Panorama Barsha bi şanoyê balê dikşîne ser mafên jinan

Li bajarê Minya yê Misrê însiyatîfa bi navê Barsha Panorama hat destpêkirin. Ev însiyatîf bi taybetî jî berê xwe dide gundan û li vir bi riya şanoya kolanan balê dikşîne ser binpêkirinên mafên jin û zarokan.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Huner jiyanê pêşkêş dike bandorê li kiryar û danûstandinên giştî dike weke yek ji rêbazên pêşxistina mejî ku bûyerên di civakê de rûdidin ên wekî tundî, krîz û zextan dike rojev.

Li bajarê Minya yê Misirê însiyatîfa bi navê Panorama Barsha bi rengên hunerê yên cuda hewl dide balê bikşîne ser şanoya kolanan ku bandorê li mijarên civakî dike rêgehan sererast dike bi taybetî mijarên jin û zarokan. Ev însiyatîf li gundekî ku lê mafên keçan di kar û xwendinê de napejirîne derketiye. Damezrînera Înisiyatîfa Basrha Panorama Justina Samir li ser kar û xebatên xwe bersiva pirsên me da.

*Barsha Panorama û peyama wê ji bo civakê çi ye?

Dema me biryar da em li ser mijarên jin û zarokan li gundê me kar bikin em li navekî ji bo jinan geriyan û girêdayî jîngehê, me navê Barsha li Minya hilbijart û di dawiyê de bû “Barsha Panorama” me xwest huneran ronî bikin.

Em tîmeke girîngî didin hunerên civakî li kolanan weke Şanoya Kolanê bi mijarên civakî bi taybetî bi jin û zarokan ve girêdayî ne weke destdirêjî, sinetkirin, zewaca di temenê biçûk de û piraniya krîzên di herêma Sayîd de belavbûyî.

Piraniya karê me li bajarên mezin in lê em di nava gundan de jî kar dikin ji ber ku rêbazên derbaskirina demê bi kêfxweşî li wir pir in û hemû beşdar dibin lê gund jê mehrûm in.

*Astengiyên herî zêde ên li pêşiya şanoya kolanan derdikevin çi ne?

Destpêkê em nehatin pejirandin û di dema nîşandina karên xwe de em rastî gelek binpêkirinan dihatin weke destdirêjî û lêdanê û gelek gotinên nebaş li ser mafên lîstikvanên jin weke “Hun keçên bê exlaq in, kes nîn e we rawestîne, hûn naxwazin bizewcin” li gel sorkirina zarokan ji bo keviran bavêjin lîstikvanan û gef li me dixwarin ji bo em bitirsin û kar nekin.

Gelek malbatan kar li keçên xwe qedexe kirin lê em dikaribûn rastiya armanca xwe bigihîjînin wan bi rêbazên baş nêzî dil û mejiyê wan bûn û wisa rewş heta asteke bilind hat guhertin. Bi keda mezin û cidiyeta kar cemawerên me zêde bûn êdî girîngiyê didin pêşandanên me yên nêzî rastiya wan.

*Heya kîjan astê şanoya kolanan bandorê li ser mijarên jinên li gundan dike?

Weke kes min bawer nedikir ku bandora şanogeriyê ewqas be lê piştî ez li kolanan mam û bi gel re kar kir û encamên gelekî baş dîtin, matmayî mam her ku em hêsan bin riya me ber bi dilê tameşevanan ve berî mejiyê wan nêzîktir dibe.

Em fêrbûn ku dubarekirin nêrîna gel diguhere û peyama em dixwazin bigihîjînê xurtir dibe û teqez dike ku hin tişt hene divê bên sererastkirin, lewre huner ji rêbazên jîndarî aktîf in encamên baş û bi lez pêk tînin dema nêzî rastiya civakê dibin.

*Rewşa jinên li gundewaran dijîn di berhemên we de çawa ye?

Gundê Bersha girêdayî navenda Malawî ye, 78 gund hene navendeke parêzgeha Minya ye, gundê me dikeve rojhilatê navendê ji herêma çiyayan ve nêzîk e. Civaka li wir lêdana hevjînê ji aliyê mêr ve rewa dibînin her wiha jin qedexe ye ji malê derkevin bi bihaneya parastin û tirsa li ser wê. Zewaca di temenê biçûk de jî tiştekî normal e û sinetkirina keçan ji urf û adetan e. Lê piştî çend pêşandanên me yên xwedî armancên hişyarî em dikaribûn van fikrên şaş sererast bikin.

Mixabin jin li wir paşguhxistî ne nikarin biryarên der barê jiyana xwe de bigrin lewre em li kolanên gund digerin û me gelek çîrok berhev kirin, bûn mijarên şanoyên me. Bêguman mêrên li wir êş û astengiyên jinan nas nakin heta bi çavên xwe di şanoyên me de dîtin.

Di karê şanogeriyê de jî me asta bêdengiya jinan dît, ew nikarin êşên xwe derbirînin lê dema ku li şanoyên me temaşe kirin tê de derfetek dîtin ku biaxivin ev jî ji bo me encameke pir baş e.

Bi giştî rewşa jinan li her derê dijwar e lê li bajarê Minya ez jinan bi hêz dibînim dikare zêdetirî karekî di heman demê de bike. Her wiha berpirsyariyên malbata xwe bi giştî jî radikin. Lê bi nêrîna civakê barên zêde jin hildigirin ser milên xwe ji erkên jinan bi taybetî mijarên girêdayî xwedîkirina zarokan û karên hundir û derveyî male lê dema mijar dibe pêşxistina jinan ew ne ji mafê wê ye divê rêdana mêr bixwaze.

*Tu dikarî hurguliyên bêhtir di lîstikên we de bînî ziman?

Gelek şano me pêşkêş kirin weke kêfxweşiya li ser zewaca di temenê biçûk de bû, ew yek berhema me bû me stranên keleporî tê de bi kar anîn û cemaweran weke kêm exlaqî dîtin, ew der barê keçekê li ser kursiya dawetê rûniştiye guhdarî axaftinên derdorî xwe dike. Piştre diqîre û dibêje ez naxwazim bizewicim ku xewnên wê hene dixwaze pêk bîne piştî ku dît kesên hatine tenê ji bo wê bi fistanê spî bibînin. Ev şanoyeke hêsan bû lê fikrên gelê gund heta asteke mezin guherand dema asta berpirsyariyên ku dikevin ser milên keçên biçûk di şanoyê de dîtin.

Berhemeke me ya din heye bi navê “Dadgeha Gund”, em rastî gelek kiryarên nebaş hatin, ew der barê dadgehkirina civakê ango gund de bû, di dîmenekî de jinek rastî lomeyên derdora xwe tê ji ber wê zarokê di zikê xwe de winda kir ji ber xemsariya wê, me hewl da hest û fikrên wan jinan ronî bikin ku ew di temenekî ne yê zewacê de ye û ji neçarî berpirsyariyên ji wê mezintir hildan ser milên wê û wisa nikare zarokên xwe biparasta. Her wiha me mijarên destdirêjî û gelek mijarên girêdayî jiyana xelkê gund pêşkêş kir.