‘Pergala kapîtalîzmê kesan ber bi helandinê ve dibe’
Çalakvan Ronak Mecîd diyarkir ku dewletên dagirker hewl dide civaka Kurd bi rêya drama û pergala kapîtalîzmê tune bike, divê civaka me li dijî vê dagirkeriyê hişyar be û bi hişyarî zarokên xwe perwerde bikin.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî- Dewletên dagirker dema ku dixwaze civakekê yan jî welatekê dagir bike, ji derveyî êrîşên dagirkeriyê, hewil dide kesên wê civakê berbi helandinê ve bibe û tune bike. Pergala sermayedar cihana derew ji bo wan xweşik dike û wisa dike ku ew civak çanda xwe ji bir bikin û hêdî hêdî tune bibin. Başûrê Kurdistanê yek ji wan welatan e hertim bûye hedafa êrîş û dagirkeriyê û hertim hewl hatiye dayîn ku nasnameya gelê Kurd tune bibe û wisan lê hatiye rewşa kesan berbi xirabûnê ve biçe.
‘Rewşa kesên Başûrê Kurdistanê di astek xirab deye’
Çalakvan Ronak Mecîd diyarkir ku divê mijarên ku têkilî bi kesan re heye zû werin lêkolînkirin û got: “pergala sermayedar ango kapîtalîzm wisa kiriye ku kes tenê li gora berjewendiyên xwe tevbigere. Di hemû qadên jiyanê de civak ber bi helandinê ve biriye. Ev helandin jî piranî li ser kesên Rojhilata Navîn û bi taybet li ser kesên Başûrê Kurdistanê tê kirin. Ji ber wê niha li Başûrê Kurdistanê rewşa kesan berbi xirabûnê ve diçe.”
‘Dagirker bi rêya fikrî kesan qontrol dikin’
Ronak Mecîd da zanîn ku niha kes nizanin çi bikin, gavek çawa bavêje û pêşerojek çawa dixwaze, ev yek ji wan pirsgirêkên herî mezine ku kesên Başûrê Kurdistanê rastî tên û wiha got: “Dema rejîma Baas li beramberî Kurdan Enfal pêkanî, hemû dewletan dixwestin Kurd tune bibin. Serhildana ku nêzî sê salan berdewam kir, hemû ciwan ji bo bidestxistina azadiyê bejdarî serhildanê bûn. Lê belê ev desthilat piştî serhildanê Başûrê Kurdistanê hikm kir û desthilatek ku rê daye ku sîstema kapîtalîzm kesên civaka me bi helinînin û hilweşînin.”
‘Pergala niha ya xwendinê giringî nade perwerdê’
Ronak Mecîd destnîşan kir ku di civaka Başûrê Kurdistanê de hîna çanda civakî maye û karin bi parêzin û got: “Raste me bi zehmetî jiyan kir, lê belê bi serbilindî me jiyan kir. Ev jî bi çanda me ve girêdayî ye, dewletên dagirker dixwaze hêdî hêdî bi her cûreyan kesên civaka me bixin di nava qalibekê de. Berê li dibîstanan di qonaxên seretayî de zêdetir giringî didan perwerdê û fêrkirinê, mamosta perwerdekar û fêrkar bûn. Lê belê mixabin niha pergala xwendinê hatiye paşguhxistin û tenê bernameyek amadekirine ku mamoste wê bernameyê temam bikin, ev jî wisa dike ku zanyarî tene bi kesek re sînordar bimîne.”
‘Divê dayik û bav zarokên xwe der barê erîş û dagirkeriyê de hşyar bikin’
Ronak Mecîd bi bîrxist ku malbatên niha tenê giringî didin ku zarokên wan li zanîngehên teybet bi astek bilind bixwînin û di xwendinê de serkeftî bin û tu agahiya wan li ser wê nîne ku di şexsiyet de başe yan ne. Ji ber wê divê bizanin ka çawa zarokên xwe perwerde bikin. Ji bo vê jî divê destpêkê dayîk bên perwerdekirin da ku perwerdeyek baş bide zarokên xwe û got: “Zarokên me ji destpêkê ve tiştên ku ji dayîk û bavên xwe fêr bûye dike. Divê dayik û bavên me bi perwerdeyek baş zarokên xwe perwerde bike û der barê dagirkerî û êrîşên li der dor heye baş hîşyar bikin. Niha ew qas bi karanîna teknolojiyê zêde bûye, çima xwendina pirtukan ewqas zêde nabe. Der barê dîrokê de lêgerinên me nîne, em nizanîn demboriya me çiye. Ji ber wê divê kes di xirabiya dijmin de hişyar be. Kes jî dikarin bi rêya xwendinê û bikaranîna başiyên teknolojiyê xwe perwerde bikin.”