‘Pergala baviksalar rê nade ku jin derbarê xwe de biryarê bidin’
Pergala baviksalarî azadiya jinên Xezayê sînordar dike, ev hişmendî astengiyên li pêşiya jinan zêde dike binpêkirina mafan, tundîtûjî her ku diçe li ser jinan zêde dibe.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Li gelek welatên Rojhilata Navîn jin ji ber pergala baviksalar ji mafên xwe bêpar in. pergala ku xwe li ser jinan ferz dike di bin navê ol, kevneşopî û exleq de hebûn û îradeya jinan xesp dike. Ji qada siyasî heya jiyana civakî jin tune tên hesibandin. Der barê vê mijarê de civaknas Hîba Najar teqez dike ku pergala baviksalar li Xezayê rola jinan paşguh dike û qeydan di hemû hurguliyên jiyanî de ferz dike.
‘Malbat bi nêzîkatiyên ku barê malê sivik bikin zarokên xwe didin zewicandin’
Nuha Adnan a 27 salî ji bajarê Xezayê ye pirsgirêkên wê dema xwendina navîn qedandî destpêkirin, wê amadekariyên amadehî weke hemû keçên din dikir lê bi gotinên bavê xwe yê “Keçên me nîn in ji bo xwendinê, dawiya keçê mala hevjînê xwe ye” matmayî maye.
Nuha Adnan wiha didomîne: “Rewşên jiyanî gelek xirab bûn, bavê min jî xwendin li min qedexe kir û nehişt ez ji malê derkevim, ferman da ez amade bim ku bi yekem kesê min bixwaze re bizewicim. Ji ber zêdebûna hejariyê û bêkariya nava gel de wisa dihat mêzekirin ku edî keç deynên malbatên xwe bidin û barê li ser milan kêm bikin. Ez li herêma Arêba başûrî Şerîda Xezayê dijîn, ev herêm kevneşopiyên xwe yên hişk dihat naskirin û jinan bi saxî binax dikin. Piştî gelek hewldan bi bavê xwe re got ku bihêle ez xwendina xwe bidomînim, piştre bi tundî li min dida û gefên kuştinê dixwar ger ez sînorên ji jiyana min re daniye derbas bikim. Ez bi zorê bi pismamê xwe re hatim zewicandin. Ez nizanim çawa bavê min razî bû ev kes bibe hevjînê min, tevî ku baş dizanibû madeyên hişbir bi kar tîne û dahata wê nebaş bû jî.”
‘Min gelek caran ji malbata xwe alîkarî xwest’
Jiyana Nuha Adnan piştî zewicandina bi pismamê wê re gelekî xirab dibe. Qaşo jê dixwest tiştên xwe bifroşin deynan bide lê di rastiyê de pismamê wê dixwest madeyên hişbir bikire û wiha gotinên xwe didomîne: “Gelek caran min ji malbata xwe xwest destwerdana pirsgirêka min bikin lê bi nêrîna wan ev tiştekî normal e û her dem di navbera hevjînan de dibe lewre ez neçar mam hemû tiştên xwe bidimê tenê ji bo li min nede û gotinên xirab nebêje.”
‘Jinan dixin nava sindoqeke tarî û teng’
Di heman wextê de Nuha Adnan rastî destdirêjiya birayê hevjînê xwe jî hatiye ji bo vê bûyerê jî wiha dibêje: “Rojek min karê male dikir, nişkêve birayê hevjînê min bê destûr ket malê û destdirêjî li min kir dema hevjînê min ne li mal bû. Ez bi lez çûm gel bavê xwe min bûyerê jê re got lewre nedibû ku bêdeng bimînin ji bo dubare nebe divê sûcdar cezayê xwe bibîne. Lê birayê hevjînê min înkar kir ji ber ku tu şahid li malê tunebûn rastiyê bibêjin û zêdetir got ku ez dixwazim pirsgirêkan navbera wî û birayê wî de derxim.”
Piştî ku jê bawer nekirin bûyer dubare bû. Nuha vê carê bi bilindahiya dengê xwe qîriya û malê li derdora xwe kom kir. Wiha behsa wê rojê dike: “Vê carê min biryar da ez ji malê derketim û çûm mala bavê xwe, min ev rewşên trajîk red kirin ji hejarî, zordarî û tundîtûjî. Min biryar dabû dev jê berdim. Lê bavê min got; ‘ger tu berdî keça min nîn î, tu dixwazî rûyê me reş bikî.’ Nizanim heta kengê em ê wiha bijîn, me dixin nava sindoqê û dixwazin em wisa bimînin.”
‘Civaka mêrsalarî li ser bingeha cihêkariya navbera herdu zayendan de pêk tê’
Civaknas Hîbe Najar desthilatdariya baviksalarî pênase dike û dibêje ku ew komek urf û adetên ji sedsalan ve ne, encamên wê dikevin ser milên jinan û ji mafên wan bêpar dimînin. Hîbe Najar gotinên xwe wiha domand: “Gotinên pêşiyan roleke di xurtkirina tabûyên li ser jinan de lîstiye, ji ber ku piraniya wan gotinan der barê bêparbûna jinan ji mafên xwendin, mîras û azadiya hilbijartinê de ne. Adetên baviksalarî di desthilatdariya li ser tiştên herî biçûk di jiyana jinan de dest pê dike. Weke hilbijartina cil û bergan û rêbazên axaftina wan û meşa wan. Civaka mêrsalarî li ser bingeha cihêkariya navbera herdu zayendan pêk tê, ev jî di cudakariya navbera jin û mêrên heman malbatê de diyar dibe. Her wiha rêgezên baviksalarî kontrola hemû qonaxên jiyana jinan dike ji hilbijartina navê zarok bigre ku şêwra dayikê nake heta hilbijartina tiştên malê û jiyana taybet a jinan û sînoran ji wan re datîne.”
‘Malbatên jinan jî hevkarên vê sûcê ne’
Hîba Najar Bûyerên tundiya li dijî jinan ji aliyê hevjînan ve wiha vedibêje: “Hevjîn û malbata jinan hevkarên sûcên tundiyê ne, ji ber ku ew dihêlin jin bêdeng bimînin tu bertekan nîşan nedin, li şûna hevberdanê bixwazin her tiştî tehemul bikin. Sedemên kiryarên hevjîn dixin stûyê zextan û şert û mercên jiyanî. Kadroyên zagonî hin valahiyan derdixin ji bo berjewendiya mêr li ser hesabê jinan, weke bûyerên hevberdana bi nakok an bi hinceta şerefê dayikê ji zarokan mehrûm dike.”
Nepêkanîna biryaran û zagonan û nedarizandina sûcdaran bi navê şeref û namûsê sedemên bingehîn ên zêdebûna rêjeyên tundiyê û binpêkirina mafên jinan e, cezayekî kêm ji bo kesê jinekê bi navê şûştina namûsê bikuje derdikeve. Her wiha xirabûna rewşên jiyanî û aborî û zêdebûna rêjeya bêkariyê jin zêdetir rastî tundiya malbatî kirin, berpirsyariyên wê û zextên derûnî li ser zêde kirin.
‘Zagon mafên jinan nadin wan’
Hîba Najar di dawiya axaftina xwe de ji bo aktîfkirina zagonên parastina mafên jinan balê dikşîne ser piştevaniya saziyên jinan û darizandina sûcdaran û wiha gotinên xwe xelas dike: “Divê jin jî bi mafên xwe hişyar bin û rêgezên civakî bên guhertin û zagonan mafên jinan bi giştî nedayê, piraniya metnên zagonê weke biryar bê derketî nayên bicihanîn.”