Penaberên Îraqî û koçberên Sûrî: Em bûne qurbaniya hovetiya DAIŞ'ê

Jinên koçberên Sûriyeyê yên li Kampa Holê dijîn, dibêjin ku ew bûn qurbaniyê hişmendiya DAIŞ'ê û daxwaza vegera welatê xwe kirin, da ji nû ve jiyana xwe ava bikin û pêşerojeke bi zanist ji zarokan re peyda bikin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Yek ji kampên herî xeter di cîhanê de, Kampa Holê a bi 45 kîlometreyan li Rojhilatê bajarê Hesekê dikeve. Zêdetirî 60 hezar koçberên Îraqî Sûrî û malbatên DAIŞ'ê lê bicih bûne. Beriya hatina malbatên DAIŞ'î û bicihbûna wan li kampa holê, rewş pir cûda bû. Penaberên Sûrî û Îraqî yên ji ber şerê DAIŞ'ê ji 2014'an ve koç bûbûn û ber bi Kampa Holê ve hatin, jiyana xwe normal derbas dikirin û bê çarçefa reş jî digeriyan.
Bi hatina malbatên DAIŞ'î û belavkirina hişmendiya wan li ser koçberan, di rêya kuştin û serjêkirina mirovan re, dikarîbûn wan bixin bin kontrola xwe de. Bi rêya van bûyeran wan xistin bin kontrola xwe û yên quralên wan pêk nayinîn, bi rengekî pir hov dihatin qetilkirin. Amûrên qetilkirina wan bi rêya çakûç û kêran bû, lê anha bi damançeyên bêdeng mirovan dikujin. Gelek malbat jî bûn qurbaniya hişmendiya DAIŞ'ê û ev yek bi darê zorê qebûlkirin.
“Em pir poşmanin û êvaran gelek ditirsin”
Yek ji jinên Îraqî ku ew jî ji malbatên DAIŞ'ê ye Nûheyîla Şerara ev du sal in li Kampa Holê bicih dibe wiha dibêje: "Em ji ber şer reviyan û hatin Sûriyê. DAIŞ ji mere gotin Kampa Holê kampa herî bi ewle ye, ji ber wê em hatin û li vir bicih bûn. Me nedizanî çi dibe û rewş ber bi ku ve diçe?. Em bûn qurbaniya fikirê DAIŞ û hovetiya wan. Em gelekî ji bûyerên qetilkirinê ditirsin, ji ber wê em nikarin her tiştî bi zelalî bînin ziman. Em pir poşman in, ji ber wê em ji bûyerên qetilkirinê, di saetên êvarê de jî ditirsin."
“Dixwazim durî zilam û tirsê bijîm”
Koçbera ji bajarê Reqqayê Fatima Mihemed ev du sal in li kampê jiyana xwe derbas dike, behsa rewşa di hundirê kampê de kir û wiha pêde çû: "Rewşa kampê pir xirab e, dibe yên derveyî kampê jiyan dikin nakevin giraniya wê de, lê em şev û rojê xwe bi tirsê derbas dikin. Ji dema em hatin kampê jiyana me ji serî heya binî tevlîhevbû. Ma mirov dixwaze ji malekê bikevê konekî de, helbet naxwaze lê em neçar man. Li vê kampê tu pêşeroj ji bo zarokên me nayê avakirin, ji ber wê ez dixwazim ji kampê derkevim û vegerim cihê xwe, da ez bikaribin jiyana xwe ya normal derbas bikim. Jiyana hundirê kampa Holê û derve naşibihe hev, ez êdî tu bangê li kesî nakim, ji ber bangewaziya me ji rûsipiyan re bê bersiv dimîne. Divê rûsipiyên êlan me bigrin û me vegerînin warê me. Ez dixwazim vegerin jiyana xwe ya normal, dûrî zilm û tirsê bijîm."
“Ez nikarim zarokên xwe ji xirabiyê biparêzim”
Eyşa El-Mihemed jî ji bajarê Helebê ye, ji ber topbarana di navbera Rêjîma Baas û çeteyan de koç bûye û li Kampa Holê bicih bûye. Derbarê kampê de Eyşa wiha dibêje: "Ruxmî wê demê topbaran jî hebû, lê em ji vê rewşa ku têde ne baştir bûn. Li kampê pir bûyerên diziyê çêdibin, em nikarin bêjin kî ne, ji ber em wan nas nakin. Mijara din jî zarok in, ez baş nikarim zarokên xwe ji xirabiyan biparêzim. Ji ber di aliyê perwerdeyê de pir lawaz in û zarok bi lêdanê jî ava nabin, ev pirsgirêkeke pir cidîye bandorê li ser pêşeroja wan dike. Li hemû fêza bûyerên qetilkirinê rû didin, ez gelekî ditirsim lê jê zêdetir ez li ser zarokên xwe ditirsim. Li vê derê pir kesên bê guneh tu sûc nekirin e, tên kuştin yan jî wî sûcdar dikin. Dixwazim ji kampê derkevim pêşeroja zarokên min li vir tê windakirin. Ger em derketim em ê ji nû ve xwe sererast bikin û jiyana xwe ava bikin."