Piştî rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ'ê jiyana jinan çawa bû?
Jinên herêma Dêrazorê, îro di karên cur be cur de dixebitin, piraniya wan xwedî projeyên taybet in û ji saziyên Rêveberiya Xweser destekê digrin. Bi saya qanûnên ku hatine derxistin û rastî pêkanînê hatine, civak li gorî salên berê vekirîtir bûye.
EMÎLÎ SELÛM
Dêrazor- li Herêma Dêrazorê û gundewarên wê jin di nav civakeke eşîrî de dijîn ku ji bilî karên malê, zewacê û xwedîkirina gelek zarokan tu rola wan a cudatir nîn e. karên çandiniyê jî dikevin ser milên wan her wiha sewalkariyê jî dikin û ji mafên perwerde, xwendin, zewaca bi kesek ji derveyî eşîrê re û mafê mîras bêpar in. Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê herêma Dêrezorê xistin bin kontrola xwe û ev yek bêtir bandorê li jinan kir ku jin ji hemû mafên wê bêpar kirin. Heta qedexe kirin ku jin serdana mala cîran û xizmên xwe bikin lê ev rewş di bihara sala 2019'an de pir hat guhertin. Ev rewşa ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêm ji çeteyan rizgar kirin û dawî li zilm û zordariya 4 salan û destdirêjiya bi dehan salan a li ser jinan di bin navê urf, adat û ol de, anîn domiya.
"Serdema desthilatdariya DAIŞ’ê çewisandin, tundî û biçûkxistin bû"
Endama Komîteya Jinan a Herêma Dêrazorê Newal Mihemed serdema ku jin di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de jiyan e bi bîr anî û wê serdemê wekî "hawirdoreke çewisandin, tundî û biçûkxistinê" bi nav kir û diyar kir ku jinan di serdema DAIŞ'ê de di bin navê rizgarbûnê de hemû mafên xwe ji dest dane û wiha pêde çû: "Beriya kontrolkirina DAIŞ’ê, jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane ji bo debara zarokên xwe bikin kar dikirin lê çeteyan rê li wan dayikan digirtin û nedihiştin kar bikin û debar jiyana xwe bikin. Ji ber ku divê jin li gorî nêrîna wan bê mehrem (bav an bira an hevjîn) dernekevin derve û kar nekin."
Newal Mihemed diyar kir ku jinên Dêrazorê xwedî cil û bergên xwe yên folklorî ne ku bi dehan sal wan ev cilên xwe yên folklorî parastine lê di dema ku çeteyên DAIŞ'ê herêm kontrol kirin, eba û niqab li ser wan ferz kir ku ev yek ne çanda xelkê herêmê ye û wiha domand: "Heya roja me ya îro jî gelek jin ji tirsa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê niqabê li xwe dikin û piştî têkbirina çeteyan jî mêrên herêmê qebûl nekirin ku jinên malbatên wan niqabê rakin."
Newal Mihemed pişterast kir ku rewşa jinên herêmê û rewşa tevahî civakê piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê, pir hatiye guhertin û wiha got: "Di dema rejîma Sûriyeyê de û di dema çeteyên DAIŞ'ê de jin hatibûn paşguhkirin lê piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, ewlehî vegeriya herêmê, jinan di civakê de rola xwe bi dest xist. Di hemû saziyan de bi awayekî aktîf beşdar bû û saziyên jinan ên ku mafên jinan diparêzin vekirin."
Newal Mihemed wiha li gotinên xwe zêde kir: "Jin bi saya rêveberiya xweser ji zilmê azad bû, kesayeta xwe ferz kir û xwe îfade kir, di hemû xebatên civakî, siyasî û leşkerî de çalak bû û di warê aborî de xwe spart hêza xwe."
"Serdema desthilatdariya DAIŞ’ê weke 4 salên bêedaletiyê bû"
Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbiya Meryem El-Zuxêrî serdema desthilatdariya DAIŞ’ê weke “4 salên bêedaletiyê” bi nav kir û destnîşan kir ku di wê demê de hemû mafên jinan hatine desteserkirin û azadiya wan hatiye binpêkirin û wiha domand: "Em rastî gelek zehmetiyan hatin, em rastî şantajê hatin, em ji malên xwe koçber bûn û mal û mulkê me hat dizîn, me endamên malbatên xwe winda kirin, ji ber vê yekê kuştina mirovan, qetilkirina mirovan ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji her tiştî hêsantir e." Meryem El-Zuxêrî teqez kir ku bi saya rizgarkirinê me azadiya xwe ya ku ji me hatibû standin bi dest xist û bi avakirina Rêveberiya Xweser re me mafên xwe bi dest xist.
"Qetilkirina mirovan tişta herî hêsan e li gel çeteyên DAIŞ'ê"
Meryem El-Zuxêrî da zanîn ku rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bandorek mezin li ser kesayeta wê kiriye û wiha got: "Ez weke jineke ji nav wan jinên ku ji zilma DAIŞ'ê êş kişandine û ji wê zilmê rizgar bûne, kesayeta xwe îsbat kirine û mafên xwe bi dest xistine û di warên xebatê de çalake bûne piştî ku ji zîhniyeta çewt û zilma çeteyan û fikrên wan ku di bin navê olê de hewl didan di mejiyê her kesê de bidin rûniştandin hatine rizgarkirin me."
"Di dema desthilatdariya DAIŞ'ê de karê jinan tenê xizmeta malê bû "
Mamosteya hunerên destan Mona Mehdîn di dema dagirkirina Dêrazorê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî êş û azarên hatiye diyar kir ku hebûna jinan di serdema çeteyên DAIŞ'ê de tunebû, jin tenê wekî xizmetkar di malê de bûn û ger jin ji malê derketana rastî serjêkirinê dihatin û wiha domand: "Rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bû sedem ku jin mafên xwe yên wekheviya di navbera herdu zayendan de û di hemû cureyên karan de bi dest bixin. Jinan li Sûriyeyê mafên xwe bi dest nexistin tenê bi Rêveberiya Xweser jinan mafên xwe bi dest xistin."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevahî herêma Dêrazorê ji DAIŞ'ê rizgar kirin
Hêjayî gotinê ye ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundewarên rojhilatê Dêrazorê rizgar kirin û di 23'ê Adara 2019'an de çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Baxozê derxistin ku ev bajarê dawiyê bû çeteyan xwe tê de bicih kiribûn, Rêveberiya Xweser û tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi birêxistinkirina jinan kirin. Bi aktîfkirina rola jinan di hemû saziyan de her wiha komîte û meclisa jinan ava kirin. Di heman demê de qanûnên girêdayî rewşa jinan ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên sepandin, li Dêrazorê jî ketin meriyetê ku ev qanû parastina jinan ji hemû sûc û binpêkirinan dike.