê bi milyar dolarî derbas bûne. Fabrîqe, kargeh û karên destan hatine wêrankirin û veguherîne xirbe. Atolyeya Rena jî zirareke mezin dît û gelek meha xebatên wê yên dirûnê û çêkirina xalîçeyan ji holê rakirin. Rena El-Emîn bi xemgînî dibêje ku êrîşan her tişt ji wan stendiye û niha pêdiviyên din ên jiyanê bûne pêşîn. Ji aliyê din ve, ji bo parastina hunermend û kedkarên destan li Lubnanê tu piştgiriya fermî an jî sendîkayeke wan tune ye. Ev jî wê neçar dike ku ji nû ve ji sifirê dest pê bike.

Firçeyek li ser xîzê ji bo jibîrkirina bombebaranê

Li eywana mala xwe ya ku li gundên derdorê dinhêre, Rîm El-Emîn a 20 salî li kêleka diya xwe Rena rûdine û parçeyên xîzê bi tabloyên ku tijî xewn û hêvî ne vediguherîne. Rîma ku berî şer ji bo dabînkirina debara xwe xwedî atolyeyeke biçûk a nîgarê bû, îro karê xwe wekî 'hunerê şerê ku namire' pênase dike. Nîgar ji bo Rîm El-Emîn bûye tenê derfet ku ji bo demekê dengên êrîşên hewayî û bombebarana bêdawî ji bîr bike. Her wiha wê qada xwe fireh kiriye û dest bi çêkirina karîkaturên ku rastiya civaka wê û hêviyên wê vedibêjin, kiriye.

Di nav zehmetiyên koçberiya dubare û tirsa ji siberoja nenas de, Rena El-Emîn û Rîm jiyana xwe di navbera şer û aşitiyê de didomînin. Cilên wan her dem di çenteyan de amade ne, da ku di rewşeke koçberiya ji nişka ve de bikaribin derkevin.

Tevî ku çareseriyên krîza naylonê ya jîngehî li welêt hê jî bi astengiyan re rûbirû ne û gefên ewlehî û zehmetiyên jiyanê didomin, israr û berxwedan sembola jinên başûrê Lubnanê dimîne. Rena El-Emîn vê yekê bi van gotinan kurt dike: “Rewşa jiyanê gelek zehmet e, lê em naşikin û xebata xwe didomînin.”