"Pirsgirêk bi wijdan û exlaqê civakê çareser dibe"

Endama Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Kobanê Ilham Silêman, behsa dozên jinan û pirsgirêkên ku rojane di nava civakê de diqewimin sedemên wan çine û wê çawa bê çareserkirin kir û wiha got: "Bi rêka zagonên em hewl didin ku hemû pirsgirêkan çareser bikin, lê divê em bi wijdan û exlaqî van pirsgirêkan çareserbikin."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Ji ber sedema hişmendiya zayend perest û di heman demê de şerê ku 10 salin li didome. Hişt ku gelek pirsgirêk di nava civakê de bêne çêkirin û civak rêka çareseriyê de di kuştin û xwe kuştin ê de bibîn e. Di sala 2021'an de gelek dozên jinan derbasî dadgehê bûn. Herî zêde pirsgirêkên kuştin, xwekuştin, zewaca temenê biçûk, zewaca du carî bûn. Ji bo ku dadgeh bi rola xwe rabe û li beramberî van hemû pirsgirêkan bisekine. Hin zagon pêşkêş kirin û li gor wan zagonan kesê/î ku suc kiribe têne cezakirin. Kesên ku di dadgehê de xebat bikin divê li gor viya tevbigerin da ku pirsgirêkên civakê bi awayekî edalet bêne çareserkirin. Di çareserkirina pirsgirêkên edaletên ên jin dijîn de, ku xwe dispêrin zayendparêziya civakî, di pergala dada civakî de hêza kevneşopa a exlaqa civakî û azadiyê esas digre. Pêşengiya pêşxistina edaleta civakî dike. Di bingeha edaleta civakî de têkoşîna hiqûqî dimeşîne û li ser zemînê hiqûqî derfetên xweparastina jinê bihêz dike. Di qada hiqûqî ya netewî û nevnetewî de ji bo pejirandina pergala hiqûqa dualî têkel û xweser, têdikoşe. Di vê çarçoveyê de endama Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Kobanê Ilham Silêman ji ajansa mere axivî.
"Em bi rêbazên dadweriyê nêzî pirsgirêkên civakê dibin"
Ilham destpêkê qala hin xebatên xwe kir û wiha got: "Hemû pirsgirêkên civakê, li gor zagonên heyî têne cezakirin, herî zêde em bi pirsgirêkên berdan, zewaca temenê biçûk, zewaca du carî, mafê dayik yê zarokan, kuştin û rewşên hewldanê yê intîharê re, mijol dibin. Ev pirsgirêk hemû ne tenê em vê re mijol dibin, mala jin, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin, dadgeh, komîteyek hatiye avakirin û li gor wê ev pirsgirêk têne çareserkirin. Rola dadgehê di milê berdanê de, yek ser em herdû zayendan ji hevdû ber nadin, herdû zayend tên gel hevdû nîqaş bi wan re tê kirin, paşê demeke dirêj didin wan da ku herdû li ser pirsgirêkên xwe bifikirin û di dawiyê de bi encam bêne gel dadgehê. Me gelek caran hewl da ye ku berdan zû bi zû neyê kirin, lê carnan piştî ewqas mijolbûn û dem em neçar dibin ku herdû zayend ji hevdû bêne berdan. Lê divê berdan çêne be, ji ber dema ku herdû hatin berdan wê demê zarok jî dibe qurbanê wê pirsgirêkê, lewma em herî zêde de demeke dirêj didin wan da ku li ser pirsgirêkên xwe lêhurbûn bikin. Her wiha zewaca bi temenê biçûk û zewaca du carî jî, ji milê mala jin de derbasî gel me dibe û li gor zagonên jin em cezeyê li ser wan dibirin. Cezayên van herdû zewacan jî girtin heye û li gor zagonê jî pere têne dayin."
"Ancax zagon dikare rê li pêşiya zewaca temenê biçuk bigre"
Ilham di nava axaftinên xwe de aşkerekir ku asta zewaca temenê bi çûk û du carî zêde bûye û wiha domand: "Di sala 2021'an de gelek kes bi temenê biçûk hatin zewcandin, ev jî bandorê li ser xirabûna xwazaya civakê dike û bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixe holê. Herî zêde jî bandorê li wan zarokan dike, zarokên ku hîna di milê bedenî an go organên wan temam nebûne, tên zewcandin. Bi xwe re berdanê tîne, di heman demê de deruniya herdûyan tê xirabkirin. Ya herî balkêş û mirovan diêşîne jî ku rêjeya kuştin û xwe kuştina jinan di sala parde zêde û li pêş bû. Yek ji sedemên kuştin û xwe kuştinê, hişmendiya mêr-dewletê, şerê taybet, ambargo, şer, koçberî û komkujî ye. Ev hemû sedemên ku min anîn ziman dihêle ku jin an jî mêr dawî li jiyana xwe bîne, lê dawî li jiyana xwe anîn ne careye, divê em bi baldarî tevbigerin, em şûna ku dawî li vê jiyanê bînin divê em têkoşîna li beramberî hemû cureyên desthildarî û tundiyê bînin. Divê ev jiyan dawî lê neyê ji ber ku mafê me tuneya ku dawî lê bînin, kesên ku hewl dane ku dawî li wê jiyanê bînin jî, divê destpêkê bi zarokên xwe û civaka xwe bihisin. Ji xwe re bibêje ez çidikim çima ez wiha dikim, li şûna vê çareseriyê de bifikirin û li xwe vegerin."
Ilham bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî û banga civakê kir ku em li gor exlaqê civakê tevbigerin da ku em civaka xwe xirab nekin û wiha bi dawî kir: "Bi salane jin rastî tundiyê tê, jin dibin desthildariya mêr de jiyan dikir, heya roja îrojî dixwazin jinê di wê çarçoveya de bihêlin, jin ker, lal û bê çav be. Hewl didin zimanê jinê winda bikin û mafê wê yê axaftinê bidest bixin. Rastiya jinê di vana civakê de li berçave, lê her kes dixwazin vîna jina pêşeng ku her timî jin pêşengtiya wê yekê dike, lewaz bikin. Bi lêdan an go tundiya ku li ser jin û civakê tê meşandin wê tu çareserî an go tu mafan bi dest nexe. Divê civak li gor hevjiyana azad û wekheviya di nava herdû zayendan de tev bigerin, her kes li gor nêrîna xwe rola bileyize. Di nava malê de demka pirsgirêk çêbûn û ji hevfêmkirin an go rêzdarî tunebû, wê demê ew malbat bi giştî sernakeve, di heman demê de zarok jî di milê deruniyê de rehet jiyan nakirin, her bi wê deruniyê re dijîn. Heger pirsgirêk di nava malbatê de çareser nebe wê demê wê pirsgirêkên civakî jî nîha mezintir bibin. Jin bingeha civakê û di malê de jî ya sereke, ji lewra divê destdirêjî li ser jinan neyê kirin. Çareseriya hemû pirsgirêkan jî bi rêka perwerde û hişyariyan wê bê çareserkirin, di heman demê de rêka semîner û civînan wê bi encam bibe."