Perwerde ji bo bilindkirina asta hizrên jinan pir girîng e

Jinên ku tevli perwerdeya Kongreya Star a li bajarê Helebê bûn, der barê perwerdeyê de nêrînên xwe anî ziman û gotin: “Perwerde ji bo bilindkirina asta jinan a hizrî esas e û pir girîng e, bi riya perwerdeyê zanyariyên mirovan zêdetir dibin û guhertina keseyetî bi xwe re dide avakirin.”

SARA ŞÊX HESEN
Heleb-Bi armanca guhertina hişmendiya civakê, pêşxistin û rêxistinkirina jinan, Kongreya Star a bajarê Helebê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya komînan perwerdeyeke bi navê dewreya şehîd Cîhan ji jinên civakê re vekir. Ev perwerde rojane ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star, bi qasî 3 saetan rojane ji jinan re tê dayîn. Ev dewre ji 1’ê meha Tîrmehê ve dest pê kiriye û heya 15 rojan dê berdewam bike. Di dewreyê de waneyên weke civaka xwezayî, dîroka jinan, rastiya rêbertî, jineolojî, girîngiya perwerde, çand û exlaq, parastina rawa, rastiya gelê şoreşgerî tên dayîn. Ev perwerde li hemû komînên xweser ên taxên bajarê Helebê weke taxa Şêx Meqsûd Şerqî û xerbî û Eşrefiyê tên birêvebirin. Têkildarî mijarê jinên ku tevli perwerdeyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
“Perwerde ji bo bilindkirina asta hizrî ya jinan esas e”
Endaman Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Fîdan Mihemed armanca perwerdeyê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev perwerde ji aliyê komînên xweser ve tê birêvebirin her wiha Komîteya Perwerdeyê û Kongreya Star jî alîkariyê pêşkêş dikin. Beriya em dest bi dewreyê bikin em di nava malbatên li taxan de geriyan û me armancên vê perwerdeyê bi wan re parve kir, em rastî qebûlkirineke pir erênî ji aliyê jinan ve hatin û hejmarên pir baş tevli dibin. Armanca me ew e ku jinên civakê jî bikaribin bi xwe rêxistina xwe ava bikin û jiyana xwe bi rê ve bibin. Me xwest em guhertinên nû di aliyê xweseriya jinan de çêbikin û jin bi beşdariyeke xurt tevî xebatan bibin. Di serî de em dixwazin asta hizrên jinan û zanyariyên wan xurt bibe her wiha bikaribin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Rêber Apo jî her dem di nirxandinên xwe de behsa azadiya jinan dike ji bo wê jî divê jin xwe birêxistin bikin da ku rê li hemberî binpêkirinên li dijî wan tên kirin, bisekinin. Pêwîst e di vir de jin dîroka xwe nas bikin û jê hîn bibin ku tu kes dest nade wan ji bilî hêz û îradeya wan. Helbet bi van pêşketinan re wê civaka me jî bi pêş bikeve û di ewlehiyê de bijî.”
 “Bi riya perwerdeyan zanyariya mirov zêdetir dibe”
Jina bi navê Cûdî Mislim ku cara yekemîn tevlî perwerdeyan dibe, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê yekê anî ziman û wiha got: “Em tevli vê perwerdeyê bûn ji bo ku em hînî rastiya jin û jiyanê bibin. Di vê perwerdeyê de min cudahiya di navbera her du zayendan de, qonaxên ku jin tê re debas bûne, desthilatdariya ku li ser jinan hatiye ferzkirin û li dijî wê têkoşîna jinan, nas kir. Daxweza min ew e ku dewreyên perwerdeyên bi vî rengî her dem werin vekirin da ku em zêdetir fikrên azad nas bikin. Rêber Apo ji bo jinan kedeke mezin daye divê em weke jin xwedî li vê kedê derbikevin. Perwerde bingeha naskirina jiyanê ye, her jinek divê derbasî perwerdeyan bibe û bi çavekî biçûk li xwe mêze neke. Bi riya perwerdeyan zanyariyên mirovan zêdetir dibin.”
“Guhertina keseyetî  girîng e”
Mizgîn Yûsif jî hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez gelekî kêfxweş im bi vekirina vê perwerdeyê. Dixwazim jin ji vê bêtir tevli perwerdeyan bibin, fikir û felsefeya Rêber Apo bêtir nas bikin. Tiştên herî balkêş di perwerdeyê de ew e ku ruhê hevaltiya xurt û hezkirina di navbera jinan de heye. Em bi hev re dibin alîkar ji bo ku em rastiya tiştan nas bikin. Guhertina kesayetî ji bo pêşxistina civakê girîng e. Dema mirov tevli perwerdeyan dibe, roj bi roj mêjiyê mirov berfirehtir dibe. Civaka ku em tê de mezin bûn tenê bi me dabûn naskirin ku jin a malê ye lê berovajî van gotinan em dibêjin jin jiyan e. Ez serkeftinê ji tevahî jinên beşdarvan re dixwazim.”