Qutbûna kehrebeyê êşa jinên koçber ên li Idlibê girantir kir

Jinên koçber ên li kampan dijîn, ji ber nebûna kehrebeyê di vê germahiya havînê de di mercên zor û zehmet de dijîn. Daxwaza wan tenê ew e ku mercên jiyanî yên bingehîn ji bo wan werin avakirin

ZUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Qutbûna kehrebeyê êşa jinên koçber di kampên Idlibê de her diçe zêdetir dike. Bi taybetî bi zêdebûna germa ku 40 pileyan derbas kiriye re roj bi roj jiyan zehmetir û girantir dibe.
Hejmara koçberan li bakurê Sûriyeyê zêdeyî 2 milyonî ye û hejmara niştcihên di kampan de dihigîje 43 milyon koçberan. Ev kamp bi awayekî ne sîstamatîk, li erdê çandiniyê hatiye çêkirin.
Di germahiya havînê de ji taseke ava sar jî bêpar in 
Sehab El-Rebiî a 35 salî ku ji bajarokê Hasê koçber bûye û li kampên Herbûniş niştecih e; dibêje ku ji dema koçber bûne heta niha, ew bi hewceyî gelek xizmetan in, a herî girîng jî kehrebe ye. Niştecihên di kampan de ji ber nebûna diravê nikarin panelên tavê jî bo xwe  peyda bikin. Dibêjin; “Em li vir jiyana gundîtî dijîn, ne makîneyên cilşûştinê û ne sarinc hene ku mirov xwarina xwe di vê germahiyê de biparêze. Heya kengî em ê bi vî rengî bijîn wekî ku em ne mirov in, kamp, me ne ji sermaya zivistanê ne jî ji germa havînê diparêzin. Kehrebe Tune ye, di vê germa havînê de tasek ava cemidî bi dest me nakeve.”
Sehab El-Rabiî daxwaz dike ku ji bo kampê projeyên baş hebin da ku rewşa jiyanî ya zehmet ku lê heye hinek sivik bibe û divê teqez ev rewşa heyî di ber çavan re were derbaskirin.
Ji aliyê din ve Sebîha El-Qedûr a 40 salî hewl dide fêrî  jiyana li kampan bibe dibêje: "Di navbera çend rojan carek de ez  hewl didim hinek av li kampê bikim da ku hinekî bicemide, xwarinê jî em bi qasî dikarin kêm çêdikin da ku tirş nebe û em neçar nebin bavêjin çopê. 
Semîra El-Biyor a 55 salî, ji bajarê Maarat El-Numan koçber bûye û li bajarê Salqîn niştecih bûye wiha dibêje; "Ez bi yek ji jeneratorên nêzê xaniyê ku min bi malbata xwe re li Salqînê kirê kiriye ye hevpar im da ku tenê bikarim makîneyek şûştinê ya piçûk bixebitînim lê ji ber zêdebûna bihayê kehrebeyê difikirim ku abonetiya xwe betal bikim.”
“Di vê serdemê de em ji hemû mafên jiyanî bêpar in”
Rûba El-Tewîl a 29 salî, ji bajrê Saraqib e û li kampên Sarmada niştecih bûye dibêje; "Pir hez dikim ku vegerim jiyana xwe ya beriya şer. Di wê demê de bi berdewamî kehrebe hebû û me ji her cureyên amûrên kehrebeyê sûd digirtin lê îro em vegeriyane serdemên beriya dîrokê, ne av, ne kehrebe, ne jî xwarin û vexwarin heye. Li vir em ji biçûktirîn mafên xwe bêpar in, li welatên cîhanê mirov pêşketineke teknolojîk dijîn, tê de dikarin bi mercên nûjen hewaya germ û sar li gorî mercên demsalê biguherînin… Lê… Em di vê serdemê de hêvî dikin ku perwaneyeke biçûk bi dest bixin.
Endezyara elektrîkê, Lamîs El-Alî ya 38 salî, xemgîn e ji ber ku niştecihên kampê nikarin ji cereyanê sûdê bigrin, wiha dibêje; "Em hêvî dikin ku cereyan hebe, hemû navçeyên herêmê jê sûdê bigrin lewre cereyan jiyan bi xwe ye.”