Piştî şoreşê karê wê yê destpêkê fêrbûna zimanê Kurdî bû

Berdevka Mala Jin a Minbicê Neca Al- Îbrahîm ku ji ber asîmîlasyonên rejîma Baasê piştî 40 salan fêrî xwendin û nivîsandin bûye, diyar kir ku bi saya perwerdeya ku dîtiye xizmetek baştir dide gel û jinan.

SÎLVA Al-ÎBRAHÎM

Minbic- Necma Al- Îbrahîm a 51 salî ku li bajarê Kobanê ya herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye, ji ber polîtîkayên rejîma Baasê di zarokatiya xwe de perwerde nedît. Ji ber rejîma Baasê destûr nedida dibistan li gundên Kurdan hebin û derfet tunebû ku li gundên derdorê perwerde bibîne. Necma Al-Îbrahîm fêrî xwendin û nivîsînê nebû, der barê polîtîkayên cihêkarî yên li hemberî Kurdan de ji ajansa me re axivî.

‘Li gund dibistan tunebû’

Necma Al- Îbrahîm bal kişand ser zextên rejîma Baas yên di salên 80’yan de û wiha got: “Ez û hemû zarokên ku di temenê min de bûn, ji perwerdeyê bêpar man. Rayedarên Baasê em asteng kirin. Dibistanên li gundên derdorê em qebûl nedikirin, li gund dibistan hate çêkirin lê belê ketina me ya dibistanê jî hat astengkirin. Ji Efrînê mamosteyek Kurd ji bo li herêma me mamostehiyê bike hatibû. Piştî ku rewşa gund dît, gelek caran daxwaz ji wezareta perwerdeyê kir ku li gundê me dibistan were çêkirin. Li gund tenê destûr dihat dayîn em dibistana seretayî bixwînin. Ji bo dibistana navîn xwendekar diçûn dibistanên li gundên derdorê. Heta ku dibistan hat çêkirin, ez û gelek kesên din ên weke min bê perwerde man.”

‘Hestek neyê pênasekirin e’

Necma Al- Îbrahîm ku tu caran dest ji xeyalên xwe yên fêrbûnê bernedaye wiha got: “Dema ez bûm 43 salî em koçî bajarê Kobanê bûn. Dema ku êrişan dest pê kir, ez li herêma di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibûm. Ji bo qonaxa yekem a perwerdeya Kurdî min bawername girt. Ev hesteke ku nayê pênasekirin e. Perwerde derfetên kar dide kes, ji derveyî vê sûdê dide başkirina asta aborî û perwerdeyê. Lê belê hê jî xwendina jin û zarokan ji ber kevneşopiyan tê astegkirin.”

‘Ez dixwazim zarokên keç perwerdeya xwe berdewam bikin’

Necma Al- Îbrahîm da zanîn ku perwerdeya Kurdî ya ku fêr bûye bi civakê re jî parve dike û ev tişt got: “Ez niha berdevkê Mala Jin a girêdayî Kombûna Jinan a Zenubya ya li Minbicê me. Bi saya fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî ez hewl didim xizmetê ji bo civak û jinan bikim. Mala Jin ji bo jinên ku pirsgirêkan dijîn, çareseriyan dibîne. Em hewl didin bi zorê zewicandina zarokên keç asteng bikin û em hewl didin di vê mijarê de malbatan şiyar bikin. Em dixwazin zarokên keç perwerdeya xwe berdewam bikin, di jiyanê de bibin xwedî zanist û ceribandin.”

‘Rêveberiya Xweser girîngî dide perwerdeya bi zimanê dayikê’

Necma Al- Îbrahîm destnîşan kir ku divê zarokên keç perwerdeya xwe temam bikin û pêşeroja xwe ava bikin û wiha got: “Kesên perwerdekirî dikarin bibin kesên bi bandor di nava civakê de. Ji ber ku dikarin perwerdeyê ji bo xizmetkirina civakê bi kar bînin. Bijîjkek bi tedawiya ku dike xizmetê ji civakê re dike, mamosteyek bi perwerdeyê xizmetê ji civakê re dike. Îro yek ji mijarên ku Rêveberiya Xweser li ser radiweste di nava gelan de pêkanîna wekheviyê ye. Rêveberiya Xweser girîngî dide perwerdeya bi zimanê dayikê. Di vê çarçoveyê de mufredata zimanê Kurdî û Erebî heye. Di heman demê de saziyên ku zimanê Turkmenî û Çerkezî jî didin hene.”

Ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk

Nemca Al- Îbrahîm bi bîr xist ku her kes li hemberî civaka xwe berpirsyar e û got: “Zanist gihîştiye fezayê. Em jî hewl didin civaka xwe di zanist û zanînê de bi pêş bixin û bigihîjînin asta herî jor. Riya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk wê bi jin û ciwanan gengaz be. Civak bi zanebûnê bi pêş dikeve û pêşketina jinan bi zanabûna wan tê pîvan.”