RadioJin dê dewreya koma duyemîn de li zayendiya civakî biaxive

"Projeya Perwerdeya Podcast û Hilberînê ya RadioJin a ji bo Jinan" di meha Hezîranê de bi piştgiriya “Cih ji bo Çandê xebatê da destpêkirin, dest bi qeyda koma duyemîn kir. Bernameya koma duyemîn ku tê plankirin di meha Îlonê de were lidarxistin, "Hemû qonaxên hilberîna medyaya dîjîtal û perwerdeya zayendiya civakê" dê bên nîqaşkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - RadioJin ku di sala 2021’ê de bi piştgiriya "Cih ji bo Çandê" bi şiara "Em bêyî ku bifikirin ka mêr çi dibêjin di qeydê de ne" ji hêla komek jinên ku ji têkoşîna jinan bawer dikin û li çar aliyên cîhanê bilind dibin, bi amûrên xwe yên afirîner û cihêrengiya çalakiyê teşwîq dikin, divê di cîhana dîjîtal de jî bi bandor be hat avakirin." Projeya Perwerdeya Podcast û Hilberînê ya RadioJin a ji bo Jinan" destûrê dide jinan di cîhana podkastê de xwe îfade bikin, îtirazên xwe yên li dijî newekheviya zayendî bînin ziman û hemû jinîtiya xwe bêyî sansurê parve bikin. Yekem komxebata ku di Hezîranê de bi du komên cihêreng ên ji 18 kesan re di demên cuda de pêk hat, perwerdeya koma duyemîn jî di Îlonê de dê were lidarxistin. Perwerde ji qeydên serhêl, rûbirû û bi pergela randevuyên ji ofîsa RadioJin tên girtin pêk tê.
Bernameyên jinan di malpera RadioJin de dê bên weşandin
Endama Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş banga beşdariya qeydên atolyeyên duyemîn kir, diyar kir ku RadioJin destûrê dide gelek jinan li deverên cuda zanabûnên xwe di qadên xwe de parve bikin. Rûken Erguneş diyar kir ku jinên di qadên wekî çand, huner, zimanê zayendperestî û werzîşê de zanabûnen xwe, piştî perwerdeyê weşanên wan li ser malpera RadioJin parve bikin û diyar kir ku ew armanc dikin ku bi vê projeyê re xwe bigihîjînin jinên cuda yên herême.
"Jin dê der barê qadên eleqedar de bernameyan çêbikin" 
Rûken Erguneş, diyar kir projeya ji meraqek derketiye holê gelekî bal kişandiye û got; “RadioJin amûrek e ku destûrê dide me em çi bibêjin, ji jinên din re radigihîne. Me ev proje ji bo çandê bi cih anî. Projeya me hat qebûlkirin û piştî danasînên ewil hatin kirin, me danasînên pêwîst kirin û gelek hevalên jin xwe gihandin me. Me yekem komxebatên xwe yên di warê perwerdeya zayendî de di medyayê de dan. Di serî de 18 hevalên me yên jin ev perwerde dîtin. Di pêşerojek nêzîk de, her kes bi bernameyên ku wan afirandine re hevnas dibe. Hevalên me yên jin hene ku dixwazin di gelek warên cihê de bixebitin û fikrên xwe li ser van qadan parve bikin. Mebesta me ji radyoyê ew e ku em rêbaza deng tenê dernekeve, ew deng dimîne biafirînin."
 “Qeydên dewreya duyemîn dest pê kirin” 
Rûken Erguneş, da zanîn ku qeydên dewreya duyemîn ku di meha Îlonê de dê bên kirin dest pê kirine û bang li jinan kir ku beşdarî projeyê bibin. Rûken Erguneş bang kir û got; "Ew ê rewşek ku jin tên ba hev û li ser mijarek dirêj sohbet dikin, pêşkêş bike û gelek jinên din jî guh bidin vê axaftinê û tevli bibin. Em bêyî ku bifikirin ka mêr çi dibêjin di qeydê de ne. Em pir bi heyecan in. Ev heyecan ew e em dengê hev dibihîzin û bi wî re tiştek hildiberînin. Di serdema nû de, RadioJin bi gelek mijar û aliyên cihêreng dê were dewlemendkirin. Tomarkirina me hîn jî berdewam dike. Em dixwazin hemû jinên ku dixwazin di vî warî de hilberînê bikin serê li me bidin.”
Bernameya dewreya koma duyemîn a ku tê plankirin di meha Îlonê de bê kirin, wê bi mijara "Hemû qonaxên hilberîna çapemeniya dijîtal û perwerdeya zayendî" were organîzekirin.