Penaberên Idlibê di peyîdakirina nan de zorî dibînin

Li kampên penaberan ên Idlibê ji ber zêdebûya bihayê tiştan peyîdakirina nan gelek zor bûye. Welatiyên Idlibê komek xêrxwazan çêkirine ku bi rêya wê dikarin nan bigihînin penaberên nikarin nan peyîdabikin.

SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li kampên penaberan ên Idlibê peyîdakirina nan bi zor û zehemtiyane, ji ber wê jî gelek penaber nikarin nanê xwe yê rojê peyîda bikin. Jinên ku hevjînê xwe di şeran de windakirine û tevî zarokên xwe di kampan de dijîn hîn zêdetir di mijara peyîdakirina nan de zoriyê dikêşin. Giraniya tûrê nan ji 12 nanan daket 6 an ku dibe nirxê pênc lîrên Tirkî, vê yekê jî gelek malbatên xizan aciz kir ku nikarin pêdivên xwe yên bingehîn bi cih bînin û xwe spartin rêbaza tenê rojê danek xwarinê bixwin û ew jî piranî savar û birincê bixwin. Welatiyên Idlibê yên vê rewşê zanîn dest bi hewildanên çareseriyê kirin û ji bo çareseriyê komek a dilxwazên Idlibê avakirin ku demkî bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û nan ji wan re peyîda dikin. Komê kampanyayek a xêrxwaziyê dan destpêkirin ew jî piştî bihayê nan di demên dawî de digel bilindbûna nirxê dolar zêdebû ku li ser hemî hêmanên jiyanê rengê wê hate xuyang kirin. Kampanye ya di 1’ê Çilye de hatî destpêkirin heya niha berdewam dike û heya niha gelek kampên deverên sporadîk ên Idlibê girtine nava xwe.
Sarah El-Sawaf a 29 salî ku yek ji dilxwazan e got ku kampanya bi hejmarek çalakvanên jin û mêr ên sivîl ku bi riya fona xêrxwaziyê ji xêrxwazan, bijîjk û çalakvanan drav dane hev li hundir Sûriyê û welatên derve pêk hat. Sarah El-Sawaf da zanîn ku nan rojane tê kirîn û ji bo hewcedarên li kampan belaş tê belav kirin. Sarah El-Sawaf destnîşan kir ku kampanya ne girêdayî tu alîyane lê bi hewldanên dilxwazî bûye, heya niha hejmara malabatên ji vê kampanyayê sudwergirtine gihaye 700 malbatan. Sarah El-Sawaf girêdayî şêwaza parkirinê jî bilêv kir ku nan li gorî hejmara endamên malbatê tê belavkirin, malbatên mezin çar tûrên nan û malbatên biçûk jî du tûran bi awayekî belaş distînin.
Li ser pirsgirêkên herî berbiçav ku kampanya pêr ru bir u dibe jî Sarah El-Sawaf da zanîn ku ew nikarin tevahî hewcedariyan pêk bînin ji ber ku hejmar mezin e û piştgirî ne têrker e lê tevî vê yekê jî ew hewl didin xwe bigihînin kategoriyên herî xizan.
Piraniya malbatan pêşwaziya kampanyayê kirin û ji bo rewşa têdene wek hêviyekê dîtin ku ji wan re bibe alîkar di van şertên jiyanê yên dijwar de.
Ji jinên penaber ên ji vê kampanyayê sud girtî Sumaya Barhûm a 40 salî, ji gundê Blain ê Cebel El-Zawiyê, ku li kampên Ras El-Hosn dimîne bal kişand ser kampanya ya ku nan ji pênc zarokên wê re peyda kirî ku piştî mirina hevserê xwe bi zehmetî dikaribû peyda bike û wiha domand: "Buhayên nan berê tu carî li herêmê wiha nebûye. Ez dibînim ku êdî welatî ji nekarîna peydakirina nan ditirsin. Em ketine rewşek pir dijwar, mîna ku em bi şerekî din re rû bi rû ne, ew jî şerê aborî ye ku di her alî de me dorpêç dike. Em bi hewceyî gelek kampaniyên piştevaniyê ne, bi taybet demsala zivistanê êşa me giran dike û kes nikare alavên germahiyê peyda bike.”
Meram EL-Elûş a 38 salî ku ji gundê EL-Fitêra penaber bûye û li kampa Herbenoş dimîne jî karê dilxwazî yê kampaniyê ku ji malbatên xizan re nan beleş peyda dike bi nirx dibîne û wiha dibêje: "Baş e ku mirov vê hevkarî û hestên civakî bibîne. Kampanya di demek guncaw de hat ku ew jî buhabûn, zivistan, zêdebûna hejarî û hewcedariyê. Ew ji bo gelek malbatan wek rizgarbûnek bû.”