Pênc sal derbas bûn lê kujer nehatin dadgehkirin
Di sala 2015’an de li Silopiyê, sê siyasetmedarên jin Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên ku di dema qedexeya derketina derve de, hatibûn qetilkirin hîn di dosyayê wan de tu pêşveçûn çênebûye. Di ser qetilkirina jinên siyasetmedar pênc sal derbas bû û ji bo dosyayê biryara "nepenîtiyê" hat dayîn. Behiye Nayır a ku ji ber qala keça xwe kiriye cezayê hepsa malê hatiyê birîn, daxwaza wê ew e ku çi dibe bila bibe berpirsyar derkevin pêşiya dadgehê.
Şirnex- Qedexeya derketina derve ku di sala 2015’an de hat destpêkirin û bi mehan berdewam kir, bandor li ser zêdeyî 2 milyon kesî kir. Di wê demê gelek kesî jiyana dest da, bi taybetî jin û zarok dihatin hedefgirtin. Di dema qedexeyan de, mafên herî bingehîn ên jiyan û tenduristiyê hatin binpêkirin, gelek wargeh hatin bombebarankirin, li kolan û xaniyan gulê hatin reşandin, bi dehan kesan jiyana xwe dest dan. Di ser qedexeyan re pênc sal derbas bûn lê kujer nehatin dadgehkirin û lêpirsînek jî nehat vekirin. Yek ji cihên ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin Silopiya Şirnexê bû. Li Silopiyê qedexeya derketina derve 37 roj domiya, 28 kes ên ku temenê wan di navbera 11 û 75 salî de bû û di navbera wan de sê jinên siyasetmedar ên Kurd Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir jî hebûn jiyana xwe dest dan. Dema ku siyasetmedarên jin xwestin ji Taxa Karşiyakayê biçin Yeşîlyurtê ji bo alîkariya mirovên ku di dema qedexeyê de di rewşek dijwar de bûn, bikin ji ber guleyên ku ji wesayîda zirxî hatin avêtin bi giranî birîndar bûn û li benda hatina ambulansê bûn jiyana xwe dest dan. Ji wan sê jinan, tenê toqeyek şîn, xizêmek zêr û bi dehan gule man.
Birîn wisa zêde bûn ku hejmara guleyan nehat tesbîtkirin
Di rapora otopsiyê ya Fatma Uyar de, 3 guleyên çekan û 5 perçeyên mumkun ên guleyên çekan hatin dîtin. Cihê birînên wê nehatin hesabkirin.
Li ser dosyayê biryara nepenîtiyê
Di dosyayên lêpirsînê yên ku der barê siyasetmederên ku hatinê qetilkirin, de hatibûn vekirin û hîn berdewam dikin de pêşveçûnek çênebûye. Di lêpirsîna qetilkirina siyasetmedar Pakîze Nayir de hat diyarkirin ku bûyer li ser "gumanê" qewimiye, ji bo dosyaya Sêvê Demîr biryara "nepenîtiyê" hat girtin. Biryar li ser daxwaza parêzeran, dîmenên bûyerê û şahidiya kesên tevli operasyonê bûne hat dayîn.
“Demên ku gotin bêwatê dibin”
Dayika Pakîze Nayır, Behiye Nayir, toqe û xizêma ku ji keça wê mane, mîna çavên xwe vedişêre. Behiye Nayir dibêje ku keça wê û hevalên wê hatine înfazkirin. Dayika Pakîze bi van gotinan behsa keça xwe dike:
"Pakîze jêhatî bû pir dilsoz bû, pêşengî ji bo jinan kir. Ew ne tenê keça min e di heman demê de heval û rêhevala min bû jî. Ez ji zaroktiya wê heya roja ku çû ser dilovaniya xwe her gav pê serbilind bûm. Ew 5 salan çû dibistanê lê dû re me nehişt ku bixwîne. Piştre dest bi kursên cur be cur kir. Ew bi du birayên xwe re li nanpêjgehê dixebitî. Wê qet nedixwest ku jin bi mêran ve girêdayî bin. Piştî çend salan, wê dikana kuafor vekir û dest bi rabûna lingên xwe kir, her wiha debara malê jî kir. Dema ku ew kuafor bû, wê dest bi karê partiyê kir û dest bi xebata jinan kir. Ji zaroktiya xwe ve ji vê dozê hez dikir. "
Cihê ku keça min hat qetilkirin çend kîlometre dûr e!
Behiye Nayır navê neviyê xwe kir "Pakize" da ku ew neyê ji bîr kirin. Ew hîn jî nikare derbasî cihê ku keça wê û hevalên wê hatinê qetilkirin ,Navçeya Yeşilyurt ku 2-3 kîlometre dûrî mala wê ye bibe. Nebûna keça wê herî pir çalakiyên tevlî dibe de diyar dibe.Behiye Nayır, ku serê sibehê li televîzyonê nûçeya mirina keça xwe û hevalên wê fêr bû, diyar dike ku ew ê di jiyana xwe de wan kêliyan ji bîr neke:
"Gava pevçûn dest pê kir, ew li mala apê xwe ma û nikaribû derkeve. Gava ku min ji Pakîze re got, 'Ji wir derkevin here gund’, wê got; ' Pêwistiyê gelê me ye” Ez nikarim biçin tî derê. Ew bû hedefa guleyên rasterast. Ji bo ku her kez li divî şerê de deng xwe derxê û rabê serpiyan, keça min berdewamî tevlî Televizyona dibû. Wê demê kes nikaribÛ ji mala xwe derkeve, bû hedefa guleyên rasterast. Ez di nuçeyên siharê de agahiya şahadeta keça xwe dihist. Di dawiyê de, ev reya kû berxwe dida, di vê rêye de jiyana xwe dest da”.
"Pakize, Sêvê û Fatma ne bi çek bûn"
Behiye Nayır bi bîr xist ku nûçeyên di derheqê keça xwe û hevalên wê de ku ew ji hêla medyaya nêzîkê hikûmetê ve "çekdar bûne" got, "Pakîze ne çek bû. Pakîze xebatên siyasî dimeşand. Ne tenê Pakize, di heman demê de Sêvê û Fatma jî ne bi çek bûn. Pakize ji çekan nefret kir. Sêvê birîndar bû, dema ku dixwest alîkariya Pakize bike, wan ew qetilkirin. Ez ê dev ji vê dozê bernedim. Keça min endamê partiyê bû. Wan jî nasnameya wê ya ji qaraqolê sandibû ez jî dizanibûn. Ew pêşî birîndar kirin û piştrê gulê ser barandin. Duvrê jî 'terorîst' îlan kirin”.
"Ma axaftina min a li ser keça min sûc e?"
Behiye Nayir, destnîşan kir ku ji ber hevpeyvîna ku wê li ser keça xwe daye wê hepsa malê hatiye dayîn û wiha berdewam dike: “Ma axaftina mina li ser keça min sûc e? Ji ber ku min der barê wê de hevpeyivînek da, destê min kelepçe kirin û ez 3 mehan li malê de heps mam. Ez hîn jî ji ber vê yekê her hefte diçim îmze dikim. Em aştî û aramiyê dixwazin. Ez ê tu carî dev ji vê dozê bernedim. Ez ê têkoşîna keça xwe bidomînim. Ji bo ku ev mirin bi rawestin, demek zûtirîn aşitî pêk were. "