Penaberên Sûriyeyê li başûrê Lubnanê şerpeze ne
Bi zêdebûna êrîşan re li başûrê Lubnanê û pêlên koçberiyê re, bi hezaran Sûrî yên ku bi salan e li wir dijîn, xwe li derveyî stargehên ku ji bo Lubnanî yên koçber hatine vekirin dibînin. Ev jî ji êşa wan dijwartir dike.
FADIYA CUMAA
Lubnan – Her ku êrîş li başûrê Lubnanê dijwartir bûn û pêlên koçberiyê ji gund û bajarokên sînor zêde bûn, Stargeh bi hezaran malbatên Lubnanî yên ji başûr û derdora Beyrûtê koçber bûne tijî bûn.
Lê belê, êrîşan tebeqeyeke din a êşa ku ji aliyê Sûriyeyiyên ku bi salan e li başûr dijîn û gelek ji wan xwe li derveyî wekheviya parastin û alîkariyê dîtin ve jî eşkere kir. Di demekê ku dibistan û navendên giştî ji bo bicihkirina Lubnanî yên koçber têne vekirin de, Sûrî qala biryar an rênimayên ku rê li ber wergirtina wan li van navendan digirin dikin û tevahiya malbatan li derve, bê stargeh an çavkaniyan dihêlin.
Piştî biryara valakirina stargehan êş û azar ji nûve zêde bûn
Li bajarê Seyda ya Lubananê, Sebûha Muhamad Elî ya ji Sûriyeyê ye, ev nêzî 20 sal in koçî Lubananê bûye. Sebûha behsa koçberiya xwe ya dawî dike piştî ku jê hat xwestin ji stargehekê derkeve û wiha got: “Ji sala 2006’an ve li Nabatiyeyê dijîm. Min jiyana xwe li vî bajarî ava kir û her sê zarokên min li vir ji dayîk bûn. Li Sûriyeyê tiştek ji min re nemaye. Tenê malek me li Sûriyeyê hebû ew jî di encama şer û wêraniyê de beriya salek û nîv hate wêrankirin.”
‘Sûcê me tenê Sûrîbûn e’
Bi salan e ku ew ji bo debara malbata xwe xwe dispêre karê paqijiya malan. Sebûha Muhamad Elî wiha dewam kir: “Ez li malan dixebitim da ku debara malbata xwe bikim. Hevjînê min zilamekî pîr û nexweş e û bi min re jî nexweşiya dil heye. Ez berpirsiyarê wî û sê zarokên xwe me. Piştî ku şer dest pê kir, em ji Nabatiyayê reviyan Sîdayê. Em çûn stargehekê, lê ji me hat xwestin ku em navendê biterikînin. Ez nizanim sûcê me wek Sûrî çi ye ku bê stargeh werin, avêtin kolanan.”
‘Divê ferq û cudahî nexin navber gel û pêkhateyan’
Sebûha Muhamad Elî hêvî û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Ji bilî banekî li ser serê min û malbata min, ti daxwazên min nînin. Ne pereyên min hene ku em bixwin, ne jî karûbarên malbata xwe birêve bibin. Kaxezên min di rê de bûn û ez li Neteweyên Yekbûyî hatim qeydkirin û ji xizmetên tenduristiyê yên wê sûd digirt. Lê piştî serdanek kurt a Sûriyeyê ku bi ketina Artêşa Azad re hevdem bû, neçar mam ku bi neqanûnî jê derkevim û vegerim Lubnanê. Îro têkiliyên me bi NY’ê re qut bûn û kesek piştevaniya me nake. Em niha li kolanan bê stargeh mane. Tenê sûcê me ew e ku em Sûrî ne. Divê ferq û cudahî nekin navbera gel û pêkhateyan. Me jiyana xwe li başûr derbas kiriye.”
Çarenûsa malbatên ku di nav agirê şer de asê mane di metirsiyê de ye
Çîroka Sabûha Muhamad Elî tenê yek ji bi hezaran çîrokan e. Her ku şer li başûrê Lubnanê dijwartir dibe, hejmarek ji Sûriyan ku bi salan e li wir dijîn, xwe li derveyî torên parastinê yên fermî û nefermî dibînin, di bin biryar an pratîkên ku rê li ber wergirtina wan li hin stargehan digirin û girîngiyê didin welatiyên Lubnanî de ne.
Di demeke ku her kes ji heman bombebaranê direve de, çarenûsa van mirovan di navbera kolanekê de ku wan naparêze, navendên koçberiyê yên ku wan wernagirin û çavkaniyên kêm ên ku hebûna wan mîsoger nakin de daliqandî dimîne.
Di demên şer de, netewe carinan dibe xêzek cudaker di navbera kesên ku ji xwe re banekî dibînin ku lê bimînin û kesên ku bi tena serê xwe bi koçberiyê re rûbirû dimînin.