'Jinên karker li cihê kar bê parastin dimînin'
Çalakvan û parêzvana mafê karkeran Ala Kemal derbarê zext û binpêkirinên mafên karkerên jin axivî û diyarkir ku herî zêde jin li cihê kar rastî binpêkirina mafan tên.
BENA ROZ
Silêmanî- 28’ê Nîsanê weke roja cîhanî ya ewlehiya kar hatiye diyarkirin. Zagona parastina ewlehiya kar heye, lê belê ev zagon ji aliyê sermayedaran ve nayê bicih kirin. Sermayedar ji bo hê zêdetir sermaye bi dest bixwe jiyana karkeran dixwe metirsiyê.
Çalakvan û parêzvana mafê karkeran Ala Kemal li ser maf, binpêkirin û ewlehiya karkerên jin ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jin hem ji aliyê sermayedaran ve û hem jî ji ber aqlê mêrsalarî li cihê kar rastî binpêkirinên mafan, destdirêjî û gefan tên bê parasti dimînin.
‘Divê ewlehiya kar bê pêkanîn’
Çalakvan û parêzvana mafê karkeran Ala Kemal di destpêkê axaftina xwe de derbarê ewlehiya kar de wiha got: “Ewlehiya kar ji bo karkeran, erkê xwediyê kare û bi zagonê ji aliyê hikumetê ve hatiye erê kirin û divê xwediyê kar vê zagonê bicih bînin û mafê karkeran bi parêzin. Ji bo karkeran di aliyê tendirûstî, derûnî û pîşeyî de divê mercên parastinê hebe. Şert û mercên din yên civakê heye divê çavdêrî bikin. Divê rojane û heftane ewlehiya karkeran were şopandin. Piştre divê karker li gor pîşeyên xwe bixebitin, da ku di karê xwe de bi awayek parastî encam bidin.”
Ala Kemal da zanîn ku li gor zagonê lêjne diyarkirine û nûnerên pênc aliyan têde hene, lêjne wê li cihên kar bigerin ka zagonên kar tê bicih anîn yan na û wiha got: “Di dema mercên kar neyên bicih kirin wê ev lêjne raporê amade bike û bide aliyên peywendîdar, ger piştî agahdarkirinê cardin merc neyên pêkanîn, wê bidin dadgehê. Lê belê ji ber zêdebûna cihên kar heta niha li gor pêwîst nehatiye kontrolkirin û desthilat bi xwe jî vê zagonê binpê dike.”
‘Di qeyranên aborî de herî zêde jin bandor dibin’
Ala Kemal diyarkir ku ji ber qeyrana aborî, di karan de hertim jin bandor dibin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Jin li cihê kar ji tu bûyeran nayên parastin û hertim rastî cudahiyê tên û hemû mafên jinên karker tê xwarin, ji derveyî wê jî li cihên kar xwediyê kar şaş nêzî jinên karker dibin. Tenê ji derve karkirina jinan têrê nake divê mafê wan were parastin, divê li gor zagonan tevbigerin, zagon were pêkanîn û li gora zagonê mafê jinên karker were parastin. 1’ê Gulanê ne cejne û di sala 1857’an de ku şoreşa karkeran li dijî zilmê destpê kir. Di serdema niha de ev zilma li dijî karkeran sed qatê wê dema bori ye. Niha karker şoreşekê dixwazin.”