"Perwerde bingeha sererastkirina civakê ye"

Berdevka Komîteya Perwerdeyê Şevîn Qulagasî û Şahîn Elî ku beşdarî perwerdeyê bûne wiha behsa perwerdeyê kirin: "Pêwîst e her ferdê civakê bê perwerdekirin, pêwîstiya mirovan her dem bi perwerdeyê heye."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêr, Komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star a Kantona Kobanê li Akademiya şehîd Şîlan Kobanê perwerde vekir. Ev pêşniyara ku mêr beşdarî perwerdeyan bibin a jinan bû, li ser wê bingehê jî îro Akademiya şehîd Şîlan Kobanê perwerdeya bi navê dewreya şehîd Leyla ku 40 Endamên Meclisa Edaleta Civakî di nava xwe de dihewine, beriya vê dewreyê jî Endamên Meclisa Jin a Edaleta derbasî perwerdeyê bûn. Dewre vekiriye û wê 10 rojan bibome. Waneyên ku bên dayîn zanista jin Jineolojî, dîroka jin, hevjiyana azad, wekhevî, edalet e. Pergala perwerdeyê wihaye, di serê sibehê di seat 08:00 heya 04:00'an de ye. Hêjayî bîrxistinê ye ku ev perwerdeya mêran a sêyemîn e.
Têkildarî perwerdeyê Berdevka komîteya perwerdê Şevîn Qulagasî û Endamê şopandin û lêkolînê yê Meclîsa edaleta civakî yê Kobanê Şahîn Elî ji ajansa me re axivîn.
"Ji bo civakeke wekhev perwerde"
Şevîn bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha axivî: "Di nava civakê edalet û wekhevî bingeha her tiştî ye, di sosyolojiya Kobanê de jî tê nasîn ku hişmendiya wê bi çi rengî ye û çawa fikrên xwe li ser jinan hene. Jin di nava civakê de her tim bi awayê kêm tên dîtin. Ji bo ev hişmendî bê guhertin divê perwerede bên vekirin. Ji ber vê yekê jî me pêwîstî dît û pêşniyara hevalên jin girt ku em vê perwerdeyê vekin. Bi salan e ev hişmendiya baviksalarî li ser jinan xwe daye ferzkirin û hewl dide ku bi awayên cur be cur hikmê xwe bide meşandin. Di rojekê yan du rojan de ev hişmendî nayê guhertin dem jê re lazim e ku hêdî hêdî xwe jê rizgar bike. Ji bo ku di nava civakê de edaleteke baş bê kirin divê her kes bê perwerdekirin. Li vir ne tenê perwerdeya bîrdozî ye di milê jiyanê de jî divê çawa mêr van qaliban bidin şikênandin û xwe bide guhertin."
"Pirsgirêkên heyî wê bi perwerdeyê bên çareserkirin"
Şahîn jî da zanîn ku ev perwerde wê encamên baş bi xwe re bîne lê divê mêr di binî de xwe bide guhertin û wiha pê de çû: "Li ser bingeh û pêşniyarên hevalên me yê jin em îro derbasî perwerdeyê dibin. Ev ji bo me mêran ku di vê perwerdeyê de hişmendiya xwe bidin guhertin derfetek û şansekî mezin e. Her wiha ji bo min ez wek mêrek ku ez di perwerdeyê de bim û hevalên jin dersa waneyan bidin me, ev jî ji bo me derfetekî dîrokî ye. Ji bilî rewşa heyî ya li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî rewşa Kobanê ku şerê teybet herî zêde li ser ciwanan tê meşadin, di heman demê de bûyera ku li Hesekê hat qewimandin. Tundiya ku li ser jinan tê meşandin û întihara ku ketiye rojevê, çima ev bûyer tên çêkirin û çareseriya van çi ye. Divê em di vê perwerdeyê de çareseriyê bibînin. Heya ku mêr xwe nedin guhertin tu carî wê ev hişmendî di nava civakê de neyê rakirin."
"Peyva (şeref û namûs) parastina welat e"
Şahîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû mêran kir ku derbasî perwerdeyan bibin û vê hişmendiya hezar salan bidin rakirin û wiha got: "Ez bang li hemû mêran dikim ku derbasî perwerdeyan bibin da ku ev hişmendiya mêrên serdest em di kesayeta xwe de bidin guhertin û li hemberî qatilên jinan bisekinin. Dema bûyera ku li Hesekê hat qewimandin ku gotin me şerefa xwe paqij kiriye ev tişt dema mirov lêkolîn bikin bingeha xwe ji hişmendiya kenveperest digre. Peyva (şeref an namûs) di nava civakan de şaş hatiye fêmkirin, (şeref an jî namûs) parastina ax û welatê me ye, di dema şerê Kobanê de yên parastina axa xwe kirin û heya roja îro jî em parastin wê axê dikin, lê mixabin ev peyv li gorî berjewendiyan tê bikaranîn lê şaş e."