Regl: Li Efganistanê di nav bêdengî, şerm û nezanînê de ye

Li Efganistanê, mijara reglê (helgirtina xwîna mehane) hê jî di nav bêdengî, şerm û nebûna hişmendiyê de ye. Ev pirsgirêk neçar dike ku gelek keç bêyî tu perwerde an amadekariyeke pêşîn, bikevin nav ezmûneke pir dijwar a jiyanê.

BAHRAN LEHÎB

Efganistan – “Dema ku min dest bi reglê kir, ez nêzî 13 salî bûm. Min digot qey ez bi nexweşiyeke giran ketime.”

Ev çîroka Leyla Îrşad e; ezmûneke tal ku gelek keçên Efganî di nav bêdengî, şerm û nezanînê de pê re rû bi rû dimînin. Regl di jiyana jin û keçan de pêvajoyek biyolojîk û xwezayî ye, lê li Efganistanê ew hê jî bi tabûyên çandî, nebûna hişmendiyê û gihîştina sînorkirî ya navendên tenduristiyê ve girêdayî ye. Ev yek dibe sedem ku gelek keç bi pirsgirêkên fîzîkî û psîkolojîk re rû bi rû bimînin.

Ji bo ronîkirina vê mijarê, nûçegihana me bi çend jinên ji parêzgehên cuda yên Efganistanê re axivî da ku ezmûnên xwe parve bikin. Mixabin, ji ber zextên civakî û şerma ku li dor vê mijarê hatiye avakirin, hejmareke mezin ji jinan nexwest li ser reglê biaxive.

‘Pêvajoya reglê wekî şermezarî tê hesibandin’

Me bi Leyla Îrşad a ji Kabîlê re dest bi axaftinê kir. Wê li ser ezmûna xwe ya yekem got: “Dema ez cara yekem ketim reglê, ez nêzî 13 salî bûm. Berî wê, tu agahiya min li ser vê guherînê tunebû. Ez ji tirsan digiriyam û min nizanibû çi hatiye serê min. Piştre diya min ji min re rave kir ku ev qonaxeke xwezayî ye di jiyana her keçikek de.”

Piraniya dayîkan, ji ber ku di jîngehên girtî û kevneşopî de mezin bûne, difikirin ku axaftina li ser vê mijarê berî temenê baliqbûnê tiştekî şerm e. Tenê hinek dayîk û mamoste hene ku dikarin bi hêsanî van mijaran ji keçên ciwan re rave bikin.

Leyla wiha berdewam kir: “Ez difikirim ku li Kabîlê ji berê bêtir hişyarî heye, lê gelek malbat hê jî vê mijarê vedişêrin. Divê keç berî ku bighîjin baliqbûnê, li ser guherînên xwe yên laşî bên perwerdekirin.” Dema ku me ji Leyla pirsî ka wê ev mijar ji keça xwe re rave kiriye yan na, wê bi awirekî watedar bersiv da: “Erê, min ne tenê bi keça xwe re, di heman demê de bi gelek keçên din ên malbatê re jî li ser vê yekê axivî. Lê belê, gelek kesan ez wekî jineke xerab didîtin û digotin ku ez bêehlaqiyê di nav keçan de belav dikim! Lê ez gihîştim wê encamê ku divê em hişyariya dayîkan bilind bikin, ji ber ku ev tenduristiya me ye û ne çavkaniya şermê ye.”

‘Regl ne sûc e û nezanîna li ser wê ne kêmasî ye’

Nûriya Ehmed jineke din a ji parêzgeha Nangarharê ye, ji me re got: “Cara yekem dema ez li dibistanê bûm ez ketim reglê. Ez pir şaş û perîşan bûm. Keçeke ji pola din a ku ji min mezintir bû, hat alîkariya min. Wê pereke paqijiyê da min û her tişt rave kir. Ez baş tînim bîra xwe ku min ji ber şermê bi rojan nikaribû li çavên wê binhêrim. Bi demê re, min fêm kir ku regl ne sûc e û nezanîna li ser wê ne kêmasî ye; divê ev mijar bi eşkere û zelal bên nîqaşkirin.”

Nûriya wiha domand: “Dema ez vegeriyam malê, ji ber ku diya min wefat kiribû, min mesele ji jinbira xwe re got. Lê wê tenê bi hevokekê êş û şerma min zêde kir; mîna ku min sûcekî mezin kiribe! Ez heta îro li ser vê yekê bêdeng mam, lê dema te telefon kir, min cesaret dît ku ez bêyî tirs bi te re biaxivim.”

Ji ber nebûna hişyariyê jin bi nexweşiyan re rû bi rû ne

Fewziya Safî ji parêzgeha Kunarê ku ezmûneke wê ya tal bi reglê re hebû, biryar da ku bibe pîrik (fîzyoterafîst/pîrik) da ku alîkariya keçên ciwan bike. Wê got: “Ji bilî şerma civakî, gihîştina xizmetên tenduristiyê li gundên Kunarê kêm e an jî qet tune ye. Hin jin nizanin ka di dema reglê de çawa xwe biparêzin. Nebûna ava paqij û tesîsên paqijiyê jî pirsgirêk girantir kiriye.”

Fewziya wiha domand: “Dayîkên me hê jî bawer dikin ku divê di dema reglê de hin xwarin neyên xwarin an jî keç beşdarî çalakiyên rojane nebin. Ji bo van baweriyan tu bingeheke zanistî tune ye. Hin kes jî bawer dikin ku jin di vê heyamê de ‘nepak’ dibin; ji ber vê yekê, destûr nadin wan ku xwarinê çêbikin an tevlî karên malê bibin.”

Şehla Şahbaz ji parêzgeha Ferahê jî behsa êşên jinan kir û got: “Piraniya wekî jin di dema reglê de êşên giran dikişînin, lê destûr nayê dayîn ku em li ser biaxivin. Em neçar in ku karên giran ên rojane bidomînin. Ji ber nebûna têgihîştinê, jin tiştekî li ser êşa xwe nabêjin. Li bajaran rewş hinekî çêtir e, lê li deverên dûr, jin tenê dema ku rewşa wan pir giran bibe serdana tixtoran dikin.”

Rewşa bajaran ji ya gundan çêtir e, li gundan zehmetî girantir e

Fatima Saxî ji parêzgeha Bamyanê got ku: “Li hin malbatan, rewş hinekî guheriye û bi keçan re diaxivin. Lê hesibandina jinê wekî ‘nepak’ di dema reglê de mixabin bûye beşek ji çandê. Wekî din, li Bamyanê zivistan pir dirêj û sar in; malbatên hejar di peydakirina hilberên paqijiyê (pedan) de rû bi rûyê zehmetiyan dibin. Hin keç neçar in ku perçeyên qumaş ên nepaqij bikar bînin ku ev yek tenduristiya wan dixe rîskê.”

Fatima zêde kir ku her çend nifşê ciwan bêtir haydar be jî, hîn rêyeke dirêj li pêşiya wan heye û divê bernameyên perwerdehiyê li dibistanan bên berfirehkirin.

Di civakê de nerîna şaş encamên giran bi xwe re tîne

Wehîde Welî ku jînekologek li nexweşxaneyeke parêzgeha Taxarê, li ser encamên bijîşkî yên vê tabûyê hişyarî da û got: “Nezanîn encamên pir cidî li ser tenduristiya jinan çêdike. Gelek keç ji ber nebûna agahdariyê prensîbên paqijiya kesane naşopînin û bi enfeksiyonên zayendî re rû bi rû dimînin. Bikaranîna tiştên nepaqij û serdana dereng a navendên tenduristiyê pirsgirêkên hevpar in. Hin jin xwînrijandina neasayî an êşa giran wekî tiştekî normal dibînin û li dermanan nagerin. Malbat û dibistan divê roleke çalak di perwerdekirina keçan de bilîzin.”

Bihayê giran ê pedên paqijiyê tenduristiya jinan xeter dike

Di dawiya hevpeyvînan de, hemû jinên ku bi nûçegihana me re axivîn diyar kirin ku dema ew pedên paqijiyê dikirin, ji ber hejariyê, ew ne neçar in bala xwe bidin kalîte û tenduristiya wan, tenê li bihayê herî erzan digerin. Ev faktorê aborî jî bûye sedemeke sereke ya belavbûna nexweşiyên jînekolojîk di nav jin û keçên Efgan de.